KCK’ê banga, bi berpirsiyarî tevbigere, li PDK’ê kir
BEHDÎNAN/ANF 08.07.2014 16:15:40 Hevserokên Konseya Rêveberiya KCK’e nerazîbûn nîşanî daxuyaniya PDK’ê ya PKK hedef nîşan kiriye dan û banga dest ji ziman û nêzîkatiyên ku zerarê bidin yekîtiya neteweyî û helwestên hevbeş berde li PDK’ê kir. KCK got; “Ji bo PKK’ê Amed çi ye, Kerkûk jî heman tişt e” û wiha dewam kir: “Weke hebûn û têkoşîna PKK’ê ku di destketiyên Kurdistanê de rol lîst, wê di parastina hemû destketiyan de jî rola xwe bilîze. Tevgera me di parastina jiyana demokratîk, azadî û destketiyên Başûrê Kurdistanê de hemû demê bi berpirsiyarî wê tevbigere û tişta bikeve ser wê dê pêk bîne.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bersiva daxuyaniya PDK’ê ya li ser malpera wê ya fermî ku PKK û Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik hedef digirt da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Di demeke ku divê yekîtiya Kurdan û hêzên siyasî bi hev re tevbigerin, PDK bi zimanekî di vê astê de ku êrîş dike, nayê fêmkirin” û da zanîn Tevgera Azadiya Kurd ji bo yekîtiya neteweyî di nava hewldana berpirsiyartî û hesasiyeta pêwîst de ye.
KCK’ê got ku gerîlayên Kurd li seranserê Kurdistanê hêzên fedayî ne û wiha dewam kir: “Ji bo PKK û KCK’ê Amed çi ye, Kerkûk jî ew e. Kobanê çi ye, Şengal û Xaneqîn jî heman tişt e. Bi heman hestê nêzî hemû navçe û bajarên Kurdistanê dibe. Di asta wê de parastin û bûyîna hêzên parastina cewherî yên neyarên Kurdan jê ditirsin. Di pêvajoyeke ku di Rojhilata Navîn de serûbinbûnek çêdibe de, her pêşketina çêdibe Kurdan ji nêz ve eleqeder dike, PKK, HPG û KCK wê di parastina yekîtiya Kurd, destketî û berjewendiyên wan de berdewam bike.”
Daxuyaniya KCK’ê ya der barê mijarê de wiha ye:
“Malpera fermî ya PDK’ê, bi hinceta nûçeyeke ku di rojnameya Ozgur Gudem a li Tirkiyeyê derdikeve weke sedem hatiye nîşandan daxuyaniyeke ku PKK û Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik tawanbar dike û heqaretê lê dike hatiye weşandin. PDK di her firsend û dema ji xwe re guncawî dîtine neyartiya xwe ya li hemberî PKK û rêveberiya PKK’ê derdixe holê. Di demeke ku divê yekîtîya Kurd û hêzên siyasî hevbeş tevbigerin, bikaranîna zimanekî di asteke ev çend êrîşkar de ji aliyê PDK’ê ve nayê fêm kirin. Ev dijmintiya li hember PKK û rêveberiya PKK’ê ye ku bi hincetekê hatiye nîşandan û ji derveyî vê nayê îzahkirrin.
PDK’ê tam tişta ku di daxuyaniya xwe de gotiye, ew bi xwe dike. Bi nêzîkatî û helwestên ku neyarên Kurdan kêfxweş dike û hêzên îstixbaratên derve dixwazin bikin, lê nekarin bikin, tevdigere.
Siyaset û sekna PKK û KCK’ê hemû demê zelal e. Fikir û sekna xwe bi şêweyekî zelal danîna holê weke rêgezekî bingehîn a siyasî ecibandiye. Piştî ku DAIŞ’ê Mûsil xist destê xwe jî bi şêweyekî zelal helwesta xwe daniye holê. Ragihand ku ji bo parastina Kurdên li Mûsil, derdora wê û Kerkûkê jî amade ye.
‘JI BO PKK’Ê AMED TÊ WATEYA ÇI, KERKÛK JÎ HEMAN TIŞT E’
Mafê parastin û rêvebirina hemû cihên ku Kurd lê ne heye. Ev Mûsil, derdora wê, Kerkûk, Xaneqîn û herêmên din ên Kurdan jî di nav de ne.
Gerîlayên Kurd hêzên fedayî yên hemû Kurdan û Kurdistanê ne. Li hemberî gelê me li ku êrîşek çêbibe, em amade ne bi awayekî fedayî biparêzin. Gerîla îro hêza fedayî ya jiyana Kurdan a demokratîk û azad in. Lehengiya Kurd û fedakariya Kurd di asta herî jor de nûnertiya wê dike û hêzên parastina cewherî yên ku neyarên Kurd jê ditirsin.
Di pêvajoyeke ku li Rojhilata Navîn serûbinbûn pêk tên û her pêşveçûnek Kurdan ji nêz ve eleqedar dikin de, PKK, HPG û KCK wê di parastina yekîtî, berjewendî, destketî û ewlehiya Kurdan de berdewam bikin. Li hemberî DAIŞ û hemû hêzên din di îrade û biryara xwe ya parastina hemû deverên Başûrê Kurdistanê de îro jî didomîne. Dema ku berpirsiyariyek û erkek ket ser mile gerîla, vê bêyî dudiliyekê wê bine cih. Ji bo PKK û KCK’ê Amed çi ye, Kerkûk jî heman tişt e; Kobanê çi ye, Şengal û Xaneqîn jî heman tişt e. Bi heman hestewariyê nêzî hemû navçe û bajarên Kurdistanê dibe.
KCK û hemû pêkhateyên Tevgera Azadiya Kurd ji bo yekîtiya neteweyî xebat dimeşîne. Di ferq û berpirsiyartiyên kÛr ên di vê demê de yekîtî û tevgera hevbeş de ye. Di vê mijarê de hesasiyeta herî bilind nîşan dike. Rudaw, Zagros û beşên din ên weşanê yên girêdayî PDK’ê her roj, li hemberî PKK û KCK û rêveberiyên wan bêbextiyan dikin, Tevî ku ew êrîşên bi vî şêweyî didomin jî, PKK li gor erka berpirsiyariya xwe bersiv nade. Dema ku ev beşên weşanê tên temaşekirin, ka çawa neyartiya PKK, KCK û Şoreşa Rojava dikin ji aliyê hemû kesî ve tê dîtin.
Di daxuyaniya ku li ser malpera PDK’ê hat kirin de, bi şêweyekî ku PDK bi xwe û tu kes jê bawer nake, PKK weke ku di bin fermana rêxistinên îstixbaratê de ye û ji bo wan xizmetê dike daye nîşandan. Pratîka çil salan a PKK’ê tê zanîn. Di nava van çil salan de nasname, kesayetî û rêbaza siyaseta wê, dost û neyaran, hemû kesî pejirandiye. Hemû demê xeta xweseriyê şopandiye. Tu demê nebûye amûrê tu hêzan. Weke ku PKK di bin xizmeta hêzên cuda de dana nîşandan bê wijdanî ye û dereweke ku tu kes jê bawer nakeye jî. Daxuyaniya ku li ser malpera PDK’ê bi nêzîkatiya ‘bêbextiyê bike û bila şopa wê bimîne’ hatiye kirin. Bi van şêwazên hêsan hewldana reşkirina PKK’ê nêzîkatiyeke bêberpirsiyartî ye û xizmetê ji yekîtiya di navbera Kurdan de jî nake.
‘DIVÊ KURD DI SEKNA PARASTINA HEV DE BIN’
Bila hemû gelê Kurd û hêzên siyasî bizanin ku, PKK di dîroka xwe de tu carî bi komek an hêzekê re êrîş nebiriye ser tu hêzan. Wê di dîroka PKK’ê ya ji niha şûnde jî tiştek wiha neyê dîtin. Dest ji yekbûna fiîlî berde, bi şêweyekî siyasî jî wê bi bandora hêzek an jî di encama têkiliyekê de tu carî bi hêzeke din a siyasî a Kurd re neyê pêşberî hev. Heya roja îro jî pratîkeke wê a wiha nîne. Ev rastî ku li holê ye, PKK weke bi hêzên îstixbaratê re danan nîşandan weke bêbextiyeke ziwa wê ji bo PDK’ê jî tu sûda xwe nebe. Tenê wê bibe wesîleya ku PDK bi nêzîkatiyên hêsan tevdigere.
PDK di vê demê de divê bizane ku ji bo Kurdan rêya herî bi xêr di nava yekîtiya Kurdan re derbas dibe. Bi hêzên cuda re çêkirina têkiliyên siyasî ger li ser bingeha yekîtiya Kurdan çêbibe wê bi qîmet be û encam bigire. Têkilî û îtifaqên ku pişt nede yekîtiya Kurdan û hêza ji yekîtiya xwe digire, wê di nava kaos û şerên piralî yên ku li Rojhilata Navîn çêdibin ji bo Kurdan ne bi xêr bin. Dîsa jî hemû polîtika, têkoşîn û destketî ji bo têkoşîn û destketiyên gelê Kurdistanê bi rêbaza bihêzkirinê de bin girîng e. Divê parastina Kerkûk Kobanê, Parastina Cizîrê Kobanê, parastina Şengal Duhokê biparêze û bihêz bike. Divê her polîtîka û berxwedana ku Amed û Hewlêr dişopîne, di pozîsyona parastina hevdu de bin.
JI BO YEKÎTIYA NETEWEYÎ BANGA BERPIRSIYARIYÊ
Weke ku hebûn û têkoşîna PKK’ê di derxistina holê ya destketiyên li Kurdistanê de rol lîstiye, wê di parastina hemû destketiyan de jî rola xwe bilîze. Tevgera me wê di parastina jiyana demokratîk û azad a Başûrê Kurdistanê de û parastina destketiyên wê de hemû demê bi berpirsiyarî tevbigere û tişta bikeve ser wê pêk bîne. Ji hemû hêzên siyasî dixwaza li hemberî parçeyên din bi nêzîkatiya heman hestiyarê tevbigere.
PKK wê di nava hemû nêzîkatî û xebatên di berjewendiyê gelê Kurd de be û ligel cih bigire. Hebûn û têkoşînkirin dê rola xwe ya di gihiştina gelê Kurd a jiyana azad û demokratîk de bi berdewamî bilîze. Wê li hemberî hemû nêzîkatiyên ne di berjewendiyên gelê Kurd de be. Hemû hêz û kesên ku ji bo berjewendiyên gelê Kurd xebat bimeşîne, wê PKK û KCK’ê li rex xwe bibîne.
Weke Tevgera Azadiya Kurd em li bendê ne ku PDK dest ji neyartiya xwe ya li hemberî PKK û rêveberiya PKK û di her firsendê de derxistina vê ya holê berde. Di her firsendê de weşanên ku girêdayî PDK’ê, ku Hevserokê Konseya Rêveber yê KCK’ê Cemîl Bayik hedef nîşan dide em layiqî tevgereke siyasî ya Kurd nabînin. Bûyîna parçeyekî ji armancên ku Hevserokê Konseya Rêveber yê KCK’ê Cemîl Bayik hedef nîşan dikin, bi qasî ku şaşiyeke cidî ya PDK’ê ye, ev şêwe ji derveyî xerakirina têkiliyên di navbera rêxistinên Kurdan de nayê tu wateyeke din. Di vê çarçoveyê dive dest ji hedefnîşandana Hevserokê KCK’ê û ev wek kirina wek têkoşînekê dest jê berdan.
Divê PDK di daxuyaniyên xwe yên li hemberî PKK û KCK’ê hîn baldar be, di demeke ku herî zêde pêdivî bi yekîtiya neteweyî û helwestên hevbeş heye, divê hîn bi berpirsiyartî tevbigere.”