1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCK'ê banga berfirehkirina eniya berxwedanê kir
KCK'ê banga berfirehkirina eniya berxwedanê kir,kck,ê,banga,berfirehkirina,eniya,berxwedanê,kir

KCK'ê banga berfirehkirina eniya berxwedanê kir

"Divê ciwanên Kurd berê xwe bidin eniya berxwedanê ya li çar parçeyên Kurdistanê. Divê eniya berxwedanê bê berfirehkirin."

A+ A-

BEHDÎNAN 10.08.2014 09:41:42 Hevserokatiya KCK'ê destnîşan kir ku eger hêzeke hevpar a parastinê bê avakirin wê derbên mirinê li rêxistina çete DAIŞ'ê bê xistin û got, "Divê ciwanên Kurd berê xwe bidin eniya berxwedanê ya li çar parçeyên Kurdistanê. Divê eniya berxwedanê bê berfirehkirin."

Hevserokatiya KCK'ê di daxuyaniya xwe d ragihadin ku pêvajoyeke dîrokî tê jiyîn û diyar kir ku ev pêvajo di heman demê de ezmûneke dîrokî ye. KCK'ê ragihand ku roj; li eniya bexwedanê roja yekbûyîn û yekgirtinê ye û destnîşan kir ku mizgîniya herî mezin a ji gelê Kurd re bê dayîn, avakirina hêza parastina neteweyî û berxwedana li gel hev e, ku ev yek hesreta sed salane.

XEWN Û HESRETA SED SALAN: BERXWEDANA MIL BI MIL

Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî ye: "Gelê Kurdistanê di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe. Ev yek ji bo Kurdan di heman demê de ezmûneke dîrokî ye. Gelê Kurd neçar e vê ezmûnê bi ser bixe. Rêxistina çete-DAIŞ a bûye belayê serê mirovahiyê û êrîşî hebûn û azadiya gelê Kurd de, wê li pêşberî berxwedana wêrek û biryardar a gelê me nikaribe ji têkçûnê rizgar bibe. Hêz, qudret, çanda berxwedanê û rihê serketinê yê gelê Kurd ji bo vê têrê dike. Pêwîste komkujiya li Şengalê jib o tevahiya gelê me û rêxistinên Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê bibe sedema afirandina piştevanî, yekîtî û avakirina hêza hevpar a parastinê. Bersiva bi berpirsyariya dîrokî ya li vê pêvajoya dîrokî, bê şik û guman, bi avakirina hêza parastina hevpar dibe. Sekin, rastî û şaşitiyên rêxistinên Kurd ên heta roja îro çi dibin bila bibin, roj roja berxwedan û yekîtiya li eniya berxwedanê ya li dijî hêzên êrîşî hebûna gelê me dike ye. Li ser vê bingehê, serketin û mizgîniya herî mezin a ji bo gelê me, avakirina hêza hevpar a parastinê û berxwedana mil bi mil, dil bi dil a li dijî dijmin e, ku ev yek xewn û hesreta sed salan e.

WÊ TÊK BIÇIN

Rêxistina çete ya DAIŞ'ê li Rojavayê Kurdistanê, li Kobanê li pêşberî berxwedana leheng a gelê me û hêzên YPG/YPJ'ê gelek caran derb xwar û ji hev ketiye. Rewşa têkneçûnî ya gelê me ya li pêşberî rêxistina çete DAIŞ'ê, li Rojavayê Kurdistanê îspat bûye. Bandora psîkolojîk a vê berxwedanê, rihê şer û serketinê ya li ser rêxistina çete DAIŞ'ê, ji çek û teknîka herî mezin bêtir bi bandor bûye. Rêxistina çete li Rojavayê Kurdistanê ti carî bi ser neketiye. Eegr hemû rêxistinên Kurd hêza hevpar a parastina neteweyî ava bikin û bi heman rihê bexwedan û serketinê li ber xwe bide, rêxistina çete DAIŞ'ê derba mirinê bixwe û bi misogerî têk biçe. Ji bo vê yekê em weke tevger diyar dikin ku ji bo avakirina eniya parastina hevpar a Kurdan, amade ne. Em bawerin ku hemû rêxistinên Kurdan wê bi heman berpirsyarî û têgihiştinê tevbigerin. Bi Kurdistana hebûn û azadiya wê ewle re, wê hebûn û azadiya Ermenî, Asûrî, Şebek, Tirkmen, hemû komên bawerî, çand û civakî jî ewle bibin.

DIVÊ HER HER ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ BERÊ XWE BIDIN BERXWEDANÊ

Ji bo vê yekê em vê bangê li ciwanên Kurd ên welatparêz dikin: Li Şengalê komkujiya herî barbar a dîrokê hat serê gelê me yê Êzidî. Ciwanên Kurd vê ji bîr nakin. Onûr, şeref û namûs li Şengalê ye. Pêwîste ciwanên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê berê xwe bidin eniya berxwedanê. Divê eniya berxwedanê bê berfirehkirin. Rojava û Başûrê Kurdistanê ji serî heta binî veguherîne qada berxwedanê. Ti ciwanê Kurd ê îro li ber xwe nede, nikare behsa jiyaneke azad û bi rûmet bikin. Divê ciwanên Kurdistanê, li nava refên HPG, YJA-STAR, YPG, YPJ, hêzên pêşmerge, yekîneyên parastina Şengal û Mexmûrê yên ku her roj berxwedanê bi serketinê tacîdar dikin, cih bigirin."