KCK dê biryara dawî bide
BEHDÎNAN - Endamê Komîteya Parastina Gel a KCK’ê Piling Zerdeşt, destnîşan kir ku gelê kurd, ji bo Newroza îsal, amadekariya herî mezin û bi coş kiriye û biryara dawî jî dê têkoşîna gelê kurd bide, Newroz mizgîniya biharê ye.
Endamê Komîteya Parastina Gel a KCK’ê Piling Zerdeşt, got ji sedema ku têkoşîna gelê kurd dê biryara dawî bide, ew e Newroz jî dê bibe Newroza ku gelê kurd li nirxên xwe teva xwedî derbeve. Piling Zerdeşt, got gelê kurd, xwedî biryar e ku Newroza 2011’an bike Newroza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdllah Ocalan. Piling Zerdeşt destnîşan kir Newroz, cejna azadiya gelan e û wiha got: "Newroz ji nû de vejîna, mizgîniya biharî ye. Pêwîst e berdêlên hatin dayin bê fêmkirin. Bi vê mebestê em agirê Newrozê wek hêvî, bawerî û riya azadiyê bi nav dikin. Di şexsê PKK’ê de, Kawayê hemdem Mazlum Dogan, li dijî faşîzma 12’ê Îlonê serhildan e û pêxistina agirê Newroza serhildêr e.
LI HER DERÊ SERHILDAN
Zerdeşt, diyar kir ku Newroza 2011’an, Newroza azadiyê ye û wiha got: “Bêguman Dehakên roja me jî hene. Bi vê mebestê Newroza 2011’an, li dijî despotîzma AKP’ê, faşîzma dewletên dagirker, pêxistina agirê serhildanê ye. Lewma nirxê Newroza îsal giranbuha ye û serîhildana gelên herêmê ye. Di pêvajoya Newroza îsal de, gelên Rojhilata Navîn li ser lingan e. Gelê kurd jî li ser lingan e. Zerdeşt, bilêv kir ku, ev Newroz, gava yekemîn a azadiya Ocalan û azadiya gelê kurd e û wiha got: “Starta azadiya gelê me û Serokatiya me ye. Lewma Newroza 2011’an wek Newroza azadiyê tê binavkirin. Bi vê pêwanê, haraketa PKKê, hêza milîtanên wê û gel dibin yek sîwanê de kom bûne û îradeyeke mezin destnîşan kirine, berdêl çi dibe bila bibe wê bi vê îradeya polayî ber bi azaidyê bimmeşin. Newroza îsal, ne tenê ji bo dewleta Tirk mesaj e, ji bo hêzên Rojhilata Navîn û ji bo Hêzên navneteweyî teva mesaj e. Ev jî tê wateya ku pirsgirêka Kurd, di çaçroveya demokratîk de werê çareser kirin, wê gerila bi gel re, şoreşê temam bike.
MÎSYONEKE DÎROKÎ
Piling Zerdeşt, şoreşa gel ku wê dibin pêşengiya gerila de pêkwerê jî bi van gotinan anî ziman: Serîhildana Gel, îradeya gel e. Têkoşîna gelê kurd jî wê biryara dawî bide. Lewma Newroza îsal tê wateya ku nirxên civaka Kurd teva wê rabin ser lingan û bikevin nava tevgerê. Şerê gel jî di vê çaçrovê de watedare dibe. Em jî dibêjin têkoşîna gel Kurd wê gihiştina civaka demokratîk û jiyana bi rûmet bi serkeitnê tacîdar bike. Gelê kurd di Newroza 2011’an de wê vê mesajê bide û bibe xwedî misyoneke dîrokî. Piling Zerduşt bal kişande ser rolo û misyona ciwanan û got: Ciwanên kurd, dînamîzma gelê kurd in û wê bibin peşenga azadiyê jî. Modernîteya Kapitalist, kujeirya herî zêde û têkbirinên herî mezin lis er ciwanan û jinê dike, bi vê pêwanê ciwan û jin xwedî berpirsiyarî ne, pêwiste bi vê binbarî û berpirsiyariya xwe jî rabin. Em dixwaizn ku ciwanên kurd 24 seata li ser lingan bin û rol û misyona xwe ya aktîf bilîzin.
HÊZA XWE NÎŞAN BIDIN
Endamê Komîteya Parastina Gel a KCK’ê, Piling Zerduşt, herî dawî got ku AKP’e dixwaze ku kurdên xw e bi afirîne û ev jî tê wateya kurdên mirî û got: Deshilatdariya AKP’ê êrşî her cure nirxên gelê kurd dike û di serî de êrşî Rêber Apo dike. Eger AKP’e cesareteke wiha dike, ji qelsî û lewaizya ciwanan tê, Ev tê wateya ku Ciwan berisva AKP’ê û êrîşên AKP’ê nade. Lewma pêşî dive ku ciwan xwe dibin çavan re derbas bikin. Ev Newroza Ciwanan e û pêwiste Ciwanên kurd di vê Newrozê de starta têkoşîna dijwar bidin û hêza gelê kurd şanî dost û dijminan teva bidin. Da ku her kî bê jî ku ev Newroz ya Ciwanan e.
ANF NEWS AGENCY