1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCK: Pêvajoya çareseriyê encama berxwedana şehîdan e
KCK: Pêvajoya çareseriyê encama berxwedana şehîdan e,kck,pêvajoya,çareseriyê,encama,berxwedana,şehîdan,e

KCK: Pêvajoya çareseriyê encama berxwedana şehîdan e

A+ A-

ANF - BEHDÎNAN Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya 18'ê Gulanê ku ji aliyê tevgera Kurd ve weke "Roja Şehîdan" tê binakirin daxuyaniyek da. KCK'ê got, "Heqî Karer di 18'ê Gulana sala 1977'an de li taxa Duztepe ya Dîlokê ji aliyê komeke kontra ve bi komployekê şehîd ket. Ev roja ku dilopa destpêkê ya xwînê rijiya ser axa Kurdistanê, weke roja şehîdan hatiye îlankirin."

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di dewama peyama xwe ya 18'ê Gulanê de destnîşan kir, ku pêvajoya çareseriya demokratîk encama berxwedana bi heybet a şehîdên me yên leheng e.

KCK'ê di peyama xwe de şoreşgerên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û got, "Di têkoşîna me de meha Gulanê meha şehîdan e. 18'ê Gulanê roja şehîdan e. Tevgera me hînê di dema xwe ya koma îdeolojîk de, yek ji pêşengên komê heval Heqî Karer di 18'ê Gulana sala 1977'an de li taxa Duztepe ya Dîlokê di encama komploya komeke çete de şehîd ket. Di vê rojê de dilopên destpêkê rijiyan ser axa Kurdistanê û ev roj bû roja şehîdan. Di meha Gulanê de, li gel lehengên Kurdistanê, her weha Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya jî şehîd ketine. Em hemû şehîdên şoreşê yên cîhanê, di kesayetiya hevalê Heqî Karer de bi rêzdarî bibîr tînin û soz didin ku bi bilindkirina têkoşînê re emê bîranîna wan li Kurdistana azad bidin jiyîn.

Rewşa ku dozekê dike doz, şehîdên di rêya wê de canê xwe bi fedaî dane ye. Gelên bê şehîd, ji serketinê bêparin. Heta niha nehatiye dîtin ku, bêyî şehîdan ti gelî azadî bi dest xistiye. Eger îro gelê Kurd bi gavên ji xwe bawer ber bi azadiyê ve dimeşe, ev bi saya van şehîdan e. Wan bi dayîna canê xwe re girîngiya doza azadiyê raxistin ber çavan û bi vî rengî hêz, cesaret û bawerî da gel û hevalên xwe. Gotina hevalê Kemal Pîr a digot "Em, bi qasî di oxira wê de canê xwe bidin ji jiyanê hez dikin", rastiya şehadetê ya Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nîşan dide. Ji ber vê yekê PKK partiya şehîdan e. Fêmkirina PKK'ê bi fêmkirina rastiya şehîdan dibe.

Mêtîngeriya li Kurdistanê tê kirin, mêtîngeriya li ser bingeha dûrxistina ji xwe, dîroka xwe, çand, ziman û welatê xwe ye. Li gel qirkirina fîzîkî, di heman demê e qirkirina spî ya mêtîngeriya ramanî, heta roja îro hatiye meşandin. Bi ve yekê xwestin, di mejiyê her mirovekî Kurdistanî de, hemû nirx, wate û ehlaqa Kurd û Kurdistanî ji holê rakin û di vê mijarê de jî hin bi pêş ketiye. Ji ber vê yekê, têkoşînek ji bo gel û welatekî qedexekirî, ne hêsan bû. Şehadeta di vê oxirê de jî gelekî mezin bû. Lewma şehadetên bi hevalê Heqî Karer re destpê kirin, di rastiya xwe de jinûve avakirina civak û takekesiya li Kurdistanê ye.

Di meha Gulanê de Halil Çavgun, Muslum Baran, Mehmet Karasungur, İbrahim Bilgin, Abdulkadir Çubukçu, Kemal Çelik, İsmet Ozkan, Ferhat Kurtay, Necmi Oner, Mahmut Zengin, Eşref Aynık, Ozan Mizgîn, Ferzad, Ferhat, Soran, Şirin û 60 hevalên bi pêşengiya Salih û Hêlîn li Hewlêrê şehîd ketin. Dîsa di serî de fermandarê Cûdî hevalê Hemze gelek bi sedan hevalên me di vê mehê de şehîd ketine. Di vê mehê de pêşengên şoreşa Tirkiyê Denîz Gezmîş, Huseyîn înan, Yûsûf Aslan û Îbrahim Kaypakkaya şehîd ketine.

Gelê Kurd yê ku bi polîtîkayên dewleta Tirk ya dagirker hatibû ber tunebûnê, îro li ser vê xakê hebûna wê ew qas misoger bûye ku rê nade tu nîqaşan û eger îro ber bi azadiyê ve bimeşe jî bêgûman di bingeha vê de rastiya şehîdan heye. Her gotina ku li ser Kurd û Kurdistanê tê kirin, her rêxistinbûnek, her sazîbûnek, her zanabûn û nêzîkatiyekî ku tê kirin, di bingeha wê de rastiya fedekariyên mezin yê şehîdên me yên ezîz û berxwedana wan ya ku destan afirandine heye.

Şehîdên me qasî bingeha berxwedana bi biryar ya bêdawî, bê sînor û di bin her şertê de ne, ew qas jî bingehê jiyana azad û birûmetin, her wiha temînata wê ne. Ji ber wê sedemêye ku gelê Kurdistanê îro ji her demê zêdetir bi şehîdên xwe ve girêdayî ye û ji bo wan bêmirin bikin berxwedanekî mezin didin meşandin. Her zarokê ku tê cîhanê navê şehîdekê ku xwe ji bo gelê xwe fedarî kirî lê dikin, bi vî awayî bi deh hezaran Egîd, Mazlûm, Kemal, Xeyrî, Zîlan, Bêrîtan, Bêrîvan, Şîlan derketine holê. Di heman demê de ev yek nîşaneya rastiya serkeftinê ye.

Di dîroka tekoşîna me de her xeleka şahadeta ya çêdibe, bingehê ji pêngavekî nû re çêdike, li ser vî hîmî tekoşîna me ji şehîdan hêzê digire û heya gihaye vê astê. Li dijî Komploya Navnetewî çalakiyên fedaiyane bi slogana “Hûn nikarin Roja me Tarî bikin” destpêkirin, bi pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an giha pêvajoyekî berxwedanê ya bilind. Xeleka berxwedana ya ji Erdal, Adil, Nûdayan, heya Rustem, Çîçek, Elîşêr û Xebatan, bi berxwedana qehremaniya Mehmet, Rojîn û Nûmanan, bi ruhê fedayî yê Jîn, Andok û Êrîşan pêvajoyekî dîrokî derket holê. Bêgûman pêvajoya çareseriya demokratîk ya îro Rêbertiya me daye destpêkirin, encama afirandina destanên qehremantiya berxwedana biheybet ya şehîdên me ne. Di vir de keda Rêbertiya me û fedekariya gelê me nayê nîqaşkirin. Îro li bakûrê Kurdistanê “Meşa Çareseriya Demokratîk” ya gêrîlayan dayî destpêkirin li ser vî esasiye.

Em weke Tevgera Azadiya Kurdistanê didin diyarkirin ku, em dê her tim şopdarên şehîdên xwe yên hinceta me ya bawerî, rûmet û erdema me ya herî mezinin, em dê tucarî bîranîn û hinceta wan şahadetê ji dilê xwe dernexin û em soz didin ku, em dê hêjayî wan bin. Em bang li hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz dikin ku, xwedî li qehremanên ku canê xwe feda kirine derbikevin, ne tenê roja 18’ê Gulanê, hemû rojên salê serdana goristanên şehîdan bikin û bîranînên wan ji dev bû dev bidin jiyan kirin.”