KCK: Berpirsyarî êdî ya hukûmetê ye
Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtiyan dest ji greva birçîbûnê berdan. Serokatiya Desteya Rêveber a KCKê derbarê mijarê de daxuyanî da û got: “Em jî weke tevger radigînim ku em ê bi temamî li gorî banga Rêber Apo tevbigerin û li ser vî esasî em dixwazin hemû hevalên me yên di berxwedanê de dawî li çalakiya xwe bînin.” KCKê got; “Berxwedan cihê xwe kiriye û gihiştiye armanca xwe” û da zanîn ku Ocalan careke din vîna xwe ya ji bo çareseriya aşitiyane danî û holê, êdî berpiryartî ji vir û şûn ve ya hukûetmê ye.
Serokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: “Banga Rêber Apo, banga me ye. Em jî dê li gorî bangê tevbigerin û em dixwazin hemû hevalên me yên di berxwedanê de ne dawî li çalakiya xwe bînin.”
KCK’ê da zanîn ku berxwedan ji vir şûn de tevger û gelê Kurd dewr girtiye û wiha pê de çû: “Hevalên me yên girtîgehê ji 12’ê îlonê de kom bi kom tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûn. Greva bêdem û dorneveger 67 rojan berdewam kir. hevalên me ev berxwedan bi îradeya xwe ya azad dane destpêkirin.
Daxwaz û armanca berxwedanê ji aliyê rayagiştî ve tê zanîn. Berxwedana greva birçîbûnê navê wê jî li ser re, ne çalakiya rojiya mirinê ye. Çalakiya rojiya mirinê, li gorî wateya xwe heta daxwaz neyên cih didome; grevên birçîbûnê jî ligel ku daxwaz bên cih, di nava civakê de ger heta astekê rayagiştî hatibe avakirin dikare bi dawî bibe. Li vê esasê berxwedana zindanê gihiştiye armanca xwe. Berxwedan ji vir şûn de gelê me û tevgera me girtiye ser xwe.
Di encama greva birçîbûnê ya ku 67 rojan berdewam kir de di nava civakê de rojeke gelek cidî ava bûye. Ligel vê hikûmet û rayedarên dewletê cidiyet vê dîtine û ligel ku nedixwestin jî neçar man ku hin pêngavan biavêjin.”
KCK’ê da zanîn ku berxwedana grevan di serî de li çar parçeyên Kurdistan û Ewropayê bandoreke gelek mezin pêk aniye û wiha hate gotin: “Gelê me di mijara yekitiya netewî û siyasî de bûye yek beden; daxwazên berxwedêran weke daxwazên xwe xwedî lê derketine. Bi deh hezran, sed hezaran rabûne ser piyan. Di pêvajoya berxwedanê de hema hema her roj çalakiya civakî pêş ve çûye û mêtîngerî hatiye neletkirin. Gelek sazî û lijneyên netewî û navnetewî daxwazên çalakgeran di cih de dîtine û piştgirî dane. Li Tirkiyeyê dostên gelê kurd, demokrat û hemû kesên ligel rumeta mirovan piştgirî dane.
Berxwedana zindanan; Bi banga Rêberê Gelê Kurd re bi rumeteke mezin bi serkeftinê encam bûye. Rêberê Gelê kurd ev bang li hemberî gelê me wekî berpirsyariyekê pêk aniye. Ji vir şûnde peywir dikeve ser milê dewlet û hikûmetê. Em jî weke tevger dê li gorî banga Rêber Apo tevbigerin û di esasê de dixwazin hemû hevalên me dawî li çalakiya xwe bînin. Banga Rêber Apo banga me ye. Vê berxwedanê wateya xwe dîtiye û gihiştiye armanca xwe.”
ANF NEWS AGENCY