KCK: Di serdema AKP’ê de qetilrkirina jinan zêde bûye
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şideta li Ser Jinê peyamek weşand. KCK'ê di peyamê de diyar kir: "Di dema desthilatiya AKP'ê de qetilkirin û tundiya li hemberî jinê zêde dibe"
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Tundiya li hemberî jinê di roja me de gihiştiye asta komkujiyê" banga piştgiriyê ji jinan re kir.
KCK'ê di daxuyaniya xwe ya bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şideta li Ser Jinê weşandî de ev tişt gotin: "Hemû zext û tundiya li hemberî jinê hebûna xwe ji çanda tecawizê digire. Gelên bindest jî wekî jinê di nava heman pirsgirêkan de dijîn. Dagirkerî, metîngerî û tundiya di nava civakê de bi cih bûye hemû jî çavkaniya xwe ji vê yekê digire. Heta ku jin li hemberî vê yekê serî hilnede û dest bi têkoşîne neke, ev pergal wê wiha biajo.”
KCK’ê got; “Li her derê cîhanê li hemberî hebûn, nasname û ewlehiya jinê tundî bê navber didome. Pergala dewletparêz, dixwaze metîngeriya xwe ya li ser jinê mayînde bike. Her wiha di aliyê din de ev pergal ji ber şiyarbûn û têkoşîna jinê jî di nava tirs û xofek mezin de ye. Her kî ku li hember vê pergalê derdikeve dibe armanca êrîşan. Rêber Apo jî ji ber ku li hemberî desthilatdariya zilam azadiya jinê parastiye û li ser vî esasî modernîteya kapîtalîst red kiriye bû armanca pergala pêşverû. Niha Rêber Apo bê mafê ewlehî, tenduristî û jiyanê di nava pergala Îmraliyê ya îşkenceyê de berxwedanek bêhempa dide meşandin."
Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di şexsê desthilatdariya AKP'ê de pergala metînger û dagirker niha di serî de li hemberî jina kurd û hemû derdorên azadîxwaz qirkirina siyasî, metîngeriya aborî, dagirkeriya leşkerî û dorpêçkirina hiqûqî daye destpêkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di dema desthilatiya AKP'ê de qetilkirin û tundiya li hemberî jinê gihiştiye asta herî bilind û ev tişt lê hatin zêdekirin: "Desthilatdariya AKP'ê ji pêhtir hikûmetên komarê di dema xwe de êrîş li hemberî jinan pêk aniye. Li hemberî jinan û kurdan şerê bi giştî îlan kiriye. Em bi vê minasebetê jinên berxwedêr ên li hemberî vê desthilatdariyê berxwedana hebûn û tunebûne didin slav dikin. Têkoşîna me ya li hemberî çanda tecawuzê ya li ser xeta Rêber Apo bê guman wê bigihije serkeftine.
Em bang li hemû jin û ciwanan dikin ku di vê pêvajoya dîrokî de asta têkoşîna xwe xurt bikin û rola xwe bilîzin."
ANF NEWS AGENCY