1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCK: Newroza 2014'an referandûma xweseriya demorkatîk e
KCK: Newroza 2014'an referandûma xweseriya demorkatîk e,kck,newroza,2014,an,referandûma,xweseriya,demorkatîk,e

KCK: Newroza 2014'an referandûma xweseriya demorkatîk e

A+ A-

BEHDÎNAN/ANF 20.03.2014 09:45:17 Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin ku Newroza 2014'an 'referandûma xweseriya demokratîk' e û bang kir ku pîrozbahiyên bi rojane li Kurdistanê dewam dikin bi Newroza Amedê re bên tacîdarkirin. KCK'ê diyar kir ku hilbijartinên herêmî asta herî girîng a pêngava xweseriyê ye û got, "Beşdariya xurt a li Newrozê ji niha ve nîşan dide ku gelê me bi destekek mezin referandûma xweseriya demokratîk erê kiriye û îlana serketina namzetên di hibijartinên herêmî de xweseriya demorkatîk diparêzin."

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê, der barê Newroza 2014'an bi taybetî jî ji bo Newroza sibê ya li Amedê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Newroza 2014'an di heman demê de referandûma xweseriya demokratîk e û pîrozbahiyên bi rojane dewam dikin, hatin silavkirin. Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku pîrozbahî li qada Amedê bên tacîdarkirin.

KCK'ê deklarasyona Newroza 2013'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîr xist û diyar kir ku hilbijartinên herêmî yên 30'ê Adarê wê ji bo vê deklarasyonê were wateya destekeke mezin.

Di daxuyaniya Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê de wiha hat gotin:

"Em Newroza gelê xwe û tevahiya gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin. Em hêvîdarin ku Newroza 2014'an ji tevahiya Rojhilata Navîn re demokrasî, azadî û aştiyê bîne.

Gelê Kurd bi dehan sal in di Newrozan de têkoşîna xwe bilind kiriye û bi vî rengî ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn hesreta jiyana azad û yekitiya demokratîk xurt kiriye. Hucreya bingehîn a çanda mirovahiyê li erdnîgariya Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê Kurdan cejna herî kevin a mirovahiyê jiyaye û bi vîna jiyana azad û çanda xwe re zindî û xurt kiriye.

Îro dema Newroz tê gotin, Kurd û Têkoşîna Azadiyê tê bîra mirovan. Eger îro Kurd veguheriye gelekî têk naçe û dildarê azadiyê, di vê de rola têkoşîna lehengî ya Mazlûm Dogan, Zekiye, Rahşan, Ronahî û Bêrîvanan a ji bo zindîkirina Newrozê gelekî mezin e. Şehîdên me yên Newrozê Kurd ji nû ve zindî kiriye û rastiya gelekî bi canfedayî ji bo jiyana azad li ber xwe bide, afirandiye. Em, şehîdên xwe yên Newrozê yên hezkirina jiyana azad dane me bi minnetdarî û rêzdarî bibîr tînin.

Îro li Kurdistanê bi mîlyonan mirovên me Newrozê bi coş pîroz dikin. Newroz di warê neteweyî, siyasî, civakî û çandî de hêza gelê Kurd nîşan dide. Ya ku Newroz ewçend mezin û bi coş kiriye Newrozên salên 1990'î yên Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Bazîd, Dîgor û şehîdên me yên Newrozê ne. Piştî Newrozên mezin ên salên 1990'î yên li hemû bajar û bajarokên Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê Rêber Apo gotibû 'Vejîn temam bûye, dor hatiye rizgariyê'.

NEWROZA 2014'AN REFERANDÛMA XWESERIYA DEMOKRATÎK E

Gelê me yê îro dadikeve qadên Newrozê, xwe dispêre şoreşa vejînê ya salên 1990'î û şoreşa rizgariyê pêk tîne. Bi dirûşma 'Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad' jiyana demokratîk û azad dike armanc. Li Kurdistanê jiyana demokratîk û azad wê bi Kurdistana Xweseriya Demokratîk pêk were. Lewma Newroza 2014'an di heman demê de referandûma xweseriya demokratîk e. Gelê Kurd wê bi mîlyonan biherike kolanan û bi tacîdarkirina pîrozbahiyan li qada Amedê re, pêngava temamkirina avakirina xweseriya demokratîk pêk bîne.

HILBIJARTIN ASTA HERÎ GIRÎNG YA HAMLEYA XWESERIYÊ YE

Gelê Kurdistanê ku Newroza 2014’an kir referandum û hamleya xweseriya demokratîk, dê hilbijartinên 30’ê Adarê yên rêveberiyên herêmî jî bîne asta herî girîng ya hamleya xweseriyê. Di heman demê de Newroza 2014’an di hilbijartinên herêmî de dê îradeya gelê kurd di kîjan astê de derbixe holê. Di vî alî de tevlibûna mezin ya Newrozê ji niha de îlankirina piştgiriya gelê me ya ji bo referanduma xweseriya demokartîk û qezenckirina hilbijatinên herêmiye.

JI BO NEWROZA AMEDÊ BANG

Heta niha Êlih, Colemêrg, Sêrt, Muş, Bedlîs û Geverê Newroza xwe pîroz kirin û em cejna hemû gelê xwe yên ku tevli Newrozê bûn slav û pîroz dikin. Divê Newrozên li Kurdistanê tên pîrozkirin bi Newroza Amedê re bigihêje lutkeyan. Tevlibûna bi mîlyonan a Newroza Amedê di heman demê de israr û sonda pêkanîna hedefên ku Rêber Apo di Newroza 2013’an de derxistibû holê ye.

PIŞTIGIRYA BO BDP Û HDP’Ê PIŞTGIRIYA DEKLERASYONÊ YE

Rêber Apo di Newroza 2013’an de hedefa Kurdistana Azad û tirkiyeya Demokratîk danîbû holê. Di 2013’an de her çiqas ev hedef pêk nehatibe jî, daxwaza gihandina vê hedefê û hestert û têkoşîna ku hate dayîn gelê Tirkiyeyê û gelê Kurdistanê jî bi hêz kiriye. Tevlibûna mezin ya Qadên Newrozê dê piştgiriya ku ji bo BDP’ê û HDP’ê bê dayîn di heman demê de piştgiriya ji bo hedefên ku Rêber Apo daniye holê ye jî.

Têkoşîn her tim hêz daye Newrozan. Serhildana di Newrozan de Têkoşîn bilindtir kiriye. Ger ku Newroza 2014’an bi hêz derbas bibe, tê wateya ku têkoşîna jiyana demokratîk û azad ya sala 2014’an bi hêz derbas bûye û dê teqez Tirkiye demokratîk bibe û Kurdistan azad bibe.

Gelê helwesta ku di Newrozê de nîşan daye, israra jiyaneke azad û demokratîk nîşanê hemû kesî daye. bi Newroza Amedê re ev îrade û israr dê bilindtir bibe û dê azadiya Rêber Apo û Kurdistanê teqez pêk were."