"KCK projeyeke mirovahiyê ye"
PARÎS/ANF 29.12.2013 08:02:16 Parêzer Eşber Yağmûrderelî destnîşan kir, ku KCK projeyeke mirovahiyê ye û got, "KCK modela jiyana kolektîf û vînkirina mirov e."
Li Parîsê, di panêlek ji laiyê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurdistanê ve hat organîzekirin de, rewşa dawî ya siyasî hat nîqaşkirin.
Panêl bi moderatoriya Serokê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurdistanê Mûrat Ceylan ve hat organîzekirin û weke axaftvan parêzer-nivîskar Eşber Yagmûrderelî, nivîskar Îrfan Dayioglû, rojnamevan nivîskar Ronahî Pazarcik amade bûn. Panêla ku rastî pêwendiyeke mezin a Kurdistanî û rêxistinên çep ên Tirkiyeyê hat, saet di 14:00 de destpê kir. Axaftina destpêkê ji aliyê Ronahî Pazarcik ve hat kirin. Pazarcik beşeke mezin a axaftina xwe ji komkujiyên di meha Kanûnê de pêk hatin veqetand û bi taybetî bal kişand ser dema komkujiya Mereşê lê rû da û karektera wê ya siyasî. Pazarcik diyar kir ku komkujiya ROboskî jî bi armanca gef û çavtirsandinê hatiye kirin û destnîşan kir ku bi van komkujiyan re tê ti carî encamê negirtin.
Eşber Yagmûrderelî jî hevdîtinên navbera hikûmet û PKK'ê de bi van gotinan nirxand; "Tevgera Azadiyê ya Kurd dema şer kir jî mirov bi pêş xist, di pêvajoya aştiyê de jî bi pêşxistna mirovan re têkoşîna xwe bi hêz dewam dike. Ne tenê xwe, dê dost, gel û mirovahiyê, bi gavên xwe yên nû re bi pêş bixîne." Yagmûrderelî ragihand ku tevgrea Kurd a bi berdêlên lehengiyên mezin hatin roja îro, projeyek mirovahiyê ye û der heqê projeya KCK'ê de ev nirxandin kir:
"KCK, projeyeke ku bi parizînan ezmûnên Têkoşînên mirovahiyê û sosyalîst derketiye holê. Li navenda wê azaiya jinê heye, modela vînkirina mirovan, jiyana kolektîf e. Û hebûna xwediyê vê projeyê Ocalan, ji bo Kurdan nirxekî gelekî mezin e. KCK projeyeke ku sîstema mêtîngeriyê ya dewletê, ku dest li her qada jiyanê ya mirovan werdide, bêbandor dike."
Yagmûrderelî bibîr xist ku îro di bin navê KCK'ê de bi hezaran siyasetmedarên Kurd tên ragirtin û got, "Îro projeyek mirovahiyê tê darizandin, lê belê dîrok wê qeyd bike ku KCK projeyeke mirovahiyê ye." Yagmûrderelî destnîşan kir ku divê girtiyên bi navê KCK'ê serbest bên berdan.
Îrfan Dayioglû jî da xuyakirin ku her sîstem ji xwe re projeyên 20-30 salan derdixîne holê û got, "Lê belê dema rêxistinbûyîna gelan têkeve navberê, dê ev rewş êdî mîna qederekê nemîne." Dayioglû destnîşan kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurd ev yek li Rojhilata Navîn bi ser xistiye û hesabên emperyalıstan û nokeran bi taybetî bi Şoreşa Rojava re ser û bin kiriye.
Panêl bi banga ji bo beşdariya li meşa mezin a 11'ê Çileyê ya ji bo sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, bi dawî bû.