1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCK: Rûdaw ji aliyê MÎT’a Tirk ve hatiye avakirin
KCK: Rûdaw ji aliyê MÎT’a Tirk ve hatiye avakirin,kck,rûdaw,ji,aliyê,mît,a,tirk,ve,hatiye,avakirin

KCK: Rûdaw ji aliyê MÎT’a Tirk ve hatiye avakirin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN / ROJNEWS

Komîteya peywendiyên derve ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bang li Rûdaw TV kir ku siyaseta xwe ya weşanê di ber çavan re derbas bike û siyasetek di xizmeta yekîtiya netewî de bimeşîne.

Komîteya peywendiyên derve ya KCKê ji çapemenî û raya giştî re daxuyaniyek nivîskî belav kir. KCKê siyaseta Rûdaw TV rexne kir û bang li Rûdaw TV kir ku weşanek di xizmeta yekîtiya netewî de bimeşîne.

‘Rûdaw ji aliyê MÎTa Tirk ve hatiye avakirin’

Di daxuyaniya nivîskî de tê gotin ku di demek ewqas êrişî nirx û destkeftiyên kurdan tê kirin, pêwîstî bi wê yekê heyî ku hemû kurd di çarçoveya yekîtiya netewî de kom bibî Rûdaw TV berevajî vê yekê siyaseteke weşanê dimeşîne.

KCKê di daxuyaniya xwe de radigihîne ku Rûdaw TV ji aliyê MÎTa Tirk ve hatiye avakirin û wiha dibêje: “Çawa salên 1990î dewleta Tirk ji bo reşkirina tevgera azadiyê ya kurd radyoya Dîcle ya siyaseta şerê taybet dikir ava kir; îro carek din Rûdaw TV ya bi pêşengtiya MÎTê hatî avakirin û nêzî PDKê tê naskirin; ketiye di rewşek vî rolî bileyîze de. Berî niha ev rewş bi belge ji aliyê tevgera me ve hatibû weşandin.”

‘Divê çapemeniya kurd destkeftiyên kurdan biparêze’

Di daxuyaniya KCKê de tê gotin ku divê çapemeniya kurd nirx û destkeftiyên kurdan biparêze, divê çapemenî rastiyê belav bike û bikeve di pozisyonek ku gel ronî bike de. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Dezgeheke çapemeniyê dikare bi nûçeyekê civakê rake ser piyan. Di vê çarçoveyê de nabe dezgehên çapemeniyê ji bîr bikin ku neynika civakê ne.”

‘Rûdaw êrişî PKKê dike’

Daxuyaniya peywendiyên derve ya KCKê de balê dikişîne rolê ku Rûdaw TV girtî ser milê xwe û diyar dike ku bûyeran berevajî dike û nûçeyên derew belav dike. KCK balê dikişîne ser dirûşmeya Rûdawê ya ‘Em berî bûyeran li cihê bûyerê ne’ û wiha dibêje: “Ev gotin pir raste. Ji ber ku carna li holê bûyer tune ne, ji bo ji xwe re rojevekê diyar bikin; hinek nûçeyan çêdikin. Di vê çarçoveyê de bûyeran berevajî dike û weşanek nûçeyên şaş belav bike, diweşîne. Herî zêde vê rewşê li hemberî tevgera me bikartîne. Bi vî awayî êrişkirina Rûdawê ya li dijî tevgera me, belavkirina nûçeyên derew û nerast, bi ti awayî nayên pejirandin. Rûdaw TV bi vê weşana xwe propagandaya reşkirinê li dijî tevgera azadiyê dimeşîne û ev yek bi vekirî li holê ye. Rûdaw TV li dijî partiya me weke makîneya derewan kar dike. Weşanek bi vî awayî, ne exlaqê çapemeniyê ye û ne jî weşanek li gor yekîtiya netewî ye.”

‘Xizmeta yekîtiya netewî nake’

Komîteya peywendiyên derve ya KCKê destnîşan dike ku weşana Rûdaw TV ne di xizmeta yekîtiya netewî de ye û wiha dibêje: “Yekîtiya netewî ya ku xeyala hezar salane û her roj zêdetir em nêzîk dibin; di demek her roj darbeyên giran li DAIŞê tên dayîn, her roj sinorên li Kurdistanê hatine xetkirin bê watetir dibin, Rûdaw vê yekê nabîne û weşanek berevajî dimeşîne. Tenê mirov dikare weke dijmintiya kurdan bi nav bike. Diyare li dijî prestîja ku gerîlayan li başûrê Kurdistanê di şerê bi DAIŞ'ê re qezenc kiriye, êrîşeke yan jî konsepteke êrîşê ye, weşana wê ya di vî warî de îspateke.”

‘Êrişî destkeftiyên gelê kurd dike’

Di daxuyaniya komîteya peywendiyên derve ya KCKê de tê gotin ku Rûdaw êrişî destkeftiyên gelê kurd ên li Rojava dike, li cihê xwedî li van destkeftiyan derbikeve; ji nedîtî ve dibîne û ev dijmintiya kurdan e. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Li cihê ku Rojavaya bi xwîna keç û xortên kurdan hatî ava kirin û demokrasiya li wir belav bûyî derbikevin; weşanek timî li dijî destkeftiyên li vir dimeşîne; ger ev ne dijmintiya kurdan be, çiye? Di hilbijartinên giştî yên li bakûrê Kurdistan û Tirkiyê de, dijbertiya AKP û MÎTê li dijî Kurdan dayî meşandin di heman demê de Rudaw TV ew dijbertî di xeta xwe ya weşanê de daye berdewamkirin û daye nişandan ku li dijî HDP'ê ye. Bi weşana xwe ya piştî hilbijartinê û ji bo serkeftina HDPê veşêre; tişta ji destê wan bê kiriye.”

‘Divê xeta xwe ya weşanê di ber çavan re derbas bike’

Komîteya peywendiyên derve ya KCKê di dawiya daxuyaniya xwe de diyar dike ku divê Rûdaw TV siyaseta xwe ya weşanê di ber çavan re derbas bike û wiha dibêje: “Ger bi rastî weke Rûdaw TV dibêje wê siyaseteke weşanê ya ji bo azadiya gelê kurd bimeşîne, berî her tiştî divê xwediyê siyaseta weşanê ya hemû tevgerên azadiyê yên kurd bipejirîne û di vê çarçoveyê de xwedî li wan derbikeve. Divê çarçoveyê de em bang li Rûdaw TV dikin ku siyaseta xwe ya weşanê di ber çavan re derbas bike û weşanek di xizmeta yekîtiya netewî de bimeşîne.”

(rn)