KCK: Divê sînor bên rakirin, Riha û Kobanê bibin yek
“Em sînoran rakin, Riha û Kobanê bikin yek êrîşkariya DAIŞ têk bibin Şoreşa Rojava veguherînin şoreşa tevayî gelên Sûriye û Rojhilata Navîn.”
BEHDÎNAN / ANF 20.09.2014 08:58:51 Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, banga tevlîbûna ji berxwedana Kobanê re û têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ di serî de ji bo gelê Riha xwest bibe têkoşîna tevayî gelê Kurdistanê. KCK’ê got, “Em sînoran rakin, Riha û Kobanê bikin yek êrîşkariya DAIŞ têk bibin Şoreşa Rojava veguherînin şoreşa tevayî gelên Sûriye û Rojhilata Navîn.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya nivîskî ya weşand de got, berxwedana gelê Kobanê tevayî gel di mijara têkoşîna azadî û demokrasiyê de bi cesaret kiriye. Hevserokatiya Konseya KCK’ê diyar kir divê ciwanên Bakurê Kurdistanê ber bi Kobanê û Şoreşa Rojava ve biherikin û got, “Pêwîst e bi dehhezaran ciwan beşdarî berxwedanê bibin û bersivê bidin faşîzma DAIŞ.”
Hevserokatiya Konseya KCK’ê da xuyakirin ku gelê Kobanê bi jin, zilam, ciwan û îxtiyaran biryara xwe ya li hember faşîzma DAIŞ nîşan dane û got, “Faşîstên DAIŞ êrîş dikin, gelê Kobanê YPG û YPJ li ber xwe dide. Nîşanî tevayî cîhanê dide ku welatparêzî, şoreşgerî û bawerî li hember her cure êrîş û teknîkê dikare li ber xwe bide.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, diyar kir berxwedana Kobanê di serî gelê Kurd tevayî gelên Rojhilata Navîn rûmetdar kiriye.
‘LI PIŞT ÇETEYÊN DAIŞ TIRKIYE HEYE’
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya nivîskî ya weşand de got ku berxwedana gelê Kobanê tevayî gel di mijara têkoşîna azadî û demokrasiyê de bi cesaret kiriye û ev xisûs diyar kir, “Çi qasî bê înkarkirin bila bê înkarkirin. Çi qasî bêjin tu têkiliya me nîne bila bêjin, yek ji hêza li pişt çeteyên DAIŞ jî Tirkiye ye. Dewleta Tirk a li dijî DAIŞ helwest nîşan nade, ji bilî çapemeniya şoreşger û demokrat, çapemeniya alîgir û dewletperest ku payeya milîtan li faşîstên DAIŞ dikin dibe îfadeya vê têkilî û piştgiriyê. Dewleta Tirk ji bo şoreşa Rojava û gelê Kurd zeîf bike DAIŞ dide êrîşkirin. Şerê qirêj ê li hember têkoşîna azadî û demokrasiyê niha jî bi vî awayî bi rê ve dibe. DAIŞ li ser navê dewleta Tirk şerê wekaletê bi rê ve dibe. Êrîşa li hember Kobanê bi awayekî aşkera nîşan dide ku DAIŞ, li hember Têkoşîna Azadiyê ya gelan ji aliyê paşverûtiya navneteweyî û herêmê wek hêzeke êrîşî tê bikaranînin.
Tirkiye yek ji muttefîk û destekvanê DAIŞ ê herî bingehîn e. PDK’ya hêza tifaqa Tirkiyeyê ku got, ‘Di êrîşa DAIŞ de Tirkiye bi me re nebû alîkar’, nîşan dide têkiliya Tirkiye-DAIŞ ji têkiliya Tirkiye-PDK hê kûrtir û berfirehtir e. Daxuyaniyên rayedarên PDK’ya ku bi dehê salan e aboriya Tirkiye li ser lingan digire, têkiliya Tirkiye û DAIŞ nîşan dide. Hikûmeta AKP’ê bi DAIŞ re qedera xwe kiriye yek. Tenêtiya xwe ya li herêmê dixwaze bi DAIŞ re derbas bike. Di çapemeniya cîhanê de têkildarî têkiliyên Tirkiye-DAIŞ ku belge hatin weşandin vê rastiyê radixe bar çavan. Serbestberdana 49 wezîfedarên konsolosxaneyê jî di encama pişgiriya Tirkiyeyê ya ji DAIŞ re pêk hat. Bi taybet herî dawî di êrîşa Kobanê de ku bi DAIŞ re hevkarî çêkir di encama wê de dawî li lîstika rehîneyan a çend meh in didome hat.”
TIRKIYE POLÎTÎKAYA XWE YA HERÎ DÛRU DIMEŞÎNE
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku Tirkiye polîtîkaya xwe ya herî dûru ya dîroka xwe dimeşîne û wiha berdewam kir: “Li aliyekê DAIŞ’ê bi ser gelê Kurd de dibe û li aliyê din jî propagandaya ciwanên sînorê Tirkiyeyê çawa hembêz dike dike. Ev helwesta wan dê di dîrokê de cihê xwe bigire. Lê dê wek mînaka dûritiyê cihê xwe bigire. Armanca Tirkiyeyê ya di êrîşên DAIŞ’ê de ev e ku Kobaniyê vala bike û bê Kurd bihêle. Bi vî awayî hedef dikin ku şoreşa Rojava bandorê li ser Bakurê Kurdistanê neke. Armanca têkiliya Tirkiyeyê ya bi DAIŞ’ê re ev e ku Têkoşîna Azadiya Bakurê Kurdistanê qels bike û qirkirina çandî temam bike. Divê hemû gelê Kurdistan û hêzên demokrasiyê bizanin ku polîtîkayên Tirkiyeyê wisa ne û li gorî vê bibin xwedî helwest.
KCK’ê destnîşan kir ku gelê Kobanê ne tenê ji bo Rojava, ji bo azadiya hemû Kurdistan û gelê Rojhilata Navîn li ber xwe dide û wiha berdewam kir: “Ji ber vê yekê piştgiriya ji bo berxwedana Kobanê dayîn deynê me Kurdan û hemû gelên Rojhilata Navîne. Tenê piştgirîdayîn jî têr nake û divê tevlî vê berxwedanê bibin. Şoreşa Rojava divê li Rihayê belav be, Şoreşa Rojava û Bakurê Kurdistanê bibe yek, DAIŞ’ê di xwîna ku dirijîne de bifetisîne. Divê Riha bi Kobanê re bibe yek û DAIŞ’ê têk bibe. Divê faşîzma DAIŞ’ê hemû gelê Riha û Bakurê Kurdistanê li pêş xwe bibîne.
DIVÊ CIWANÊN BAKURÊ KURDISTANÊ BIHERIKE ROJAVA
Divê hemû ciwanên Bakurê Kurdistanê biherikin Kobanê û Şoreşa Rojava. Divê bi dehhezaran ciwan tevlî berxwedana ku tê meşandin bibe û bersivê bide faşîzma DAIŞ’ê. Divê li şûna her şervanê ku di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de şehîd ketiye bi sedan ciwan tevlî şoreşê bibin. Bi tevlîbûn û berxwedaneke mezin divê DAIŞ bê tarûmarkirin. Her wiha bi DAIŞ’ê re divê hikûmeta Tirk û AKP jî têk bibin.
Divê hemû gelê Kurdistanê bizane ku, heta faşîzma DAIŞ’ê têk neçe, ne li Bakurê Kurdistanê û ne jî li parçeyên din yên Kurdistanê gel nagihêje azadiya xwe. Her ku DAIŞ êrîş bike dê di çareseriya pirsgirêka Kurd de pêngav neyê avêtin. Niha polîtîkayeke çareseriyê ya AKP’ê tune. DAIŞ’ê bi ser Kurdan de dibe û dixwaze berxwedana Kurdan têk bibe.
ÊRÎŞA DAIŞÊ DIVÊ WEK ÊRÎŞA TIRKIYEYÊ BÊ DÎTIN
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku divê gelê Kurd êrîşa DAIŞ’ê wek êrîşa dewleta Tirk jî bibîne û li dijî van polîtîkayên dûru yên AKP’ê berxwedana xwe bilind bike.
Daxuyanî wiha berdewam kir: “Berxwedana li Kobanê li dijî DAIŞ’ê nîşandan, divê biguhere berxwedana li dijî hikûmeta AKP’ê û divê polîtîkaya hevpar a AKP û DAIŞ’ê têk bibe. Çareseriya pirsgirêka Kurd û jiyaneke azad û demokratîk ancax bi vê nêzîkatiyê pêk were. Em bang li hemû kesî dikin tevlî berxwedana Kobanê bibin û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê di serî de Riha bikin têkoşîna gelê Kurdistanê.
Divê sînor bên rakirin û Riha bi Kobanê re bê yekkirin, DAIŞ bê têkbirin, şoreşa Rojava bibe şoreşa gelên Sûriye û Rojhilata Navîn. Em şehîdên Kobanê bi rêz bi bîr tînin û em gelê Kobanê û şervanên fedayî silav dikin."