KCK: Divê gelê kurd xwedî li girtiyên girtîgeha Urmiyê derbikevin
NAVENDA NÛÇEYAN/ROJNEWS Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê derbarê greva birçîbûnê ya girtiyên kurd ên li Girtîgeha Urmiyê ku 24 roja di greva birçîbûnê de ne daxuyaniyek nivîskî belav kir. KCK’ê bang li hikûmeta Îranê kir ku demildest dest ji polîtîkayên ku dibin sedema greva birçîbûn û pêkanînên li ser girtiyan berde. KCK’ê got ku divê daxwazên girtiyan bên cih û pirsgirêkên heyî di demek nêz de bên çareserkirin û her wiha bang li gelê Kurd û aliyên hestyar kir ku bi berxwedêrên zîndanê re bikevin nava piştevaniya aktîf.
Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li Girtîgeha Urmiyey ya Rojhilatê Kurditsanê greva birçîbûnê ya girtiyên şoreşger ev 24 roje berdewam dike û wiha got: “Sedema greva birçîbûnê, pêkanînên keyfî, sirgûnkirin, girtiyên edlî yên maddeyên hişber bikar tînin, dizî kirine dikin koxuşa wan, ferzkirina sîxuriyê û binpêkirina mafê wane.” Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyand ku girtî her tim di bin tehdîda darvekirinê de ne û wiha got: “Sedema sereke ya pirsgirêkê jî, pirsgirêka Kurd e.”
Di daxuyaniyê KCK’ê wiha tê gotin: “Dewleta Îranê li ser girtiyên şoreşger her tim îşkence û darvekirinê wek şûrê Demokles bikar tîne û li ser girtiyan zext û şîdetê pêk tîne, serî li binpêkirinên cidî dide, ev ne ji berjewendiya Îran, ne gelan û ne jî ya gelê Kurd re xizmetê dike. Ya rast û mirovane, ewe ku pisgirêka Kurd bi rêya diyalog û muzakereyê bê çareserkirin.”
KCK’ê ragihand ku divê her kes li hemberî van hewldanên Îranê bêdeng nemînin û wiha got: “Berevajî vê tê zanîn ku gelê Kurd li dijî pêkanînên zîndan, darvekirin û her cureyê pêkanînên xerab bi hêrs û hestiyariyek mezin tevdigere. Di vê pêvajoya ku geşedanên girîng li Rojhilata Navîn rû didin, polîtîkayên dij Kurdan ti tiştekî bi kesî nade qezenckirin.”
Di dawiya daxuyaniya KCK’ê de wiha tê gotin: “Di grevên birçîbûnê de windahî çêbibin ev ê bi xwe re pirsgirêkên gelek giran û girîng bîne. Ji ber vê yekê em bang li dewleta Îranê dikin ku demildest dest ji van polîtîkayên xwe berde, daxwazên girtiyan bînin cih û pirsgirêkên heyî di demek kurt de çareser bikin. Bi heman awayî em bang li hemû gelê xwe û aliyên hestiyar dikin ku bi berxwedêrên zîndanê re bikevin nava piştevaniya aktîf û li ser esasê hêzek mezin xwedî lê derkevin.”