1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. KCK: Planeke nû ya Lozanê bi ser nakeve
KCK: Planeke nû ya Lozanê bi ser nakeve,kck,planeke,nû,ya,lozanê,bi,ser,nakeve

KCK: Planeke nû ya Lozanê bi ser nakeve

A+ A-

BEHDÎNAN/ANF 05.12.2013 09:48:27 Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê li hemberî têlên li ser sînorê Roboskî nerazîbûn nîşan da û got, "dezgeheke nû ya Lozanê bi ser nakeve." KCK'ê li dijî vê pêkanînê ku li salvegera Komkujiya Roboskî rast tê bang li gel kir, ku bimeşe sînorê Roboskî.

Li ser sînorê Roboskî, ku piraniya wan zarok 34 Kurd ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve bi hovane hatin qetilkirin, hem "rêya ewlekariyê" tê çê kirin hem jî têl tên kişandin.

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê der barê mijarê de daxuyaniyek da.

KCK'ê diyar kir ku sîstema mêtîngeriyê ya dewleta Tirk nikare bi vî rengî xwe li ser piyan bigire û got, "Hewl tê dayîn lîstikeke nû ya Lozanê li hemberî Kurdan were meşandin, lê evê biser nekeve."

KCK'ê da zanîn ku di rojên salvegera Komkujiya Roboskî de pêkanîneke bi vî rengî wê êş û azaran girantir bike û got, "Dijderketina li dîwaran, hilweşandina dîwarên hatine lêkirin, rakirina têlên hatine kişandin êdî bûye pirsgirêkek namûs û rûmetê."

KCK'ê ragihand ku nerazîbûnên li dijî dîwarê li Nisêbînê nîvco mane û bang li gel kir ku bimeşe sînorê Roboskî.

Daxuyaniya KCK'ê wiha ye:

"Dewleta Tirk li ser sînorê Rojava dîwar lê dike, niha jî li Roboskî li ser sînorê Tirkiye-Iraqê têlan bicih dike. Lêkirina dîwaran û kişandina têlan nêrîna dewleta Tirk a li Kurdan nîşan dide. Kurd weke xeteriya potansiyel a cihêkariyê dikin, tên dîtin. Her wiha hatiye dîtin ku di nêrîna dewleta Tirk û AKP'ê ya li Kurdan de, ti guhertin nebûye.

BI TÊLAN HEWL DIDE LI SER PIYAN BIMÎNE

Di rewşeke ku dîwar tên hilweşandin û têl tên rakirin de, Tirkiye dîwarên nê lê dike û têlan dirêsîne. Li cîhanê ti zîhniyeteke siyasî bi lêkirina dîwaran û kişandina têlan nekarî xwe li ser piyan bigire. Dewleta Tirk jî bi têlan nikare sîstema xwe ya mêtîngerî û qirkirina çandê li ser piyan bigire. Têkoşîna rêxistinbûyî ya gelê Kurd, dê van dîwaran derbas bie û jiyana azad û demokratîk pêk bîne.

DEZGEHA LOZANEKE NÛ

Dîwar û têl nîşan didin ku sîstema mêtînger û qirkirina çandê ya dewleta Tirk çiqasî qels e. Sînorên li Lozanê hatine xêzkirin, êdî bi qereqolan jî nikare were parastin. Li hemberî Kurdan dezgeheke nû ya Lozanê were danîn jî, dê ev yek bi ser nekeve.

Dewleta Tirk li aliyekî bendewariyan diafirîne ku dê pirsgirêka Kurd çareser bike, li aliyê din di şûna qereqolên di rewşa bêçalakiyan de bêbandor mane, qereqolên nû çê dike; yên kevin nû dike. Ev jî têrê nekir, dîwaran lê dike û têlan dikşîne. AKP li aliyekî bi Rêberê Gelê Kurd, Tevgera Azadiyê ya Kurd û BDP'ê re di lêgerîna çareseriyê de ye, lê li aliyê din li dijî Rêbertî û vê tevgerê dikeve nava têkiliyên tarî. Li dijî vê tevgerê ji her alî ve şer dike. Ji dil tevnagere. Çêkirina qereqolan, bendavan, dîwaran, kişandina têlan jî tê vê wateyê.

HETA DÎWAR NEYÊN HILWEŞANDIN, ÇARESERÎ NABE

Heta ku li dij van dîwar û têlan neyê derketin, heta ku li dij helwestên neyînî yên hikûmeta AKP'ê neyê rawestîn, zîhniyetê çareseriyê yê pirsgirêka Kurd dê neyê guhertin û ji bo çareseriyê jî pêvajo li naverastê nemînin. Pêvajoyên çareseriyê ancax bi têkoşînê dibin. Yek ji mijarên ku divê îro têkoşîna wan were dayîn jî, dijderketina li dîwar û têlan e.

Di şûna ku hikûmeta AKP berpirsyarên komkujiya Roboskî derxîne holê de têlan li ser sînor dikşîne. Ev yek nîşan dide ku AKP di mijara komkujiya Roboskî de di warê exlaqî û wicdanî de ti berpirsyariyekê najî. Bi van têlan re dibêje; ezê hem we bikujim, hem jî cîhanê li we bikim girtîgehek. Ev rastî bi xwe jî girîngiya ronîkirina komkujiya Roboskî radixe pêş çavan. Yên ku xwedî zîhniyet û biryardariya ronîkirina komkujiya Roboskî nebin, dê têlan jî bikşîni, dîwaran jî lê bikin. Ev têl, ji bilî zêdekirina êşên Roboskî nayê ti wateyê.

HELWESTA LI DIJÎ DÎWAR NÎVCO MA

Dijderketina li dîwaran, hilweşandina dîwarên hatine lêkirin, rakirina têlên hatine kişandin êdî bûye pirsgirêkek namûs û rûmetê. Ev ne tenê dîwarên li ser sînoran e, dîwar û têlên li pêş hesret û jiyana a demokratîk û azad hatine lêkirin û kişandin e. Heta ku ev wiha neyê fêmkirin û li dijî dîwaran helwesteke rast neyê nîşandan, dê dîwar hilneweşin. Heta ku dîwar neyên hilweşandin, têl neyên rakirin jî, jiyana demokratîk û azad nabe mafê kesî.

Ayşe Gokkan ji bo hilweşandina dîwaran helwestek nîşan da, lê belê ev helwest nîvco ma û nehat dewamkirin. Nayê qebûlkirin ku hînê li Nisêbînê dîwar tê lêkirin. Li sînorê Kobanê û Efrînê jî dîwar tên lêkirin. Li hin cihên din jî hewldanên bi vî rengî hene.

DIVÊ GEL BIMEŞE ROBOSKÎ

Bi nêzîkbûna salvegera komkujiya Roboskî re pêwîste gelê me ber bi sînor ve bimeşe, destûrê nede lêkirina dîwaran û yên hatine çêkirin jî hilweşîne. Heta dîwar neyên hilweşandin, têl neyên rakirin dê têkoşîna demokrasî û azadiyê negihêje serketinê. Lewma hilweşandina dîwar û têlan parçeyekî girîng ê têkoşîna demokrasî û azadiyê ye. Divê bi hilweşandina dîwar û têlan re biryardariya gelê Kurd were nîşandan ku mêtîngeriya qirkirina çandî ya bi Lozanê re li dijî Kurdan tê meşandin, nayê qebûlkirin."