1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCK: AKP’ê di sindoqan de çal bikin
KCK: AKP’ê di sindoqan de çal bikin,kck,akp,ê,di,sindoqan,de,çal,bikin

KCK: AKP’ê di sindoqan de çal bikin

“Em bang li gelê xwe û hêzên demokrasiyê dikin ku ji bo bibin bersiva komkujiya li dijî gelê Amedê û ji bo jiyanek demokratîk, divê bi îradeyeke xurt ji bo serketina projeya HDP’ê, di 7’ê Hezîranê de AKP’ê di sindoqan de veşêrin.”

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê êrîşa bombeyî ya di mitînga HDP’ê ya Amedê de şermezar kir û got: “Em bang li gelê xwe û hêzên demokrasiyê dikin ku ji bo bibin bersiva komkujiya li dijî gelê Amedê û ji bo jiyanek demokratîk, divê bi îradeyeke xurt ji bo serketina projeya HDP’ê, di 7’ê Hezîranê de AKP’ê di sindoqan de veşêrin.”

Hevsorekatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. KCK’ê da zanîn ku bi awayekî çavsor êrîşî mîtînga HDP’ê ya ku bi hezaran jin, mêr, kal, pîr û zarok beşdarbûne, kirine û got herî kêm 4 kes şehîd ketine. KCK’ê wiha got: “Xetereya ku hîna gelek kes jiyana xwe ji dest bidin, heye. m ji malbatên şehîdên xwe re, gel û hêzên demokrasiyê re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re şifayê dixwazin.”

KCK’ê da zanîn ku wan di daxuyaniya duh de jî diyar kirine ku wê êrîşên bi vî rengî çêbibin û wê roja hilbijartinê jî êrîşên bi vî rengî çêbibin û got: “Du sê saet piştî vê daxuyaniya me li Amedê du teqîn pêk hatin. Ger gelê me bi hestiyar tevnegeriyana wê di komkujiyê de mirin zêde bûna.”

Ev êrîş derketiye lûtkeyê

KCK’ê di berdewamiyê de da xuyakirin ku ev komkujî bûye lûtkeya êrîşên li dijî HDP’ê. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Nêzî 200 êrîş çêbûn. Ji bo pêşî li van êrîşan bê girtin, tedbîr nehatin girtin. Ev êrîş encama polîtîkayên AKP’ê ne. Zimanê ku di kampanyaya hilbijartinê de hatiye bikaranîn û êrîşa hatiye kirin, ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku ji bo HDP, di bin bendê de bê hiştin tê kirin. AKP dixwaze aloziyê çêbike û gelê dengên xwe didin HDP’ê biçewisîne.

Vê kampanya qirêj a AKP’ê rojane çend êrîş li dijî HDP’ê pêk aniye. Komkujiya li Amedê jî di encama hedef nîşandana Serokkomar û AKP’ê de qewimiye. AKP’ê bi van gotinan êrîşên li dijî HDP’ê rewa kiriye. Tevî ku nêzî 200 êrîşî li dijî HDP’ê pêk hatiye jî qet nexistine rojevê û tedbîrek negirtine.

Hatiye fêmkirin ku nekarin HDP’ê di bin bendê de bihêlin. Êrîşa dawî jî ji bo gelê ku dengên xwe didin HDP’ê, bitirsînin an jî hilbijartinê betal bikin, hatiye kirin. AKP ji bo ji desthilatdariyê nekeve xwedî zîhniyeteke ku dikare her cure komkujiyê bike. Êrîş, gotin û helwesta wan a dawî nîşan daye ku bi rêyên demokratîk ketina ji desthilatdariyê qebûl nake.”

AKP’ê rewabûna xwe winda kiriye

KCK’ê destnîşan kir ku AKP’ê bi van êrîşên ku di encama polîtîka û gotinên wan de pêk hatine, rewabûna xwe winda kiriye û wiha berdewam kir: “Ne mimkun e ku partiyek wisa li Tirkiyeyê bibe rêveberî û ji aliyê gel ve bê qebûlkirin. HDP partiyeke ku bang li hemû gelê Tirkiyeyê dike. Di rastiya demokratîkbûna Tirkiyeyê de, partiyeke ku dixwaze pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike. Bername û helwesta wan bûye dermanê Tirkiyeyê. Li şûna ku divê ji hebûna partiyek wisa kêfxweş bibin, AKP bi dijminahî nêz dibe û vê jî nîşan daye ku ti eleqeya AKP’ê bi berjewendiyên gelê Tirkiyeyê tine. AKP ji bilî berjewendiya alîgirên xwe armanca wê tine.”

AKP belasebep xwe diwestîne

KCK’ê diyar kir ku îro, AKP di aiyê hêzên demokrasî û Kurdan de bûye hêzake qirêj a taybet a wek hikûmeta Çîler a salên 90’î. KCK’ê wiha berdewam kir: “Hêzên qirêj ên dewletê û hêzên kontra yên salên 1990’î li dijî gelê Kurd û hêzên Demokrasiyê dîsa xistine nava tevgerê. Karaktera DAIŞ’ê jî li karakterên kujer ên berê zêde kirine û berê xwe dane komkujiyên komî.

Lê gelê Kurd ne gelê Kurd ê salên 90’î ye. Xwedî hêzeke xurt a rêxistinkirî ye û dikare hemû êrîşan bişikîne. Ev êrîş biryarbûna gelê me û îradeya gelê me xurt dike. Ji ber vê jî ne mimkun e ku encamên êrîşên tên hesabkirinê bên girtin.

AKP belasebep xwe diwestîne. Gelê Kurd û hêzên Demokrasiyê ji niha de qezenç kiriye. Ne mimkun e ku pêşî li serketina hêzên demokrasiyê bên girtin. Projeya HDK-DHP’ê, bûye hêviya hemû gelan. Ne AKP û ne jî hêzeke din dikare li pêş vê projeyê bisekine. Îrade û biryara gelê me û hêzên demokrasiyê wê tişta ku AKP’ê jê tirsiyaye bîne serê wê. AKP xewnên bi xof dibîne. Ev xewn wê di 7’ê Hezîranê de rast be. AKP wê wek partiyeke ku kampanyaya dermirovahiyê ya hilbijartinê dimeşîne wê zanîn.

KCK’ê di dawiya daxuyaniyê de got:

“Di 7’ê Hezîranê de wê kaosa ku AKP dixwaze biafirîne, bi dawî be, gelên Tirkiyeyê wê pêngavê bavêjin jiyanek nû. Li Tirkiyeyê destpêka dawiya faşîzma sazîbûna qirkirinê wê bê jiyîn.

Em bang li gelê xwe û hêzên demokrasiyê dikin ku ji bo bibin bersiva komkujiya li dijî gelê Amedê, ji bo pêngavek girîng bavêjin jiyanek demorkatîk, divê bi îradeyeke bi biryar û xurt ji bo serketina projeya HDP’ê, di 7’ê Hezîranê de AKP’ê di sindoqan de veşerin.

Hikûmeta AKP’ê wê piştî hilbijartinan jî êrîşên xwe zêde bike. Wê operasyonên xwe yên qirkirina siyasî zêde bike û êrîşî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bike. Wê hedef bike ku serketina HDP’ê vala derxîne û desthilatdariya xwe ya otorîter hegemon a zîhniyeta DAIŞ’ê biparêze. Ji bo vê divê piştî hilbijartinan tifaqa demokrasiyê xurtir be.”