KCK: Gerîla ji bo parastina gelê Başûr amade ye
"Gerîlayên Kurdistanê di serî de Şengal û hemû gelê me yê Başurê Kurdistanê biparêzer amade ye"
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) -Hevserokatiya KCK'ê piştî çeteyên DAÎŞ'ê Musul bi dest xist û li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê gefan dixwe peyama "Gerîlayên Kurdistanê di serî de Şengal û hemû gelê me yê Başurê Kurdistanê biparêzer amade ye" da KCK'ê, diyar kir ku hem ji bo destkeftiyên gelê kurd ên li Rojava û Herêma Federal a Kurdistanê biparêzerin û hem jî ji bo azadiya gelê kurd pêk bînin divê Yekîtiya Neteweyî ya Kurd kombibe bang kir.
Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê li dijî hewldanên DAÎŞ'ê yên dagirkirina Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da. KCK'ê diyar kir ku endamên HPG'ê ji bo parastina gelê Herêma Federal a Kurdistanê û ji bo alîkariya her awayî amade ye.
KCK'ê anî ziman ku çeteyên DAÎŞ'ê bi piştgiriya hin hêzên herêmî û navnetewî 2 salin êrişê kurdan dike û wiha got: "Rêxistina çeteyan êrişên xwe belavî Başûrê Kurdistanê kirin. Armanca wê tinekirina hebûn û azadiya gelê kurd. Ev rêxistina çete, 2 salin li Rojava komkujiyan pêk tîne û lê belê li ser berxwedana hêzên YPG'ê û qehremaniya gel Rojava, darbeyên mezin xwarine."
'Pêvîstî bi têkoşîna hevpar a gelan heye'
KCK'ê, da zanîn ku rêxistina çeteyan a li Rojava darbe xwarin û ber bi têkçûnê diçe, berê xwe daye Başûrê Kurdistanê û wiha destnîşan kir: "Çeteyên DAÎŞ'ê li hemberî xeta berxwedêr ya welatperwer di nava şer de ye. Sedema dagirkirina Mûsûlê jî, amadekirina bingeha êrişa li dijî destkesftiyên kurdan û Başûrê Kurdistanê ye. Pêwistiya têkoşîn ji bo jiyana hevpar a azad û wekhev a gelên Rojhilata Navîn bidome. Ev êrişên çeteyên DAÎŞ'ê careke din, pêwistiya têkoşîna hevpar ya gelên Rojhilata Navîn raxist ber çavan. Divê kurd, ereb, asûrî, ermenî, tirkmen û hemû gelên herêmê, li dijî çeteyan têkoşîna hevpar pêş bixin."
'Gelê kurd bêparastin nîn e'
KCK'ê bi bîrxist ku gelê kurd bêparastin nîn e û wiha got: "Destkeftiyên Kurdistanê bi tehdîteke vekirî re rû bi rû ne. Lê gelê kurd ne bê parastin e. Gerîlayên kurd, ji bo parastina gelê Başûrê Kurdistanê, ji bo alîkariya her awayî amade ye. Gerîlayên Kurdistanê xwedî wê hêzêne ku, di bin her şert û mercî de, bersivê bidin êrişên çeteyan. Gerîlayên me, ji bo parastina gelê Başûr amadeye, tevî pêşmergeyan bi awayekî çalak şer bikin."
'Divê Kongreya Neteweyî kom bibe'
KCK'ê balkişand ser yêkîtiya neteweyî û wiha pê de çû: "Em ji bo parastina destkeftiyên Rojava û Başûr, bang li hêz, rêxistin, tevger û saziyên li her parçeyên welêt dikin. Divê hemû hêz, rêxistin û tevgerên kurd hesabên biçûk deynin aliyekî, yekîtiya xwe pêş bixin û bi komkirina Kongreya Netewî jî, xwenda sedsalî ya kurdan bi cih bînin."
(bd)