KCK’ê bersiva nameya Ocalan şand
Behdînan 15.03.2013 KCK’ê bersiva nameya Ocalan şand. Serokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Murat Karayilan aşkera kir ku, nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd şandibû, KCK’ê nirxand û bersiv şand.
Serokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Murat Karayilan daxuyanî da ANF’ê û got: “Me civîna saziyên organê biryardayînê ya tevgera me pêkanî. Weke ku me di demên borî de jî anî bû ziman, li gel hinek gûmanên me yên heyî jî, her wiha eger ev kar berevajî vegere jî li gel baweriya me ya serkeftina avantajên herêmî û performansa textîk jî, perspektîfa stratejîk ya Rêbertiya me daniye holê hîn rastire, li ser vî bingehî bipiraniya dengan biryar û vîn hatiye nîşakirin ku, bi awayek pir xurt tevlî bibin. Lê belê hinek gûman û purîzên bên derbaz kirin hene. Di vê wateyê de di hemû civînên ku me pêkanî de biryar hatiye girtin ku, ew dê tevlî perspektîfên Rêbertiyê daniye holê ibbin û rast dibînin; lê belê hinek dîtin û pêşniyarên xwe me di nameya bersivdanê de bicih kirin.”
Berfirehî tên...