1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCK: Divê her kes li hember komkujiyan rabe ser piyan
KCK: Divê her kes li hember komkujiyan rabe ser piyan,kck,divê,her,kes,li,hember,komkujiyan,rabe,ser,piyan

KCK: Divê her kes li hember komkujiyan rabe ser piyan

KCK: Êrîşa li hemberî gelê sivîl û gundê Zergelê yê Qendîlê bûye xeleka dawî ya êrîşên hêzên mêtînger ên li dijî gelê me. Ji ber vê yekê pêwîste tevahiya gelê Kurdistanê rabe ser piyan û li dijî berpirsyariyên vê komkujiyê têbikoş e

A+ A-

BEHDÎNAN - ANF Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Êrîşa li hemberî gelê sivîl û gundê Zergelê yê Qendîlê bûye xeleka dawî ya êrîşên hêzên mêtînger ên li dijî gelê me. Heta ku tevahiya gelê Kurdistanê li dij dernekeve, ne pêkane ku ev êrîş bê sekinandin. Ji ber vê yekê pêwîste tevahiya gelê Kurdistanê rabe ser piyan û li dijî berpirsyariyên vê komkujiyê têbikoş e. Pêwîste gelê Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê, gelên herêmê û hêzên demokrasiyê li dijî van komkujiyan rabin ser piyan."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku dewleta Tirk şerê topyekûn ê li hemberî gelê Kurd li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê dewam dike. KCK'ê di daxuyaniya xwe de got, "Tevî ku li Bakurê Kurdistanê li her cihî êrîşî gelê me dike, ev hefteyeke Herêmên Parastinê yên Medyayê jî bi balafir û topan bombebaran dike. Herî dawî êrîşî gundê Zergelê yê Ranya yê Başûrê Kurdistanê kir, jin, zarok, extiyar 10 gundî qetil kir, bi dehan ji wan birîndar kir. Rûxandina gund nîşan dide ku hatiye xwestin ev gundiyên li Başûrê Kurdistanê bi temamî ji holê bên rakirin. Bi vê êrîşê re nîşan daye ku gelê Başûrê Kurdistanê hedef digire.

Ev êrîş, êrîşa destpêkê ya li hemberî gelê Başûrê Kurdistanê nîne. Di salên 1990'î de bi dehan caran gelê me yê ji Başûrê Kurdistanê hatiye qetilkirin. Di 15'ê Tebaxa sala 2001'ê de ji ber bombekirina gundê Kendekolê yê qada Xinêrê, bi qasî 50 gundî hatibûn qetilkirin. Hikûmeta AKP'ê, bi modela Srî Lankayê re weke parçeyek ji êrîşên tinekirina ji binî ya Tevgera Azadiyê ya Kurd, di sala 2011'an de li wesayîteke li ser rêya Qendîl Ranya xist û yek jê bebek, sê zarok bi giştî 7 kes ji malbatekê qetil kir. Komkujiya Zergelê bû xeleka dawî ya komkujiyên dewleta Tirk ên li hemberî Başûrê Kurdistanê. Bi van komkujiyan re dewleta Tirk dixwaze gundan vala bike."

'EV ÊRÎŞÊN HEWAYÎ NÎŞAN DIDIN KU DEWLETA TIRK ŞER LI BAŞÛR BELAV KIRIYE'

Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser van xalan:

"Êrîşên ewçend bê perwa yên dewleta Tirk li hemberî Başûrê Kurdistanê, qetilkirina gundiyan, birîndarkirina bi dehan gundiyan, xerakirina dehl û rezan, şewitandina daristanan, ji bêdengiya Hikûmeta Başûrê Kurdistanê cesaretê digire. Ne rasthatine ku komkujiya Zergelê heman piştî hevdîtinên Musteşarê Karên Derve Ferîdûn Sînîrlîoglû yên li Hewlêr û Silêmaniyeyê, pêk hatiye. Hikûmeta AKP'ê rewatiya van êrîşan dispêre daxuyaniyên PDK'ê. Komkujiya Zergelê nîşan dide ku Ferîdûn Sînîrlîoglû di hevdîtinan de ragihandiye ku êrîş wê zêde bibin û gef xwariye ku gundên li herêmê werin valakirin.

Ev êrîşên hewayî bi awayekî vekirî radixe pêş çavan ku dewleta Tirk şer li Başûrê Kurdistanê belav kiriye. Dewleta Tirk ne tenê dijminê gelê Bakurê Kurdistanê ye, dijminê tevahiya gelê Kurdistanê ye. Dijminatiya li Şoreşa Rojava nîşan dide ji aliyê tevahiya gelê me û cîhanê ve hatiye dîtin. Eger ev êrîşên dewleta Tirk neyên sekinandin, êrîş wê li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê me yê li hemû parçeyên Kurdistanê dewam bike. Ji ber vê yekê berxwedana li hemberî van êrîşan, berxwedana jiyana demokratîk û azad a tevahiya gelê Kurdistanê ye.

'LI BAŞÛR, BAKUR, ROJAVA Û ROJHILAT DIVÊ GELÊ ME RABE SER PIYAN'

Êrîşa li hemberî gelê sivîl û gundê Zergelê yê Qendîlê bûye xeleka dawî ya êrîşên hêzên mêtînger ên li dijî gelê me. Heta ku tevahiya gelê Kurdistanê li dij dernekeve, ne pêkane ku ev êrîş bê sekinandin. Ji ber vê yekê pêwîste tevahiya gelê Kurdistanê rabe ser piyan û li dijî berpirsyariyên vê komkujiyê têbikoş e. Pêwîste gelê Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê, gelên herêmê û hêzên demokrasiyê li dijî van komkujiyan rabin ser piyan.

Bi wesîleya vê komkujiyê em bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê dikin ku helwesta xwe ya li hemberî van êrîşan biguherîne û li cem gelê Kurd ê li dijî êrîşan li ber xwe dide, cih bigire. Pêwîste tevahiya hêzên siyasî û gelê me yê li Başûrê Kurdistanê, li dijî van êrîşên Tirkiyeyê bi hev re tevbigerin û van êrîşan bisekinînin. Girîng e gelê Başûrê Kurdistanê jî ber bi van qadên sivîlan ên rastî êrîşê hatin bimeşe û helwesteke zelal nîşan bide.

'GELÊ ME TI CARÎ TÊK NEÇÛ, WÊ TÊK NEÇE'

Çend saet beriya komkujiya Zergelê, li Agirî sê sivîl hatin qetilkirin. Li bi sedan sivîlên di dema desthilatdariya AKP'ê de hatin qetilkirin sê sivîlên din zêde bûn. AKP'ê di dema rewşa agirbestê de jî bi dehan sivîl qetil kiribû. Şer hebe yan tinebe, hikûmeta AKP'ê êrîşa li hemberî sivîlan, çavtirsandina gel, weke rê û rêbazekê dibîne. Tayyîp Erdogan, di sala 2006'an de li hemberî xwedîderketina gel a li cenazeyên şehîdan, bi gotina 'zarok jî be, jin jî be ya pêwîst çi be wê were kirin' fermana qetilkirina ciwan, extiyar bi dehan sivîlan da. Ev yek rastiya vê zîhniyetê derdixîne holê. AKP ji ber ku xwedî zîhniyeta çareseriya pirsgirêka Kurd nîne, wê van êrîşên ji bo çavtirsandina gel ji niha û pê ve jî dewam bike. Bê guman gelê me ti carî têk neçû, wê têk jî neçe. Gelê Kurd, heta azad bibe û welatekî ev komkujî lê tinebe biafirîne, wê vê têkoşîna xwe dewam bike.

BANGA LI HÊZÊN DEMOKRASIYÊ

Li dijî van komkujiyên li hemberî sivîlan, ne tenê gelê Kurd, pêwîste hêzên demokrasiyê, rewşenbîr û nivîskarên Tirkiyeyê jî rabin ser piyan. Hikûmeta AKP'ê şerê qirêj ê salên 1990'î careke din xistiye meriyetê. Di salên 1990'î de ne tenê li hemberî gelê kurd şer hatibû îlankiribû, şerekî qirêj ê wijdanê tevahiya gelên Tirkiyeyê diêşan, dihat meşandin. Di wan salan de îlan kiribûn ku vî şerî li dijî gelê Tirkiyeyê dimeşînin. Hikûmeta AKP jî niha dibêje ku vî şerî li ser navê gelê Tirkiyeyê dimeşîne. Pêwîste gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê nîşan bidin ku ev şer ne li gorî berjewendiyên wan e û têkoşîna xwe ya demokrasî û azadiyê bi gelê Kurd re mezin bikin. Tirkiye ancax bi têkoşîneke hevpar a gelê Tirkiyeyê û gelê Kurd re demokratîk bibe, azad bibe.

'DIVÊ HÊZÊN NAVNETEWEYÎ LI HEMBERÎ KOMKUJIYAN BÊDENG NEMÎNIN'

Pêwîste hêzên navneteweyî, li hemberî komkujiyên dewleta Tirk ên li dijî komkujî û talankirina xwezayê, dawî li bêdengiya xwe bînin. Divê nebe hevparê van êrîşên hov û qirêj ên dewleta Tirk. Êrîşên dewleta Tirk ên bi vî rengî ne ya destpêkê ye, ne jî wê ya dawî be. Dema mirov heqareta li cenazeyan tê kirin bînin pêş çavên xwe, hingî baştir tê fêmkirin ku dewleta Tirk wê di êrîşa xwe ya li hemberî zindiyan de ti pîvanan nas neke. Ji ber vê yekê divê hêzên navneteweyî û raya giştî ya demokratîk tavilê li hemberî van êrîşan helwestê nîşan bidin û dest ji helwest û gotinên cesaretê didin van êrîşan, berdin.

'BI BERXWEDANEKE TOPYEKÛN RE ÊRÎŞ DIKARIN WERIN SEKINANDIN

Pêwîste gelê me û hêzên demokrasiyê li dijî van êrîşan rêxistinbûyîna xwe xurt bikin, bi têkoşîna li ser vê bingehê were meşandin re dikarin pêşî li komkujiyên bi vî rengî yên dewleta Tirk bên girtin. Divê gelê me êdî vê rastiya dewletê bibîne û xwe biparêze, tedbîrên xwe bigire. Divê jiyana xwe nede destê hêzên zalim.

Hikûmeta AKP'ê li hemberî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê şerekî topyekûn daye destpêkirin. Divê gelê me jî bibîne ku bi berxwedan û parastineke topyekûn re ancax êrîş werin sekinandin.

Em ji malbatên hemû mirovên me yên li Zergelê, Agirî, Cizîr, Nisêbînê bi êrîşên dewleta Tirk re hatin qetilkirin sersaxiyê, ji birîndaran re şîfa xêrê dixwazin. Dewleta Tirk wê ji sedî sed hesabê van komkujiyan bide, gelên me wê bigihêjin jiyaneke azad û demokratîk."