KCK: Em ê sibe agirê azadiyê pêxin
AMED (DÎHA) - KCD'ê û BDP'ê şîv da delegasyonên ji welatên derve û Tirkiyeyê hatine Amedê. Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk diyar kir ku dê di cejna berxwedanê Newrozê de daxwazên gelê kurd ên rewa û demokratîk bînin ziman û li Amedê sibê agirê azadiyê pê bixin.
KCD û BDP'ê bi armanca pêşwazîkirina delegasyonên ji derveyî welat û Tirkiyeyê hatine li Gundogdu Restorantê şîv da. Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk, Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Serokê Giştî yê HADEP'ê yê berê Murat Bozlak û gelek nivîskar, rojnameger û hunermend beşdarî xwarina hatî dayîn, bûn. Endamên delegasyonên hatîn kincên neteweyî yên kurdan li xwe kirin. Li ber stranên Newrozê yên hatin lêdan, endamên delegasyonê bi kincên xwe yên rengîn govend girêdan û wêne kişandin. Hevserokê KCD'ê Turk û Hevserokê BDP'ê Demîrtaş li tevahiya maseyan geriyan û xêrhatina mêvanan kirin.
Hevserokê KCD'ê Turk, cejna Newrozê li hemû mêvanan pîroz kir. Turk diyar kir ku ji roja KCD hatiye avakirin heta niha polîtîkayek alîgirê cudahiyan û pir çandiyê esas girtiye. Turk wiha got: "Em dê cejna vejînê ya gelê kurd Newrozê bi coşek mezin pîroz bikin. Em dê di Newrozê de daxwazên gelê xwe yên rewa û demokratîk bînin ziman. Li dilê kurdan Amedê em dê bi hev re agirê azadiyê pê bixin." Piştî axaftina Turk, xwarina Newrozê dest pê kir.