1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCK: An Azadî An Azadî!..
KCK: An Azadî An Azadî!..,kck,an,azadî,an,azadî

KCK: An Azadî An Azadî!..

Ji KCK’ê hemleya 'Êdî Bes e! An Azadî, An Azadî'

A+ A-

Serokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê got; “Pêvajoya nû pêvajoya derbaskirina komploya navneteweyî ye. Gelê me dê vê hemleya xwe ya nû ya berxwedanê bi dirûşima “Êdî Bes e! An Azadî An Azadî” bide destpêkirin û li ser vî hesasî di 14’emîn sala komployê de dest bi pêvajoya berxwedana berfireh bike” û banga beşdarbûna berxwedanê li gelê Kurd kir.

Serokatiya Konseya Rêveber bi boneya 13’emîn salvegera Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê daxuyaniyek weşand û got; “Em di 13’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê de hêzên komploger bi nefretê şermezar dikin û kesên ku li hemberî êrişên hêzên komploger bedena xwe kirine mertal, li derdora Rêbertiyê civiyane û rêya rast a tekoşînê nîşanî gelê Kurd û tevgera wê daye, hemû xwe bi rêzdarî û minetê bi bîr tînin.”

KCK’ê got; “ Bersiva me ya ji bo dilsoziya bi wan re dê bi temamî derbaskirina komployê azadkirina Rêber Apo be. Li ser vî esasî dê li hemberî komployê, sala 14’emîn bibe sala berxwedan û tekoşîna dorfireh û komplo dê bi temamî were bêbandorkirin.

KCK’ê bal kişand ser komploya navneteweyî ya bi hevkariya hêzên navneteweyî pêk hat û destnîşan kir bi pêşengiya DYA’yê bi boneya tevgera azadiya Kurdan pêk ha. KCK’ê got; “Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê, di dîroka Komara Tirk de, di nava komployên ku her tim li hemberî Kurdan pêk tên de, komploya herî mezin û berfireh e.

KCK’ê destnîşan kir ku xwestin di kesayeta Ocalan de tekoşîna gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdan tune bikin û diyar kir ku ji berk u di konseptra Rojhilata Navîn de PKK û rêbertiya wê xwedî rola kilîdê bûn, xwestin wana tasfiye bikin. KCK’ê got; “Hêzên ku bi xwe komplo bi xwe plan kirine û pêk anîne Îngilîstan, DYA, Îsraîl û Ewropa û stratejî û textîkên wan in. Di biryara DMME’yê û nêzîkatiya YE’yê ya li hemberî Sîstema Girtîgeha Îmraliyê ya hatiye avakirin de pêkanîna vê planê berdewam kiriye. Niha, 7 meh in Rêbertiya me nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk bîne û li ber çavên CPT û hemû cîhanê, di tecrîdê de û hemû prensbîên hiqûq, mirov û exlaq têne binpêkirin.”

KCK’ê destnîşan kir ku Ocalan di şert û mercên esaretê yên Îmraliyê de bi sebir û berxwedana xwe li hemberî hêzên komploger modela sîtemek demokratîk nû ya civakî û paradigmaya wê pêş xist û bi vê yekê bersiva herî baş daye.

KCK’ê ragihand ku bi tekoşîna azadiya nasname û neteweyî ya gelê Kurd û , jinên Kurd bi projeya jina azad, jiyana azad, li hemû parçeyên din ên Kurdistanê pêşketinên girîng qewimîne û diyar kir ku ev yek di heman demê de îlhamê dide hemû Rojhilata Navîn. KCK’ê got; “Rêber Apo bi parastina mirov, jin û gelê azad, zîhniyeta hêzên komploger û bi stratejiya tekoşîna bîrdozî-polîtîk Kurdan a bi pêşengiya PKK’ê hêzên komploger têk biriye.”

KCK’ê diyar kir ku ev komplo bi berxwedan û tekoşînê hatine pûçkirin û destîşan kir dewleta Tirk dixwaze bi hevkariya hêzên navneteweyî û komseptên nû komployê nû bike. KCK’ê got; “Bi konsepta şerê topyekun bersiv daye projeya çareseriya demokratîk a Rêbertiya me û rêyên çareseriyê xetimandiye.” KCK’ê destnîşan kir ku vîna siyasî ya gelê Kurd kirine hedef û dewleta Tirk dixwaze vîna gelê Kurd û Xweseriya Demokratîk bi zilm û zordariya xwe têk bibe. KCK’ê bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û bi bîr xist ku 7 meh in hevdîtin pêre pêk nehatine, mafên wî yên hiqûqî û mirovahî jî têne binpêkirin. KCK’ê bal kişand ser girtinên siyasî yên di bin navê KCK’ê de pêk tên û Komkujiya Roboskiyê diyar kir ku evane nîşan didin ku planên komploya navneteweyî hîna jî zindî ne.

KCK’ê bal kişand ku 13 sal in Ocalan li Îmraliyê li ber xwe dide û diyar kir ku bi perspektîfên Ocalan ên di vê demê de ji bo tekoşîna azadiya gelê Kurd aniye asteke bilind. KCK’ê got; “Divê di roja 15’ê Sibatê de ligel rojiya ku bûye weke kevneşopiyekê, jiyana kar raweste, çalakiyên protestoyî yên berfireh bêne lidarxistin û bi vê yekê pêvajoyeke nû were destpêkirin.” KCK’ê bal kişand ser Meşa Dirêj a Kurdan a li Ewropayê ku diyar banga beşdarbûna mitînga ku dê di 18’ê sibatê de di dawiya meşê de li Strasbourgê pêk bê, kir.

ÊDÎ BES E!, AN AZADÎ, AN AZADÎ

KCK’ê got, “Pêvajoya nû pêvajoya derbaskirina komploya navneteweyî ye. Gelê me dê vê hemleya xwe ya nû ya berxwedanê bi dirûşima “Êdî Bes e! An Azadî An Azadî” bide destpêkirin û li ser vî hesasî di 14’emîn sala komployê de dest bi pêvajoya berxwedana berfireh bike.”

BANGA XURTKIRINA ÇALAKIYAN

KCK’ê bal kişand ser ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn û diyar kir ku gelên herêmê ji bo diyarkirina çarenûsa xwe bi xwe têdikoşin û got ku gelê Kurd jî di dema diyarkirina çaresenûsa xwe bi xwe de ye. KCK’ê got; “Ji çarêka dawî ya sedsala 20’emîn ve li ser xeta Rêbertiyê, xwedî çeperên bihêz ên parastinê û birêxistinkirî yên gerîlayan ne, bi rêjeyeke zêde yekitiya neteweyî hatiye pêkanîn, xeta stratejî û tekoşîna gelê Kurd zelal e, ji ber wê jî tu kes nikare pêşî li azadiya gelê Kurd, Rêber Apo û Xweseriya Demokratîk bigire. Sala 2012 dê bibe sala dawîkirina Komploya Navnaneteweyî û pêkanîna azadiyê. Em bang li gelê Kurd dikin k udi 14’emîn salvegera Komploya Navneteweyî de beşdarî berxwedana mezin bibin, serhildanên bênavber pêş bixin, Hêzên Parastina Gel mezin bikin, divê jin û ciwan di tekoşînê de roja pêşeng a şoreşgerî ya ku dikeve serê milên wan pêk bînin.”

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî