KCK: Bi awayeke dîrokî bibin bersiv
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê peyamek ji bo merasima oxirkirina sê jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirn şand û got: “Divê bi pêngaveke dîrokî ji bo pêşengên şoreşger bibin bersiv.”
KCK’ê spasiya her kesên ku li seranserê cîhanê piştgirî dan kir û got: “. Ev komkujî di heman demê de bûye lekeyeke reş li ser dîroka huqûq û demokrasiya Ewropayê.” KCK’ê got: “We gişan wekî din bi vê helwesta xwe ya bi rûmet, we biryara bicihkirina navê PKK'ê di nava lîsteya terorê de, bêhukim kir.
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê peyamek ji merasima oxirkirinê ya cenazeyên her sê jinên Kurd ên ku li Parîsê hatin qetilkirin re şand. Peyam wiha ye:”
Şoreşa Kurdistanê li dijî hemû êrişên ji bo tunekirinê û komployan bi vîn û biryardariyeke mezin gelek badîre û astengî li xwe pey xwe hiştin û bi têkoşîneke bêhempa pêşwazîkirina her rojekê, xwe gihandiye heta îro.
Her roj û sala dîroka me ya ku ji têkoşîneke pir hesas pêk tê, berxwedana ku şehîdên me bi qehremanî û fedaiyane meşandine şoreşa Kurdistanê bi pêş xistiye.
Weke her kesayetiya dîrokî ya ku şahidiya dîroka zayînî ya azadiyê kiriye, li hemû qadên şeroşê wezîfe girtiye û bûye xwedî ezmûn, pêzanîn û qabîliyeta pêşengiyê, wê şûna rêheval Sara û hevalên me yên din ên jin jî ti caran neyê dagirtin. Ji ber vê yekê bi awayekî namerdane û bêbext qetilkirina wan û gihîştina wan a şehadetî ji bo me hej û êşeke giran e.
Lê belê em dizanin ku ev rêya dijwar a ku şoreşger li ser dimeşin, her kêliya ku ew dibin gulên sor û axa sar himbêz dikin, ew şoreşa Kurdistanê ji nû ve bi kulîlkan dixemlînin, hildiberînin û di dil û meşiyê hemû beşên civaka xwe ya ku têkoşîna şoreş û sosyalîzmê dimeşînin, zêdetir dijîn û tên jiyandin.
Şoreşger di eslê xwe de ti caran namirin; ew hertim weke kevneşopiya giyan, vîn, berxwedan û têkoşînê dijîn.
Weke ku di 14'ê Tîrmeha 1982'yan de jî hat dîtin, li zîndana Amedê kesên li himberî hovîtiya li dijî rûmeta mirovahiyê, li dijî rûmeta jinbûnê û herwiha ji bo parastina rûmeta gelê kurd û ya hemû gelên bindest, bedena xwe ji mirinê re kirin hedef, di eslê xwe de nemirin; ew hê jî dijîn.
Wan bi şahadetên xwe ji bo Kurdistan û jinên kurd rêyeke nipînû ya azadiyê vekir. Wan di mirinê de jiyaneke geş û serbilind afirand. Faşîzm, mîlîtarîst, netewperest, nijadperest, veqetînxwaz, cinsiyetperest, hêzên dagirker û zihniyeta wan bûn yên binketî û têkçûyî. Mirovahî, gelê me, jin, azadî, sosyalîzm û şoreş jî bi ser ketin. Vê kevneşopiyê hertim wisa dewam kir û xwe gihand îro. Piştî ku şoreşa Kurdistanê her salek ji çil salên xwe li pey xwe hiştin, ev yek hê zelaltir derket holê û hat famkirin. Û îro em gihîştine ber qonaxa tacîdarkirina şoreşê û hê jî bi vîn, biryardarî û coşa roja pêşî ya şoreşê ev têkoşîn dimeşe...
Di qonaxeke wisa girîng a şoreşê de bi hedefgirtin û qetilkirina yek ji avakarên tevgera me PKK'ê, rêhevala me Sakîne Cansiz û hevalên me yên ciwan û pêşeng Fidan Doğan û Leyla Şaylemez, hat xwestin ku derbeyeke mezin li tevgera me were xistin..
LI PARÎSÊ BERSIVA PÊWÎST DAN
Dostên hêja, gelê me yê bi rûmet! Diyar e ku li ser rêya ku digihîje Kurdistanê kend û kosp, kemîn, komplo û komkujî li benda me ne. Qetilkirina van rêhevalên me yên jin jî vê yekê pir eşkere nîşan dide. Bi vê êrişa bêbext, û di pey re jî bi hewldana sûcbarkirina me ji komkujiyê, xwestin hiş û mejiyên civakê tevlîhev bikin. Ev rasterast xwenîşandana giyan û zihniyeteke xwe dispêre rêbazên berevajîkirina heqîqetê û karekî namerdane ye. Tevgera me, gelê me û dostên gelê me û raya giştî ya demokratîk xwediyên vî zimanê ku ji dijminatiya tevgera me dike, pir baş nas dikin û li Parîsê bersiva pêwist careke din dan wan.
Hemû Kurdistaniyan, dostên wan, şoreşgerên têkoşîna sosyalîzmê dimeşînin, hemû jin û derdorên ku têkoşîan aştî, demokrasî û azadiyê bi rêve dibin, ji dil û can êşa vê êrişa bêbext hîs kirin û li dijî faşîzmê ketin nava piştgiriyeke pir xurt û ev yek nîşan dan, û careke din îspat kirin ku kesên bindest, gelên li pey azadiyê û demokrasiyê li ku dera cîhanê dibin bila bibin wê li himberî êrişên faşîzan serî netewînin, teslîm nebin û ev li Parîsê pir vekirî eşkerebû.
Bêguman hem Tevgera jinan a Kurdistanê, hem jî Tevgera ciwanan a Kurdistanê bi şehadeta van rêhevalên me yên mîlîtan wê têkoşîna xwe xurtir û bilindtir bikin. Tenê bi pêngavên dîrokî tevgera me dikare bibe bersiv ji bo pêşengên weke Sara ku ji niha ve navê xwe li rûpelên dîrokê nexişandiye. Tevgera Azadiya
Kurdistanê wê zanibe û karibe vê pêngava dîrokî pêk bîne. Di rojeke me ya wisa bi êş de, em jidilûcan spasiyên xwe pêşkêş dikin ji bo hemû dostên gelê kurd, û sazî, şaxsiyetên hêja yên ku di rojeke wisa bi êş de êşên me parve kirin, gelê me bi tenê nehiştin û bi peyam û çalakiyan ev komkujî û zilma li dijî hevalên me şermezar kirin.
LÎSTEYA TERORÊ BÊ HUKÛM MA
Nerazîbûnên li dijî komkujiyê yên ji ji çar parçeyên Kurdistanê heta Rojhilata navîn, ji Amerîkaya latîn heta Asya û Ewrûpayê hatin nîşandan, û weke lehiyê herikîna kurdan û dostên wan ber bi Parîsê ve û rabûna ser piyan a wijdana mirvahiyê, hemûyan nîşan da ku kes nikare pêşî li têkoşîna azadiyê ya gelan bigire û têk bibe...We gişan wekî din bi vê helwesta xwe ya bi rûmet, we biryara bicihkirina navê PKK'ê di nava lîsteya terorê de, bêhukim kir. Divê neyê jibîrkirin ku ev biryara ku li gorî qanûnan hê jî di meriyetê de ye, ji bo cînayetên siyasî adeta dibe zemîn û dawetiye.
DEMEK BERÎ DEMEKÊ AŞKERE BIKIN
Ji bo ronîkirina vê komkujiya tarî ku bi awayekî bêbext û plankirî hat pêkanîn, hem hûn hem jî em divê em bi israr bixebitin û bibin şopajoyên derxistina holê ya komkujan. Di vê mijarê de em ji hukûmeta Fransayê dipên ku berpirsiyarên vê komkujiya li dijî mirovahiyê, û kesên bi vê komkujiya destên xwe yên qirêj dirêjî bedenên şoreşgerên kurd ên jin kirine, demek ji ya din zûtir derîne holê.
Yekane daxwazî û bendewariya gelê me û raya giştî ya demokratîk jî ew e. Ev komkujî di heman demê de bûye lekeyeke reş li ser dîroka huqûq û demokrasiya Ewropayê. Jêbirina vê lekeyê jî maye li ser biryardariya hukûmeta Fransî ya ku wê ji niha û şûn ve nîşan bide.
DÊ BI AWAYEKE DÎROKÎ ŞEHÎDÊN XWE PÊŞWAZÎ BIKIN
Em zanin ku dema em van şehîdên xwe yên hêja yên şoreşê cara dawî ber bi Kurdistanê ve bi oxur dikin, em tevî êşa xwe ya giran jî, hêvî, bawerî û aramiya xwe diparêzin. gelê Amed, Dêrsim, Elbistan, Mersin û tevahiya gelên Kurdistanê wê şehîdên xwe bi serbilindî û nirxeke mezin û bi awayê herî bi heybet pêşwazî bikin. Bêguman Kurdistan jî eynî weke ku li Parîsê bi awayekî watedar a dîrokî da, wê bi peyameke watedar û dîrokî şehîdên xwe pêşwazî bike.
Em careke din ji bo gelê Kurdistanê, dostên kurdistaniyan, têkoşerên demokrasî û azadiyê, hemû kes û derdorên li rûmeta mirovahiyê xwedî derdikevin û malbata şehîdan yên ku helwesta xwe ya yekîtiya neteweyî û piştevaniya xwe ya navneteweyî raxistin pêş çavan, rêz û hurmetên xwe ji dil û can pêşkêş dikin.
ANF NEWS AGENCY