KCK: Em piştgirî didin têkoşîna Rojava
“Gelê Kurd, di çarçoveya yekitiya demokratîk a Sûriyeyê de, dixwaze mafên xwe yên xwezayî bi dest bixe.”
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya der barê bûyer û geşedanên li Rojavayê Kurdistanê diqewimin de daxuyaniyek da û diyar kir ku ew piştgirî didin yekitiya di navbera hêzên Kurdan de hatiye pêkanîn. KCK’ê got; “Gelê Kurd, di çarçoveya yekitiya demokratîk a Sûriyeyê de, dixwaze mafên xwe yên xwezayî bi dest bixe.”
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniyek nivîskî de ragihand ku ew weke KCK’ê avakirina sîstema “Heyeta Bilind a Kurdan” a ji bo Rojavayê Kurdistanê rast dibînin û nerazîbûn nîşanî hewldanên çapemeniya Tirk ên li hemberî têkoşîna gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê da.
Daxuyaniya KCK’ê wiha berdewam dike; “Li herêma me pêşveçûnên girîng diqewimin. Di vê çarçoveyê de rewşa Sûriyeyê her ku diçe aloztir dibe û ev yek ciddiyeta vê rewşê radixe ber çavan. Di vê pêvajoya krîtîk a ku şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ber bi şereke herêmî ve diçe de, vîn û têkoşîna gelên civaka Sûriyeyê pêk tînin, nîşan bidin xwedî roleke diyarker in. Gelê Kurd ku di têkoşîna demokratîk a li Sûriyeyê de xwedî cihek girîng e, bi her awayî li dijî tundiyê ye, bi hêza xwe têkoşîneke siyasî pêş xistiye û destkeftiyên girîng bi dest xistiye.”
KURDAN JI DÎROK DERS DERXIST
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate detnîşankirin ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ji bo ku polîtîkatiya mêtînger a Suriyeyê û înkarê ji holê rabike, ji bo ku mafên netewî yên xwezayî yên gelê kurd bên nasînn, ji bo ku hemû gelên Suriyeyê ligel hev bi awayekî azad û demokratîk , wekhev bijîn ev bi salan e têkoşînê dimeşînin û bedelên gelek mezin dane. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Ev têkoşîn bi taybetî di serê sala 2011’an de şert û mercên xwe bi hêztir kiriye. Em dibînin ku siyaseta Kurdan a li vê parçeyê ji dîrokî ders derxistiye. Ev pêşveçûn bi awayekî herî rast nirxandiye û hem di pirsgirêka Kurd de û hem jî ji bo demokratîkbûna Suriyeyê projeya xwe ya çareseriyê derxistiye holê. Polîtîkayên xwe diyar kirine û di vê alî de pêngavên rast û di cih de avêtiye.
Di vê astê de rêxistinên Kurd di navbera xwe de yekitî avakirine û li ser navê Kurdên Suriyeyê di însîtîfa heyeteke bilind de bûne hevpar. Ev pêngaveke gelek girînge û biyareke hêja ye. Ji vir şûnde geşedan û bûyerên biqewimin, dikare di bin însiyatîfa heyeta bilind ya ku kurdan temsîl dike de bimeşe û pêvajo bên birêvebirin.
EM SÎSTEMA KONSEYA KURD A BILIND DI CIH DE DIBÎNIN
KCK’ê da zanîn ku ew wekî tevger vê pergalê rast dibînin û wiha pê de çû: “Em wekî tevger ji bo ku ev pergal bikeve meriyetê, piştgiriyê didin têkoşîna azadiyê ya gelê xwê yên vê parçeyê. Em bang li hemû gelê xwe yên Kurd li Rojavayê Kurdistanê dikin ku bila li dora yekitiyê bibin yek û xelek. Dîsa em bang li hemû aliyên demokratîk yên Suriyeyê dikin ku bila li hemberî îradeya netewî ya gelê Kurd rêzdar bin.”
YEKITIYA DEMOKRATÎK A SÛRIYEYÊ
KCK’ê got; “Di bernameya hemû partiyên Kurdan li Sûriyeyê de ne bi temamî yekgirtin û ne jî bi temamî cûdabûna bi parçeyên din re heye. Gelê Kurd li vê derê, di çarçoveya yekitiya demokratîk a Sûriyeyê de daxwaza mafên xwe yên xwazayî dike. Gelê Kurd di her şert û mercan de jiyanek wekhev û azad a bi gelên Ereb, Durzî, Asurî, Ermenî, Elewî û baweriyên din re parastiye. Nunerên siyasî yên Kurd di her wesîleyê de armanca xwe ya ji bo gihiştina biratîya gelan û Sûriyeyeke demokratî tînin ziman û balê dikişînin ev nêzîkatiyeke strastejîk e.”
HELWESTA ÇAPEMENIYA TIRK ENCAMÊN DIJMINATIYÊ NE
KCK’ê nerazîbûn nîşanî helwesta dijminane ya çapemeniya Tirk î da û got; “Li hemberî van hemû rastiyan, bi taybet çapemeniya Tirk û hin aliyên siyasî têkoşîna bidestxistina mafên gelê Kurd li Sûriyeyê berevajî dikin û weke hedef nîşan didin. Ev yek jî encamek a dijminatiya li hemberî gelê Kurd e. Bi armanca afirandina fikar û şîlokirina vîna gelê me li Sûriyeyê bi awayeke zanebûn hin îdîa tînin rojevê. Tu kadroyên siyasî û leşkerî yên tevgera me li Sûriyeyê tune ne. Kesên ditirsin ku gelê Kurd destkeftiyan bi dest bixin û yekitiya xwe ya neteweyî pêk bînin, xwedî feraseta hegemonyayî ya alîgirê parçebûna Sûriyeyê, pevçûnên di navbera mezheban de û şerê navxweyî ne.”
DIVÊ SURIYE LI DIJÎ ÎRADEYA KURDAN RÊZDAR BE
Li Suriyeyê her kes pêngav bi pêngav bajar bi bjar dest dideyne ser rêveberiya. Gelê kurd jî li hin deveran bi îradeya xwe hewldana wan ya ku rêveberiyên xwe ava bikin heye. Lê ev hewldana gelê Kurd hinekan dixe nava xofê. Ev alî ji azadiyan gelan ditirsin. Ger ku civaka Suriyeyê azad bibe, bê kurd jî dê azad bibin. Ji vê xwezayîtir tiştek tune. Li dijî vê divê li hemberî îradeya gelê kurd rêzdar bin.
Em wekî tevger li pişt yekitiya gelê xwe yên vê parçeyê ne. Em piştgiriyê didin têkoşîn û berxwedana gelê xwe yên Suriyeyê. Di serî hemû parçeyên Kurdistanê û aliyê demokratîk divê ji bo aştî, azadî û wekheviyê di nava piştevayê de bin. Em vê yekê berpirsyariyek dîrokî dibînin.
ANF NEWS AGENCY