1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCK: Vekişîn bi çêkirina zemîneke qanûnî pêkan e
KCK: Vekişîn bi çêkirina zemîneke qanûnî pêkan e,kck,vekişîn,bi,çêkirina,zemîneke,qanûnî,pêkan,e

KCK: Vekişîn bi çêkirina zemîneke qanûnî pêkan e

A+ A-

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku divê ji bo vekişîna hêzên gerîlayan ji Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê zemîneke qanûnî bê çêkirin û ji bo pêvajoyeke mayinde û saxlem pêş bikeve divê hin pêngavên şênber bên avêtin.

KCK’ê diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxuyaniya di Newroza Amedê de li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn di têkoşîna biratî, aşitî û azadiya gelan de pêvajoyeke girîng daye destpêkirin û bi bîr xist ku KCK’ê ji 23’yê adarê ve dest bi pêvajoya agirbestê kiriye. KCK’ê diyar kir ku hukûmeta Tirk li hemberî pêngavên aliyê Kurdan tu pêngavên şênber neavêtiye û wiha domand:

“Em di wê baweriyê de ne ku hemû aliyên peywendîdar bi baldarî guhdarî daxuyaniya Serokwezîr Erdogan a bi awayê ‘bila çekên xwe deynin û derbikevin derveyê sînor’ kirin. Beriya her tiştê Erdogan zimaneke wisa bi kar anî ku tu dibêjî qey her tişt bi yek alî dimeşe û her tişt di bin înîsiyatîfa wî de ye û dixwaze wisa bide nîşadan. Lê ev pêvajo ne pêvajoyeke yek alî ye, mûzakere û hevdîtinên di navbera Rêbertiya me û dewletê de tenê dikare bi pêngavên dualî pêş bikeve. Vekişîneke ku Erdogan behsa wê dike di rojeva me de tune ye. Ger dewlet pêngavên pêwîst avêt û li ser vî esasî zemîneke qanûnî û erênî çêkir, wê demê vekişîn dikare bê rojevê. Ji ber vê jî ji bo razîkirina hêzên me yên gerîlayan û ji bo pêvajoyeke mayinde û saxlem pêş bikeve divê hin pêngavên şênber bên avêtin.

HAY JI USLIBÊ XWE HEBIN

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku heta niha jî Erdogan ji bo pirsgirêka Kurd têgînên “teror” û “terorîst” bi kar bîne û diyar kir ku ev yek jidilî û cidiyeta hukûmetê ya li hemberî pêvajoyê nîşan dide, her wiha ev yek di serê mirov de pirsenîşanan çêdike. KCK’ê diyar kir ku divê li ser ziman û uslibê xwe baldar bin. DIVÊ HELWESTÊN ÇARESERIYÊ ESAS DIGIRIN BÊN NÎŞANDAN

KCK’ê nirxandinên Erdogan ên derbarê şert û mercên girtîbûnê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de nirxand û wiha got:

“Li Tirkiyeyê mafê hemû girtî û hukûmxwariyan heye ku feydeyê ji televîzyon, hewastandin û weke din bigire. Ev mafên Rêbertiya me 14 salan dereng hatin hiştin, lê Erdogan vê yekê li hemberî Rêbertiya me ji bo tiştekê jê bigire weke lutifekê nîşan dike, ev daxuyanî ne li gorî ruhê pêvajoyê ye, ne jî li gorî exlaqê polîtîk e.”

LI DIJÎ RAPORA QILABAN NERAZÎBÛNEK TUND

KCK’ê her wiha nerazîbûn nîşanî pejirandina Rapora Qilaban ji aliyê Meclîsa Tirk ve da jî da. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li Roboskiyê 34 mirovên Kurd hatin qetilkirin û vî awayî suceke mirovahiyê hate kirin. Daxuyaniya KCK’ê wiha bi dawî bû:

“Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a ku ji bo aşkerekirina kiryarên komkujiyê hatibû peywirdarkirin li şûna kiryaran aşkere bike, aqilê dewleta AKP’ê esas girtin û bi vî awayî tevgeriya, her wiha gotin ku komkujî ne bi zanebûn hatiye kirin, bi vî awayî ev yek jî tê wateya komkujiyeke din. Ev rapor bi taybet bi dengên AKP’ê hate qebûlkirin, bi vî awayî rastiya ku dibêje komkujî ji aliyê hukûmeta AKP’ê hatiye kirin aşkere bû. Ji ber wê jî heta hesabê Roboskiyê nepirsîn ne pêkan e ku dewlet ji berpirsyartiya rizgar bibe. Lê aşkere ye ku dê gelê Kurd, aliyên demokratîk, welatparêz û rewşenbîr dê têkoşîna ji bo hesabpirsîna komkujiyê bidomînin.”