1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCK: Divê bi serhildanan bersiva êrîşan bê dayîn
KCK: Divê bi serhildanan bersiva êrîşan bê dayîn,kck,divê,bi,serhildanan,bersiva,êrîşan,bê,dayîn

KCK: Divê bi serhildanan bersiva êrîşan bê dayîn

A+ A-

BEHDÎNAN/ANF Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir, ku polîsên AKP'ê bi zanebûn ciwanê Kurd ê bi navê Mûzaffer Gurul qetil kirine. KCK'ê da xuyakirin, ku di nava mehekê de zêdeyî 40 mirov hatine qetilkirin û destnîşan kir, ku divê bi serhildanan bersiv ji êrîşên hikûmeta AKP'ê re bê dayîn.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, ji malbata Mûzaffer Gurul ê ji aliyê polîsên AKP'ê ve hat qetilkirin û gelê Kurd re sersaxî xwest. KCK'ê ragihand, ku li sedan kuştinên di nav desthilatdariya 12 salan a AKP'ê de yeka din zêde bûye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Polîsê AKP'ê, li ser rêya bejahî ya Amed-Çewlikê bi hinceta ku li hişyariya raweste guhdarî nekiriye, ciwanê Kurd ê bi navê Mûzaffer Gurul hedef girtiye û qetil kiriye" û ev xal hat destnîşankirin:

"Di desthilatdariya AKP'ê de kuştina Kurdan û berxwedêran êdî normal bûye. Di nava mehekê de zêdeyî 40 mirov hatine qetilkirin, lê belê polîsê AKP'ê hesabê ti ji van cînayetan nedaye. Berevajî, bi cesareta ji Qanûna Ewlekariyê werdigire, zêdeyî hezar kes girtiye û binçav kiriye.

Li hemberî êrîşên AKP'ê yên jiyana mirovan ji nedîtî ve tê, kuştin û girtinên qirkirina siyasî wê gelê me û hêzên têkoşîna demokrasî û azadiyê dimeşînin, bi serhildanan bersiv bidin."

'PÊWÎSTE LI DIJÎ ZILMÊ BERXWEDAN BÊ XURTKIRIN'

KCK'ê da xuyakirin ku desthilatdariya AKP her roj behsa asayîş û ewlekariyê dike û got, "Heta ku vî mejî neterikîne û Tirkiye demokratîk nebe, pirsgirêka Kurd çareser nebe, wê gelên me têkoşîna xwe ya li hemberî van pêkanîn û polîtîkayan xurtir bikin. Ev nerazîbûnên gel ne pirsgirêka asayîşê ye, mafê rewa yê berxwedana demokratîk û mafdar a li dijî zilm û zordariyê ye. Divê bîranîna her kesên di van êrîşan de şehîd ketine, weke sedema xurtkirina têkoşînê bê nirxandin. Berxwedan, heta ku ev hikûmet dest ji hişmendiya asayî û ewlekariyê berde, wê dewam bike."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bang li gel kir ku bi serhildanan xwedî li cenazeyê Mûzaffer Gurul derkeve.