KCK: Xebat fermandarê mêrxas ê Botanê bû
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo endamê Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk ê ku di encama êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû peyamek sersaxiyek weşand. KCK’ê di peyamê de sersaxî ji malbat û gelê Rojavayê Kurdistanê re xwest û got; “Divê hemû gelê Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî gelê Qamişlo yê welatparêz, vê êrîşa dijmin a ku ev fermandarê hêja yê ji nav wan derketî şehîd xistî, baş bibînin û di nav refên xwe de cih nedin îxanetê.”
KCK’ê di daxuyaniya dayî de sersaxî ji malbata Xemat Dêrik û hemû gelê Rojavayê Kurdistanê re xwest û bang li gelê Kurd kir ku bi awayeke herî xurt li cenazeyê xwe xwedî derbikevin. KCK’ê got; “Divê hemû gelê Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî gelê Qamişlo yê welatparêz, vê êrîşa dijmin a ku ev fermandarê hêja yê ji nav wan derketî şehîd xistî, baş bibînin û di nav refên xwe de cih nedin îxanetê.”
Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:
Hevalê Xebat Dêrik (Mahmûd Muhamed) wekî milîtan û fermandarekî mêrxas, di nav şert û mercên dijwar ên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de şekil girtibû û xwediyê kedeke mezin bû. Em bi êş pê hesiyan ku ev rêhevalê me yê qehreman di encama êrîşa kontra de gihîştiye şehadetê. Hevalê Xebat ji 27 salên jiyana xwe ya têkoşînê 24 salên wê bi awayek bê navber di çiyayên Kurdistanê de û di nava şert û mercên şer ên zor û zehmet de bihurand. Windakirina vî rêhevalî, ne tenê ji bo Rojavayê Kurdistanê, ji bo tevahî gelê Kurdistanê û ji bo tevgera me windahiyeke mezin e. Em destpêkê ji bo tevahî gelê Kurdistanê, ji bo gelê me yê welatparêz ê Rojavayê Kurdistanê û ji bo malbata birûmet a şehîdê me yê qehreman sersaxiyê dixwazin.
Hevalê Xebat di şert û mercên herî zor ên dîroka me ya têkoşînê de bû fermandarê mêrxas ê çiyayên Botanê û wekî milîtanê ku xwe bi pratîka xwe bê mirin kirî, ketiye dîrokê. Em wekî rêhevalên Wî, soz didin ku emê heta dawî bi bîranîna Vî Milîtanê Bê Mirin ve girêdayî bimînin, bîranîna Wî di azadiya Rêber APO û azadiya Kurdistanê de bidin jiyandin.
Hevalê Xebat, gelek aliyên xwe yên hêja hebûn: Taybetmendiya Wî ya herî berçav, bi xetên pir tûj bi Rêber APO û şehîdan ve girêdayî bû. Hevalê Xebat ku bi vê girêdana kûr û bi evîneke mezin tevlî têkoşînê bû, ji sala tevlî gerîla bûyî sala 1987’ê û vir de pir erkên girîng ên wekî Endametiya Komîteya Navendî ya PKK’ê, Endametiya Konseya Fermandariya Leşkerî, Fermandariyên Eyaletan girtiye ser xwe, rêvebertiya gelek eniyên şer kiriye û ji bo têkoşîna azadiya gelê me kedên girîng raber kiriye. Ew bi vê ked û hewldana xwe milîtanekî pêşeng bû. Hevalê Xebat wekî fermandarekî ku bi gerîla re bibû yek, cara yekê sala 2011’ê ji çiyayên azad ên Kurdistanê ku pir jê hezdikir, derbasî qada siyaseta sivîl bû û pir tecrûbe û zanistiya ku hevalê Xebat bida gelê Rojavayê Kurdistanê hebû. Hevalê Xebat, ji ber vê yekê hatiye hedefkirin û hatiye şehîdkirin.
Kesê ku ev fermandarê birûmet şehîd xistî û derdora malbata wî kesî, ev 20 sal in îxanetê li gelê Kurdistanê dikin, nirxên ku bi ked û xwêdana gelê me hatî avakirin desteser dikin, her çendî bi îstixbarata Sûriyê re kar dikin jî, bi esasî ev malbat û derdora wan bûne kontrayên ku bi îstixbarata Tirkiyê re kar dikin. Aşkere ye ku ev êrîş, wekî xebateke îstixbarata Tirk a kontra pêk hatiye, bi esasî di şexsê hevalê Xebat de Serokatiya me û tevgera me kiriye hedef û xwestiye darbeyê li têkoşîna azadiya Rojavayê Kurdistanê bixe.
Divê hemû gelê Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî gelê Qamişlo yê welatparêz, vê êrîşa dijmin a ku ev fermandarê hêja yê ji nav wan derketî şehîd xistî, baş bibînin û di nav refên xwe de cih nedin îxanetê. Li ser esasê rêya azadiya Rojavayê Kurdistanê ya ku hevalê Xebat di oxira wê de derketî rê, divê hîn zêde têkoşînê hembêz bikin, li hemberî her cure xebatên kontra û hemû beşên sîxur-hevkar yekîtiya xwe ya netewî-demokratîk ava bikin û xwedî li xeta şehîdan derbikevin.
Divê were zanîn ku vî gelî û vê tevgerê, li ser bingehê felsefeya mezin a Rêber APO wekî Xebat Dêrik, bi sedan û bi hezaran însanên mezin gihandiye; li hemberî êrîşên bi vî rengî wê xwe biparêzê, di bin her şert û mercî de wê têkoşîna azadiyê bilind bike û bigehîne serkeftinê. Ti êrîşa kontra wê nikaribe têkoşîna azadiya gelê me asteng bike. Gelê Rojavayê Kurdistanê, wekî kesayetên ku her yekê/î xwe bi têkoşîna xwe û bi pratîka xwe îspat kirî, destpêkê di şexsê Şehîd Şîlan, Şehîd Rûstem û Şehîd Xebatan de, wê li ser xeta hemû şehîdên qehreman bimeşe û wê têkoşîna azadiyê qezenç bike.
Li ser vî bingehî em bang li tevahî gelê Rojavayê Kurdistanê, partî û saziyên welatparêz dikin ku li hemberî beşên sîxur-hevkar helwest raber bikin, li şehîdê me yê qehreman rêheval Xebat xwedî derbikevin, yekîtiya xwe ya netewî-demokratîk pêşbixin û têkoşîna azadiyê bilind bikin. Em dixwazin diyar bikin ku wekî tevger em ê li gel yekîtiya gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bin û li gel têkoşîna we bin.”
ANF NEWS AGENCY