1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCK: Daxwazên maqûl pêşwazî bikin grev dê bi dawî bibe
KCK: Daxwazên maqûl pêşwazî bikin grev dê bi dawî bibe,kck,daxwazên,maqûl,pêşwazî,bikin,grev,dê,bi,dawî,bibe

KCK: Daxwazên maqûl pêşwazî bikin grev dê bi dawî bibe

KCK’ê daxuyaniyek der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd ku ketiye roja 56’emîn de daxuyaniyek da û bal kişand ku greva birçîbûnê êdî gihiştiye asteke krîtîk.

A+ A-

Serokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de “mafdar û rasteqîn in” û bang li hukûmeta AKP’ê kir ku daxwazên girtiyan qebûl bike. KCK’ê got: “Em weke tevger, bawer dikin ku bê ku şehadet çêbibin, li ser esasê daxwazên maqûl ên berxwedanê bê pêşwazîkirin, dikarin çalakiya xwe bi dawî bikin.”

OCALAN DI TECRÎDEK NEMIROVANE DE YE

KCK’ê got; “Her çendî Rêberê Gelê Kurd ku bi fedekarî û berpirsyartiyeke mezin, protokolên ji bo çareseriyê amade kir û pêşkêşê hukûmeta AKP’ê, lê hukûmeta AKP’ê heta niha tu bersiveke erênî nedaye û di îzolasyon û tecrîdeke ne huqûqî û nemirovane de tê ragirtin.

Hukûmeta AKP’ê şert û mercên sîstema zilmê û kujer a Îmraliyê dijwartir kir û ev zêdetirê saleke bi hincetên necidî yên weke “koster xirabe ye”, hevdîtina Rêberê Gelê Kurd bi parêzeran re asteng dike. Di encama operasyonên qirkirina siyasî de nêzî 10 hezar mirov hatin girtin û avêtin girtîgehan. Şert û mercên ewlehî, tendurîstî û tevgera azad a Rêberê Gelê Kurd nehatiye pêkanîn. Li hemberî van êrîş û polîtîkayên tudraw ên hukûmeta AKP’ê gelê me û tevgera me bi şîara “An Azadî an Azadî” dest bi pêvajoya xurtkirina berxwedanê ya li her qada jiyanê kiriye”

GREV BI ÎRADEYA GIRYAN A AZAD PÊK HATIYE

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku girtiyan bi îradeya xwe dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger kirine û li hemberî zilma AKP’ê bê deng nemaye û seknek bi rumet nîşan daye. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Bila di dîroka PKK’ê de bê zanîn ku hemû berxwedanên girtîgehan her tim bi gitşî bi îrade û biryara azad ya hevalên me pêk hatiye. Berxwedana hevalên me yên zindanan pêşve dibe li hemû qadên têkoşîna azadiyê cihê xwe girtiye. Wekî di mînaka berxwedana zindana Amedê de hatiye dîtin di têkoşîna azadiyê de bi awayekî fiîlî pêşengî kiriye. Tişta ku xeta berxwedana zindana PKK’ê derxistiye holê jî ev kevneşopiye. Bi Mazluman dest pê kir û bi Kemalan, Hayriyan û Ferhatan ev berxwedan berdewam kiriye. Tu kes vê rastiyê nikare berovajî bike û nîşan bike. Girava ku niha li zindanan dest pê kiriye jî bi giştî bi îradeya hevalên me pêk hatiye. Ya ku ji me û gelê me tê xwestin jî eve ku divê em bi berxwedaneke mezin xwedî li vê derkevin.

DAXWAZÊN GIRTIYAN MAFDAR Û RASTBÎN IN

Gelê me, raya giştî ya demokratîk, rêveberên BDP’ê, rêxistinên sivîl, hunermend, nivîskar, rewşenbîr, hemû kesên temsîla raya giştî dikin ketin nava tevgerê û bi hewleke mezin pêwîstiyên wijdanî û exlaqî yên ji bo xwedîlêderketina berxwedana bi rûmet a di zîndanan de, dan. Bê guman, ev hewldanek bi wate û hêja ye. Lê dewleta AKP’ê li hemberî daxwazên berxwedêrên zîndanan ji nedîtî ve hat û di zîhniyeta xwe ya ku rê li ber şedahetan vedike de israr kir. Weke tevger, em daxwazên hevalên xwe yên girtî mafdar, rastbîn dibînin û dikarin bên pêşwazîkirin. Em piştgiriyê didin van daxwazan.

GER DAXWAZÊN BÊN PÊŞWAZÎKIRIN, GREV DIKARE BI DAWÎ BIBE

Berxwedana hevalên me yên girtî yên ku gihiştine sînorê mirinê ketiye roja 56’emîn û bi vî awayî gihiştiye asteke krîtîk. Em bang li gelê xwe dikin ku di vê nûqteya krîtîk ya berxwedanê de, nerazîbûnên xwe yên rewa û demokratîk û rewa bi awayeke xurttir diyar bikin. Em hewldanên gelek rêxistin û kesayetên ku li hemberî çareseriya pirsgirêkê bihîstiyar in bi wate dibînin û em bawer dikin ku ev hewldanên ku temsîla wijdana raya giştî dikin dê bigihin encamekê.

Em weke tevger, bawer dikin ku bê ku şehadet çêbibin, li ser esasê daxwazên maqûl ên berxwedanê bê pêşwazîkirin, dikarin çalakiya xwe bi dawî bikin. Ji ber vê jî em bang li her kesê dikin ku ji bo ev daxwazên maqûl bêne qebûlkirin hewldanên xwe zêdetir bikin û em bang li hukûmeta AKP’ê jî dikin ku dest ji usluba û helwesta xwe ya xizmeta çareseriyê nake berde û pêşwazîkirina daxwazên berxwedêran weke lawazî û paşde gav avêtinê nebîne, bersiveke erênî bide aliyên ku ji bo çareseriyê hewl didin û tişta ku dikeve ser milê xwe di demek zû de pêkbînin.”

ANF NEWS AGENCY