1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCK’ê bang li ciwanan kir
KCK’ê bang li ciwanan kir,kck,ê,bang,li,ciwanan,kir

KCK’ê bang li ciwanan kir

A+ A-

Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku der barê operasyonên ku roja înê, li 17 bajaran, li dijî 123 nuqteyan pêk hat de diyar kir ku armanc çewisandin e û li hemberî “pêkanînên faşîst ên çavsorane” bang li ciwanên Kurdistanê kir ku “peywirên xwe pêk bînin”. KCK’ê got; “Divê beriya her tiştê hemû kes û welatparêzên Kurdistanê cihên bi girtinan vala mane dabigirin.”

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê der barê operasyonên ku roja înê, li 17 bajaran, li dijî 123 nuqteyan pêk hat de daxuyaniyek nivîskî da û got; “Divê ciwanên kurd ên welatparêz-demokratîk li hemberî vê yekê bê deng nemîne, divê li hemberî van êrişên ku gelê Kurd rencîde dikin tevlî refên gerîlayan bibin û bersivek bi rumet û bi şeref ku dê encamê bigire bidin van êrişan. Li ser vî esasî em bang li hemû ciwanên kurd ên welatparêz-demokrat dikin ku peywir û wezîfeyêln xwe bi cih bînin.”

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“ÊRIŞ PÊŞIYA TIRSA AKP’Ê NAGIRE

Di çarçoveya şerê topyekun ê ku dewleta tirk li hemberî gelê Kurd dimeşîne, de Operasyonên Qirkirina Siyasî berfireh dibin. Tu aliyê hiqûqî û exlaqî yê van êrişên ku bi terora polîsan dîkdatoriyên herî faşîst tîne bîra mirov, têne mşandin tune ye. Lê AKP nikare bi vê yekê jî pêşî li tirsa xwe bigire, dê tekoşîna azadiya gelê Kurd xurtir bibe. Dewleta AKP’ê di pêkanîna van pêkanînên li Kurdistanê de ne bi zagonên neteweyî, ne jî bi yên navneteweyî dike. Sîstema Îşkenceyê ya li Îmraliyê, Komkujiya Roboskiyê û operrasyonên qirkirina siyasî ya li hemberî siyaseta Kurdan parçeyên pêkanîna vê konseptê ne. Bi van pêkanînên ku tu aliyê wan ê hiqûqî û exlaqî tune ye, hemû saziyên kurdan dike hedef û dixwaze kurdan bê bandor bike, bike kole û teslîm bigire.

ARMANC ÇEWISANDIN E

Duh bi awayeke berfireh li 17 bajaran bi ser 123 nuqteyan de girtin û pêşî BDP, sendîka, saziyên çandê, saziyên ziman, akademiyên siyasî, şaredarî û saziyên kir hedef, ev yek jî nîşan dide ka pêkanînên çiqas faşîzane dixin meriyetê. Bi ser mala kesên xwedî destnedayînê ne girtin, bi ser şaredariyên fermî de girtin û kiryarên çavsorane pêk anîn, vê yekê jî nîşan da faşîzm gihiştiye kîjan astê. Hemû saziyên li Kurdistanê xwedî li nasnameya xwe derdikevin weke saziyên KCK’ê dinirxîne û wana digire. Ev hewldanên ku xwe dispêrin derwean ji bilî pêkanînên faşîzmê ne tiştek din e. Dixwazin bi van pêkanînên bi armanca mêtîngeriyê , de siyaseta sivîl a Kurdan, saziyên Kurdan ên demokratîk û yên dostên demokratîk krîmînalîze bike, bi vê şerê psîkolojîk dixwazin çewisandinê pêk bînin.

ÊRIŞ BÊZARIYA AKP’Ê NÎŞAN DIDE

Ev êriş nîşan didin ku hikûmeta AKP’ê li hemberî berxwedana Rêber Apo, tevger û gelê me çiqas bêçare maye û ev êriş nîşaneya vê bêzariyê ne. Divê hemû gelê me û raya giştî bizane ku: Hikûmeta AKP’ê ji pêşketina gelê me û hêzên demokratîk ditirse. Ji ber wê jî bi awayeke dîn û har dest bi van pêkanîn faşîst, ên di çarçoveya şerê topyekun de kiriye. Bi van êrişan dixwaze gelê me bê bandor û pasîf bihêle. Ev pêkanîna faşîst-nijadperest, a di çarçoveya operasyonên di bin navê KCK’ê de dispêre gelê Kurd û saziyên demokratîkê, dê sibê bispêre her kesê.

DIVÊ WELATPARÊZ CIHÊN KU BI GIRTINAN VALA BÛNE DABIGIRIN

Divê hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê û saziyên kurdan ên welatparêz-demokratîk li hemberî vê pêkanîna faşîst tekoşînê xurt bikin û teqez pêşî lê bigirin. An ne, li Kurdistan û Tirkiyeyê bûyerên wisa yên ku tu kes naxwaze biqewimîn, dê biqewimin. Divê beriya her tiştê hemû kes û welatparêzên Kurdistanê cihên bi girtinan vala mane dabigirin. Divê kesên welatparêz-demokratîk ku berê ji ber sedemên cûda ji saziyan veqetiyane, bê ku li benda teklîfan bimînin, biçin di saziyên xwe yên demokratîk de peywir bigirin û li hemberî vê zilma li gelê me tê kirin tekoşînê xurt bikin. Bila were zanîn ku armanca wan ew e ku wisa bikin ku ev sazî êdî bi kêrî xebatê neyên, kurdan ji hola siyasetê rabikin, dixwazin tekoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê me bê bandor bikin û bê deng bikin. Ger ku dixwaizn ev êrişên AKP’ê bêne pûçkirin, divê hemû welatparêz û demokrat wezîfeyên ku dikevin ser milên xwe pêk bînin, divê bi piştgiriyê giyanê yekitiya di navbera hêzên demokratîk de bê xurtkirin û ji bo bikaribin bi giyanê serhildanê bersivê bidin van êrişan, divê her kes peywira ku dikeve pêşiya wê/wî bi cih bîne.

EM BANG LI CIWANAN DIKIN

Bi vê pêla êrişan a ku di 13’ê çile de pêk hat, careke din aşkere bû ku hişmendiyeya mêtînger-nijadperest dixwaze bi van pêkanînan kurdan ji hola siyasetê rabikin û paqij bikin. Dixwazin bi tesfiyekirina siyaseta azad a Kurdan pêkhateyeke noker (hevkar) ava bikin. Êdî pêwîstî bi gotinên zêde nemaye. Divê ciwanên kurd ên welatparêz-demokratîk li hemberî vê yekê bê deng nemîne, divê li hemberî van êrişên ku gelê Kurd rencîde dikin tevlî refên gerîlayan bibin û bersivek bi rumet û bi şeref ku dê encamê bigire bidin van êrişan. Li ser vî esasî em bang li hemû ciwanên kurd ên welatparêz-demokrat dikin ku peywir û wezîfeyêln xwe bi cih bînin. Peywira wan a pêşî tevilbûna nava refên gerîlayane û birêxistinkirina tevgera serhildanê ye. Divê bibin vînek û nunertiya civakê bikin.

BI XWEŞEWITANDINÊ DILÊ FAŞÎZMÊ ŞA NEKIN

Beriya du rojan li Amedê ciwaneke 15 salî bi navê Ferhad Dînç agir berda bedena xwe û dawî li jiyana xwe anî. Divê bi tu awayî tu ciwanên Kurdistanê bi xweşewitandinê dilê faşîzmê şa neke. Bila were zanîn ku rêya ciwanên kurd ên ku dilê wan ji agirê şoreşê tije ye, ne xweşewitandina li hemberî zilma AKP’ê ye. Rêya wan an gurkirina agirê serhildanê an jî tevilbûna nava refên gerîlayane. Ji bo serkeftinê jiyan û seknek bi rûmet divê. Em bang li hemû ciwanên welatparêz ên Kurdistanê dikin li hemberî van êrişên faşîzane bibin xwedî helwest.”

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî