1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCK: Serêkaniya Serxetê wekî baregehek li dijî Rojava tê dîtin
KCK: Serêkaniya Serxetê wekî baregehek li dijî Rojava tê dîtin,kck,serêkaniya,serxetê,wekî,baregehek,li,dijî,rojava,tê,dîtin

KCK: Serêkaniya Serxetê wekî baregehek li dijî Rojava tê dîtin

A+ A-

ANHA / BEHDÎNAN - Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir ku têkoşîna gel a li Serêkaniyê, Xelat, Qaxizman, Akdenîz û gelek navendên din li dengên xwe, têkoşîna demokrasiyê ye. KCK'ê ji gelê Kurd xwest, li her deverê bi serhildanan xwedî li encamên hilbijartinê derkeve û got, "Şaredariyên ku AKP'ê dixwaze bi zorê bidest bixe, wê li cem gelê me bi tu awayî ne rewa bin."

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê der barê hewldanên guhertina encamên hilbijartinê yên li navendên BDP'ê qezenç kirine, daxuyaniyeke nivîskî da.

KCK'ê diyar kir ku têkoşîna gel a li Serêkaniyê, Bêrecûg, Wêranşar, Agirî, Akdenîz, Xelat, Qaxizman û gelek navendên din ên ji bo xwedîderketina li dengê xwe, têkoşîneke demokrasiyê ye û got, "Êrîş û zîhniyeta AKP'ê ya tinekirina vîna gel, ne tenê li hemberî gelê me yê li Wêranşar, Serêkaniyê û deverên din e, li dijî tevahiya gelê Kurdistanê ye. Li dijî van êrîşên AKP'ê divê gelê me li her devera Kurdistanê û metropolan bi ruhê yekitiya neteweyî û azadiyê xwedî li encamên hilbijartinê derkeve û heta encam jê were girtin Serhildan werin bilindkirin."

KCK'ê destnîşan kir ku şaredariyên AKP dixwaze bi zorê bi dest bixe, li cem gelê Kurd bi ti awayî ne rewa ne.

Daxuyaniya KCK'ê wiha ye:

"Gelê Kurdistanê tevî ku şert û mercên newekhev de beşdarî hilbijartinan bû jî, serketineke gelekî girîng qezenç kiriye. Ji ber qanûna bajarê mezin 22 bajarokên BDP'ê di sala 2009'an de bi dest xist betal bû û di van hilbijartinan de jî BDP'ê 27 şaredariyên din qezenç kiriye. Em gelê xwe hem ji ber vê serketina mezin a di hilbijartinan de hem jî li dijî dek û dolabên dewleta AKP'ê ji ber berxwedan, xwedîderketina li vîn û rûmeta xwe careke din silav dikin û pîroz dikin.

BDP'ê bi şiyara 'bi rêveberiya xweser re ber bi nasnameya azad' propaganda hilbijartinê meşandiye. Rêber Apo girîngiya referandûmê daye van hilbijartinan, tevgera me jî destnîşan kiriye ku serketina BDP'ê ya di van hilbijartinan de wê were wateya bidestxistina rêveberiya xweser a gelê Kurdistanê. Di van hilbijartinan de gelê me vîna xwe ji bo xweseriya demokratîk bikar aniye. Coş û kelecana mezin a gelê Kurdistanê ya ji ber vê serketinê, tê fêmkirin û di cih de ye.

AKP, CHP, MHP Û Tevgera Gulen bi hev re tevgeriyan

Dewleta AKP'ê û hemû partiyên sîstemê ji ber vê yekê nekarî xwe li vê serketina BDP'ê rabigirin û ketin nava helwesteke êrîşkar. Dewleta AKP, CHP, Tevgera Gulen û MHP'ê li Kurdistanê li dijî vîna demokratîk û mafdar a gelê me bi hev re di nava stratejî û planeke hevpar de tevgeriyane. Jİ ber ku zanîbûn gelê me wê dengê xwe ji bo xweseriya demokratîk bikar bînin, di ser medya dewletê re propaganda 'Kurd wê xweseriya demokratîk îlan bikin û ava bikin' derxistn holê û bi vî rengî bingehek ji her şêweyên dek û dolab, fen, derew û êrîşan re ava kir. Stratejî û planên xwe yên hevpar ji bo qezençnekirina BDP'ê, ji bo Kurd negihêjin rêveberiya xwe ya cewherî, dan rûniştandin. Ji ber vê yekê di pêvajoya propaganda hilbijartinê de bi gelek eşîran re hevdîtin kir, hewl da bêbaweriyê bixin nava Kurdan, ev yek di asta şerê psîkolojîk de da meşandin, bi hewldanên reşkirina namzetên BDP'ê re xwest bêbaweriyê bixe nava gel, moral xera bikin, bi hêza leşker, polîs, cerdevan û pere re hewl da yekitî û vîna Kurdan belav bikin, bişkînin. Li gelek navçe û bajarokan bi sindoqan hatiye lîstin, dengên BDP'ê hatine dizîn, qetandin û dengên dubare hatine bikaranîn. Ji derve leşker, polîs û karmend anîn û bi wan deng dan bikaranîn. Mirov neçar hatine hiştin bi awayekî vekirî dengan bikar bînin. AKP'ê beriya bi hefetyan bi israr gotibû ku wê bi sindoqan bê lîstin, fen bên kirin. Niha baştir tê dîtin ku ev propaganda AKP'ê kiriye, hewldanên ji bo veşartin û nixumandina zîhniyeta xwe ya antîdemorkatîk, nêzîkatiyên xwe yên zordar, dek û dolaban e. Dewletê bi vê stratejiya xwe re xwest pêşî li bidestketina rêveberiya cewherî ya gelê Kurdistanê bigire, li Tirkiyeyê jî bi êrîşa li hemberî HDP'ê re xwest, mûxalefeta gel a demokratîk asteng bike. Diyare ku CHP û MHP di çarçoveya vê stratejî û planê de bûne cihgirên AKP'ê û bi polîtîkayeke dewletê re tevgeriyane.

Piştrast bû ku Desteyên Hilbijartinê mîna rêxistineke AKP'ê tev digerin

Li Serêkaniyê, Wêranşar, Bêrecûg, Hezo, Misric, Agirî, Xelat, Qaxizman, Westan, Akdenîz, Dagpinar, Tetwan û Norşînê dengên gel bi awayekî fermî hatine dizîn, qetandin û windakirin. Dewleta ku bi rêbazên demokratîk nekarî bi ser bikeve, dixwaze bi her şêweyên fen û zordariyê van deveran qezenç bike. Desteyên Hilbijartinê yên Bajar û Navçeyan bûne alîgirê van polîtîkayên dewleta AKP'ê. Tevî ku ti agahî û belgeyeke şênber nîne jî hemû serlêdanên AKP'ê hatine qebûlkirin, lê belê hemû serlêdanên îtirazê yên BDP'ê yên bi belge û agahiyên berçav ên bi dîmen û bê dîmen, nehatine qebûlkirin û yekser hatine redkirin. Lewma piştrast bûye ku ev desteyên hilbijartinê weke rêxistineke dûvikê AKP'ê tevgeriyane. Rewşa li Serêkaniyê, Bêrecûg, Wêranşar, Agirî, Xelat, Hezo û gelek navçe û bajarokên din tê jiyîn ev e. Bi vî rengî tê dîtin ku AKP çawa rêyên siyaseta demokratîk digire, bingeha têkoşîna demokratîk çawa ji holê radike. Di rewşeke ku hemû rêyên têkoşîn û siyaseta demokratîk li Kurdan tê girtin de, tişta ji Kurdan tê xwestin teslîmbûyîn û serîtewandine. Lê belê gelê Kurd gelekî bi rûmet û berxwedêr e. Di tevahiya dîrokê de li pêşberî ti zordariyê serî netewandiye. Di pêvajoya têkoşînê ya çil salên dawî de, bi berdêlên giran têkoşîn û berxwedaneke bi heybet meşandiye û encamên vê têkoşînê li pêş çavan e. Divê ti kes nekeve nava xefleta bendemayîna teslîmbûyîn û serîtewandina Kurdan. Bêguman wê gelê Kurd li ber xwe bide. Wê di her şert û mercî de xwedî li dengên xwe, rûmeta xwe derkeve. Lewma berxwedana gelê me ya li Serêkaniyê, Bêrecûg, Xelat, Tetwan, Agirî û cihên din ên Kurdistanê rewa ye, mafdar e, demokratîk e û giranbuhaye.

Serêkaniyê weke baregehek li dijî Rojava tê dîtin

Berdevkê hikûmeta AKP'ê Huseyîn Çelîk xweranegirtina li serketina mezin a BDP'ê bi gotina 'Ji ber windakirina Wanê gelekî xemgîn bûm' anî ziman. AKP ku Serêkaniyê li dijî şoreşa Rojava weke baregehek komên çete yên mîna El Nûsra bikar tîne, ji ber vê yekê bi hemû hêza xwe êrîş dike. Komên çete yên çekdar û sivîl êrîşî gel dikin û bi awayekî vekirî û bi zorê hewl didin Serêkaniyê ji BDP'ê bistînin. AKP ku li Serêkaniyê, Wêranşar û Bêrecûgê li hemberî gelê Kurd pêleke giran a tepisandin, zext, îşkence û girtinê da destpêkirin, polîs, cerdevan û hêzên çekdar ên sivîl, bi sedan gule li mala Hevşaredarê BDP'ê yê bajarokê Dêrgulê yê Şirnexê, ku bi rêjeyek bilind qezenç kir, reşandin.

Li cihê tê xwestin bi zorê were bidestxistin, ti rewabûna şaredariyên AKP'yî nîne

Berxwedana gelê ma ya li dijî pêkanînên antî demokratîk, zordarî û êrîşên faşîst ên AKP'ê berxwedaneke rewa ye û di heman demê de têkoşîneke demokrasiyê ye. Ev yek têkoşîna gel a xwedîderketina li vîna xwe, rûmeta xwe û pêşeroja xwe ye. Divê tevahiya gelê Kurdistanê dil û vîna xwe bi dil û vîna gelê me yê li Serêkaniyê, Wêranşar, Xelat, Agirî û Tetwanê bike yek û rabe serhildanê. Êrîş û zîhniyeta AKP'ê ya tinekirina vîna gel, ne tenê li hemberî gelê me yê li Wêranşar, Serêkaniyê û deverên din e, li dijî tevahiya gelê Kurdistanê ye. Li dijî van êrîşên AKP'ê divê gelê me li her devera Kurdistanê û metropolan bi ruhê yekitiya neteweyî û azadiyê xwedî li encamên hilbijartinê derkeve û heta encam jê were girtin Serhildan werin bilindkirin. Êdî ev rastî derketiye holê; Şaredariyên AKP hewl dide bi zorê bixe destê xwe, li cem gelê me ti rewabûna xwe nîne û wê gelê me vê qebûl neke.

Em AKP'ê careke din hişyar dikin. Divê hurmetê nîşanî vîna gelê Kurdistanê bide. Pêwîste tavilê dest ji helwesta xwe ya bi fen, dek û dolab û zordariyê berde. Di rewşeke berevajî de gelê me wê qat bi qat zêdetir bersivê bide van nêzîkatiyên antî demokratîk û zaliman e. Ti fen û êrîş wê bêbersiv nemînin. Gelê Kurdistanê wê bi hêzên demokratîk û şoreşger ên Tirkiyeyê re têkoşîna xwe bi bawerî û biryardariyeke mezintir bimeşîne."