KCK: Hêzên navnetewî hevkarên komkujiya Halepçê ye
BEHDİNAN / ANF 15.03.2014 09:07:41 Hevserokatiya KCK’ê der barê salvegera komkujiya Halepçeyê daxuyaniyek da û got: “Komkujiya Halepçeyê komkujiyeke ku mirovahiyê jê re şahidî kiriye û hêzên hegemonîk yên navnetewî ku jê re hevkariye kiriye. 5 hezar kurd hatin qetilkirin û ne hêzên li ser navê sosyalîzmê tevdigerin û ne jî hêzêz kapîtalîst yên piştgiriyê didin rejîma Saddam tu bertek nîşanê komkujiyê nedan û kuştina kurdan rewa dîtin. Ev jî hevkariya wan ya sûc tescîl dike.
Hevserokatiya KCK’ê daxuyaniyek nivîskî da û komkujiya Halepçeyê ya 26 sal berê pêk hat şermezar kir.
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: Rejîma Sadam a faşîst mînaka bombeya atomê ya faşîzma Hîtler li Nagazakî avêt, li Halepçeyê pêk anî. Hardala kîmyewî û gaza sarîn li ser kurdan reşand. Bi hezaran welatiyên kurd bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Komkujiya Halepçeyê komkujiyeke ku mirovahiyê jê re şahidî kiriye û hêzên hegemonîk yên navnetewî ku jê re hevkariye kiriye.
5 hezar kurd hatin qetilkirin û ne hêzên li ser navê sosyalîzmê tevdigerin û ne jî hêzêz kapîtalîst yên piştgiriyê didin rejîma Saddam tu bertek nîşanê komkujiyê nedan û kuştina kurdan rewa dîtin. Ev jî hevkariya wan ya sûc tescîl dike.
Piştî komkujiya ku bi hezaran kurd bi birçîbûn û xizaniyê re rû bi rû man, berê xwe dan Tirkiye û Îranê. Dema mijar bibe kurd û Kurdistan her cureyê berjewendiyên qirêj yên navnetewî li asta herî jor tên girtin û mafê herî xwezayî û azadiyan binpê hat kirin.
Ev polîtîka li ser gelê kurd îro jî didome. Gelê kurd ji rumet Û azadiya xwe tawîzê nade û ligel hemû zehmetiyan berxwe didin. Gelê me ji bo azadiya xwe hatiye qetilkirin, surgunkirin û ketiye zindanan. Bi saya vê berxwedanyê ye ku li Gelê me yê Başurê Kurdistanê gihiştiye azadiya xwe.
Êdî tu hêza mêtînger nekare li pêş azadî û hebûna gelê kurd bibe asteng. Komkujiyên Enfal û Halepçeyê çawa ku bû hinceta azadiya gelê Başur, çawa ku înkar û red li Rojava bû sedema azadiya gelê kurd, li bakur û Rojhilat jî dê heman tişt pêk bê. Gelê kurd dê van polîtîkayan vala derxîne."