KCK: Pêvajo ber bi şerekî stratejîk ve diçe
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got; “Pêvajo ber bi şerekî stratejîk ve diçe. Hedefgirtina parêzerên Ocalan, dînamîtkirina/bombekirina yekîtiya Tirk-Kurd e. Asta êrîşên ku îro pêk hatin, êdî xwe daye ber sînorê dawîn ku jêre xeta sor jî tê gotin”.
KCK’ê bang li hemû derdorên demokratîkxwaz kir ku li hemberî van kiryar û êrîşên faşîzan ên AKP’ê ku pêvajoyê ber bi şerekî stratejîk dibe ve, bikevin nav liv û tevgerê. Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got: “Êdî ji vê gavê û pêve payîn/bendewarî, xwexapandina ‘dê pêvajoyek nû dest pê bike’ ji bilî xeyalên xav divê baş bê zanîn dê ev yek bê wateya rêvekirin û hiştina beridayîtiya van kiryarên faşîst ên AKP’ê.”
Daxwiyaniya ji aliyê Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ve hat kirin wiha ye:
“Dewleta Tirk, li Kurdistanê kiryarên xwe yên faşîst-mêtinger derxist asta jor. Rejîma AKP’ê bi binpêkirina zagonên xwe û hiqûqa gerdûnî, 4 meh in li dijî Rêberê Gelê Kurd Serok Apo tecrîda giran û îşkenceya derûnî/psîkolojîk bi pêş dixe. Ev kiryara ku tu bingehê wê yê exlaqî/rewistî û hiqûqî tune, niha bi gurrkirina asta hê jorttir, rejîma AKP’ê dixwaze bi kûrkirin û berfirehkirina şer re encam bigire.
Dema bi tecrîda giran û îşkenceya derûnî ya li ser Rêbertiya me encam negirtin, lîdertiya AKP’ê îca jî li dijî Serokatiyê biryara cîbicîkarina berfirehkirina şer wergirt. Operasyonên ku di bin navê KCK’ê de tên bipêşxistin, hedefkirina akademiyan, hwd. ev dijayetî û êrîşana gişt, encamê vî şerê li dijî xet û pergala Rêber Apo ye. Mêtingeriya AKP’ê ya ku nikaribû gelê Kurd teslîm bigire, dixwaze bi her awayî êrîşbirina ser Serokatiyê ku gelê Kurd jê hêz digire û qurkirina girêdana gel û Serokatiyê encam bistîne.
Ev operasyona ku li 16 bajaran pêk hat ku hedefa bingehîn Nivîsgeha Hiqûqê ya Sedsalê û parêzerên Rêbertiya Gelê Kurd bû, niyeta esasî ya AKP’ê radixe berçavan. Sedema bingehîn a kombûna/civîna acîl a serokwezîr, saziyên têkildar û wezîran îro derket holê. Di kesayetiya Serokatiya me de, li dijî xet û pergala Serokatiyê û gelê Kurd bi awayekî aşkerayî şerekî tê bipêşxistin. Tu bingehê hiqûqî yê vî şerî tune. Takezagonek tune ku bibe bingeh û sparte ji bo vî şerî, ger hebe jî ew zagonên mêtingeriyê ne.
EV YEK GURRKIRINA ŞER E
Li Kurdistanên hemû siyasetmedarên xwedî helwesteke azad û hemû parêzerên bi Rêber Apo re hevdîtinan pêk tînin, hedef hatine girtin. Dewleta AKP’ê carekê din bi kiryarên xwe rave kir ku çiqas ji Rêber Apo, Tevgera Azadiyê û gelê Kurd ditirse û ji bo wan bêbandor bike û ji bo gelê Kurd bêhêz bixe û radest bigire dê serî li her tiştî bide û norm û hiqûqê li ber çav negire. Diyar û aşkera ye, ev helwesta tenê tê wateya gurrkirina şer.
Li Kurdistanê xwediyê kiryarên herî faşîst û zorbe serokwezîr Erdogan, bêyî ji xwe fedî/şerm bike bangî welatên cîran dike û halanê bi xwe dixe dibêje ‘guh bidin dengên gelê xwe’. Ev rûreşî û durûtiyek pir mezin e. Serokwezîrê rejîma Tirk ê ku li dijî gelê Kurd terora polêsan û dewletê bi pêş dixe, hiqûqa xwe binpê dike, çekên ku ji aliyê zagon û peymanên navneteweyî ve hatine qedekirin li dijî gerîlayên azadiyê bi kar tîne, wekî yê van tiştan dide kirin heçko ne ew be, şîretan li derdora xwe dike; ev durûtiya Serokwezîrê rejîma Tirk a rezîl, mirovahiyê qirêj û kirêt dike.
Di dîrokê de dewleta Tirk a ku li dijî gelê Kurd komkujî û qirkirinên mezin pêk anî, nûnerê vê dewletê yê niha AKP li aliyekî polîtîkayên jenosîdê/qirkirinê yên li dijî Dêrsimê li gorî şertên îroyîn nû dike û pêk tîne, li aliyê din bi awayekî pir balkêş e hewl dide ji gotûbêjkirina qirkirina Dêrsimê berjewendiyên qirêj ên siyasî bi dest bixe. Diyar e, ne tenê partiyek ta ku pergala Komara Tirkiyeyê rûbirûyê dîroka xwe nebe, ta ku li xwe mikur neyê û heqîqetan îtîraf neke û ta ku ji bo qirkirina Dêrsimê, komkujî û qirkirinên din ên li Kurdistanê pêk aniye ji gelê Kurdistanê lêborînê nexwaze dê tu pirsgirêk û kêşe çareser nebe û ne mumkin be li Tirkiyeyê demokrasiya heqiqî bi pêş bikeve. Ta ku ev yek pêk neyê, weke AKP’ya ku bi kiryarên xwe kes û aliyên din tawanbar/sûcdar dike, devjen û xwedî ferasetên bejnkurt û herzan, zû yan dereng dê rastî serencama/aqûbeta ku ew heq dikin bên.
Divê bê zanîn ku ji gelê Kurd Rêbertiyekî wekî Rêber Apo derketiye; vî gelî xwe bi pergala ramanê wî xwe bi pêş xistiye û amade kiriye. Gelê Kurd ê ku di bin zilm û zorek mezin û îşkenceyan de bi berxwedaneke birûmet li ser bingehê ji nû ve vejandina berxwedêriyê gihiştiye vê astê, dê tu kiryar û nêzîkatiyên faşîzan nikaribe bi Kurdistaniyan gav bi paşve bide avêtin, dê nikaribe hêza Serokatiya Azadiyê ya bi gel re bûye yek lawaz bike.
YEKÎTIYA KURD-TURK TÊ DÎNAMÎTKIRIN
Hemû derdorên demokratîkxwaz ên Tirkiyeyî ku kes û aliyên ku alîgirên yekîtiya gelan, jiyana hevpar, aştî û demokrasiyê ne, li hemberî van kiryar û êrîşên faşîzan ên AKP’ê ku pêvajoyê ber bi şerekî stratejîk dibe, ji bo ‘rawestandina’ van êrîşan bikevin nava liv û tevgerê. Divê bê zanîn ku yekane pir a pêkvejiyana gelê Kurd û Tirk Rêber Apo ye. Êrîşbirina ser Rêber Apo, hedefgirtina parêzerên wî, hewldana jinavbirina bandora wî, tenê tê wateya dînamîtkirina/bombekirina yekîtiya Tirk û Kurd. Asta êrîşên ku îro pêk hatin, êdî xwe daye ber sînorê dawîn ku jêre xeta sor jî tê gotin. Di vê çarçoveyê de em bang li hemû hêzên alîgirên demokrasî û aştiyê ne dikin ku li hemberî van êrîşên AKP’ê yên nijadperest, faşîzan û ber bi şerekî stratejîk dibe, bêdeng nemînin.
Divê gelê welatperwer ê Kurdistanê bizanibe ku ev êrîşên AKP’ê êrîşên taswiyekirin, xilaskirina hêza Serokatiyê û kolekirina gelê Kurdistanê ye. Armanca esasî ya van êrîşên AKP’ya ku bi awayekîtir amadekariyên makezagonek mêtirgeriyê dike ew e ku bêdengkirin, bêbandorkirina gelê Kurd e ku tê armanckirin ku bi vî awayî makezagona nû bi rehetî derbas bike û bi gelê Kurd statûya koletiyê bide qebûlkirin. Lewre dixwaze ku girêdaniya gel û Serokatiyê qut bike, dengê Serokatiyê bibire û bi vî awayî encam bigire.
BILÊVKIRINA ‘DÊ PÊVAJOYA NÛ’ DEST PÊ BIKE TÊ WATEYA RÊDANA ÊRÎŞÊN FAŞÎST ÊN AKP’YÊ
Divê hemû gelê me yê welatperwer û ciwanên Kurdistanê yên şoreşger bizanibe ku hedefa/armanca van kiryar û êrîşên AKP’ê, di serî de şikandina tevgera Serhildanan e ku gelê Kurd êdî nikaribe rabe ser piyan. Lewma dixwaze bi kiryar û êrîşên herî tund encam bi dest bixe. Hemû sazî û rêxistinên welatperwer-demokratîk yên li Kurdistanê, divê li dijî van kiryar û êrîşên AKP’ê bi geşkirina tevgerandina Serhildanan bersiv bidin. Yekana riya rawestandina van êrîşên neheq, pêşxistina berteka civakî ya gelê me ye ango geşkirina Serhildanan e. Êdî ji vê gavê û pêve payîn/bendewarî, xwexapandina ‘dê pêvajoyek nû dest pê bike’ xeyalên xav in, divê baş bê zanîn ku dê ev yek bê wateya rêdan/rêvekirin û hiştina beridayîtiya van êrîş û kiryarên faşîst ên AKP’ê.
Di vê çarçoveyê de hemû hêzên welatperwer di vê pêvajoya dîrokî de bi yekbûna li ser xeta Serokatiyê, bi berxwedanan dikare encam bigirin û divê roja vejîn û berxwedana neteweyî 33’emîn Salvegera Damezrandina PKK’ê ji niha ve bi ruh û giyana serhildanan pêşwazî bikin û bersiv bidin van êrîşên tunekirinê. Em bang li hemû hêzên niştimanperwer dikin bi dîtina van rastiyan re li hemberî stemkariya mêtinger a AKP’ê vîna azad a gelê me derbixin pêş û ji bo vê yekê helwest û fedekariya pêwîst bikin, li hemberî neheqiyê tu caran bêdeng nemîn û dengên xwe yên rêxistinkirin berz û bilind bikin.”
ANF