KCK: Pîvana welatparêzî û rûmetê parastina Kobanê ye
BEHDÎNAN 08.07.2014 10:35:12 KCK'ê bal kişand ser êrîşên hêzên paşverû yên ji bo têkbirina şoreşa Rojava û got, "Di roja îro de pîvana welatparêzî û rûmetê parastina Kobanê ye." KCK'ê diyar kir ku gel bi hêzên YPG û YPJ'ê re bi lehengî li ber xwe dide û destnîşan kir ku li Kobanê dîrokek tê nivîsandin. KCK'ê bang li hemû hêzên Kurd kir ku bi ruhê yekitiya neteweyî destekê bidin vê berxwedanê.
Hevserokatiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) der barê êrîşên rêxistina çete ya bi navê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) a li dijî Kantona Kobanê de, daxuyaniyek da.
‘DAIŞ RÊXISTINEKE ÇETE YE LI SER BINGEHA STRATEJIYEKÊ HATIYE AVAKIRIN”
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi êrîşa rêxistina çete ya DAIŞ'ê li hemberî Mûsilê re, ku bi desteka hin hêzên paşverû yên navneteweyî û herêmî ket nava tevgerê, pirsgirêka Kurd a li navenda pêşketinên li Rojhilata Navîn bi taybetî jî şoreşa Rojava derbasî qonaxeke nû bûye û hat gotin, "DAIŞ rêxistineke çete ye ku li ser bingeha stratejiyekê tê bikaranîn e."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pevçûnên li Iraq û Sûriyeyê di asta bi hev ketina gelan û baweriyan tên meşadin ji şerê Şîa û Selefî-Sunniyan wêdetir rewşekê derdixîne holê û hat destnîşankirin ku di nava vê stratejiyê de li aliyekî hêzên hegemonîk ên navneteweyî, li aliyekî rejîmên Îran, Iraq û Sûriye, li aliyê din jî Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qatar cih digirin.
‘DIVÊ TU RÊXISTINEKE KURD NEBE HEVPARÊ VÊ STRATEJIYA BERJEWENDIYÊN QIRÊJ’
Hevserokatiya KCK'ê da zanîn ku di vê dema dînamîk û hevsengiyên herêmî ji nû ve tên diyarkirin de, helwesta Kurdan xwedî girîngiyeke mezin e û ev xal destnîşan kir:
"Divê tu rêxistineke Kurd nebe hevparê vê stratejiya berjewendiyên qirêj. Hebûn, azadî û berjewendiya Kurdan ne di şerê mezhebî û baweriyan ên Şîa ne jî di şerê Selefî-Sunniyan de ye. Di heman demê de neteweperestiya etnîk, zîhniyeta netewe-dewlet û polîtîkayên hegemonîk ên navneteweyî, ji hebûn û azadiya gelê Kurd re xizmetê nakin. Rêya yekane ya rizgariya gelê Kurd, hemû gelên bindest û berxwedêr ên li herêmê û civakên baweriyan, perspektîfa neteweya demokratîk e ku ev yek navê jiyana biratiyê ya di nava aştî, demokrasî û azadiyê de ye. Ev yek, xeta azadî û demokrasiyê ye ku gelên herêmê wê bi hêza xwe ya cewherî têkoşînê mezin bikin. Yanî xeta sêyemîn e."
‘HEWL TÊ DAYÎN ŞOREŞA ROJAVA JI HOLÊ BÊ RAKIRIN’
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku şoreşa Rojava di roja îro de bûye hedefa hêzên paşverû-herêmî û rêxistina çete DAIŞ'ê û hat destnîşankirin ku hewl tê dayîn modela rasteqîn a azadî û demokrasiyê ya gelan-şoreşa Rojava ji holê bê rakirin.
Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ji ber ku şoreşa Rojava li dijî her şêweyên neteweperestiyê şoreşeke rastîqîn a gelan e, modeleke rasteqîn a demokrasî û azadiyê ye. Hemû hêzên paşverû yên dijminê demokrasî, azadî, aştî, biratî û jinê, ji ber vê yekê êrîşî şoreşa Rojava dikin. Êrîşên dawî yên rêxistina çete DAIŞ'ê li hemberî Kobanê, di çarçoveya stratejiyeke bi vî rengî de tê kirin. Bi têkbirina Kobanê re hesap tê kirin ku şoreşa Rojava ji hev bê xistin. Li ser vê bingehê bi tunekirina şoreşa Rojava re wê Başûrê Kurdistanê hedef were girtin. Êrîş û xeterî ewçend mezin in. Berxwedana li Kobanê jî di vê astê de girîng û mezin e. Pêwîste tevahiya gelê Kurdistanê, di haya vê stratejiya qirêj û xetere ya li hemberî şoreşa Rojava û Kobanê tê meşandin de be û li gorî berpirsyariya xwe ya dîrokî bi hemû hêza xwe li cem gelê Rojava û Kobanê di berxwedanê de cih bigire."
‘PÊWÎSTE HER KURDÊ BI NAMÛS Û WÊREK DI BERXWEDANA BI RÛMET DE CIH BIGIRE’
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Pîvana welatparêzî û rûmetê ya îro parastina Kobanê ye" û hat destnîşankirin ku wezîfeyeke neteweyî ye her Kurdê bi namûs û wêrek di vê berxwedana bi rûmet de cih bigire.
Hevserokatiya KCK'ê diyar kir ku daxuyaniyên 'Bila li Rojava Kurd di nava yekitiyê de bin dûre emê destekê bidin' li pêşberî dîroka li Kobanê tê nivîsandin bêwate ne û ev nirxandin kir:
"Bi parastina Kobanê, bi cihkirina di berxwedana gelê me re, bi destekdayînê re yekitî dikare pêk were. Îro ne roja nîqaşê ye, li dijî hêzên dixwazin di kesayetiya Kobanê de pêşeroj, hebûn û azadiya Kurdistanê qetil bikin, roja berxwedana bi hev re ye. Berxwedana bi hev re wê yekitiya herî watedar bi xwe re bîne. Naxwe tê zanîn ku li ser têkçûnan tiştek nayê avakirin. Serketin a gelê Kobanê ye. Bi berxwedana xwe re gelê Kobanê wê yekitî û yekgirtina herî bedew û watedar derxîne holê."
BANGA TEVLÎBÛNA LI BERXWEDANA KOBANÊ HAT KIRIN
Hevserokatiya KCK'ê bang li tevahiya gelê Kurd û rêxistinên Kurdan kir ku bi gelê Kobanê re tevlî berxwedanê bibin û got, "Li ser vê bingehê em bang li jin, ciwan û tevahiya gelê Kurd ê leheng dikin ku bi gelê Kobanê re li ber xwe bidin, bang li hemû rêxistin û komên Kurdan dikin ku bi ruhê azadî û yekitiya neteweyî destekê bidin berxwedana Kobanê û wezîfeyên xwe yên welatparêziyê bicih bînin.
‘EM BERXWEDANA LEHENGÎ SILAV DIKIN’
Li Kobanê gelê me bi hêzên YPG û YPJ'ê re bi awayekî topyekûn di nava berxwedana azadî û rûmeta neteweyî de ye. Jin, ciwan, kal, pîr her kes li ber xwe didin. Berxwedana Kobanê şev û roj dewam dike. Berxwedana gelê me bi rastî jî lehengî ye. Li Kobanê dîrokek tê nivîsandin. Em vê berxwedana lehengî û bi heybet a gelê me careke din ji dil silav dikin û destnîşan dikin ku em bi hemû hêza xwe li cem wan in."