1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCK'ê cejna Êzidiyan pîroz kir
KCK'ê cejna Êzidiyan pîroz kir,kck,ê,cejna,êzidiyan,pîroz,kir

KCK'ê cejna Êzidiyan pîroz kir

A+ A-

QENDÎL 21.12.2013 07:56:41 Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî cejna Êzî pîroz kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê de ku ji ber şert û mercên giran ên zivistanê yên Kurdistanê bi derengî gihaşt ber destê ANF'ê de cejna Kurdên Êzidî hat pîrozkirin û hat gotin, "Azadiya rastî, ancax bi yekitiyeke xurt, zanebûneke xurt, rêxistinbûyîn û têkoşîneke xurt dikare bê qezençkirin."

Di peyama Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê de wiha hat gotin: "Cejn ne rojên xeyidîn, dilşikestînê ne, rojên yekitî, xwik û biratî, aştî û hezkirinê ne. Em hêvîdarin ku dê cejna Êzî têkiliya hezkirin, yekitî, yekbûyîn, xwişk û biratiyê ya gelê me yê Êzidî xurtir bike. Weke civata bawerî û gelan a Kurdistanê, dema me azadiya xwe ya rastîn jiyan, hingî emê cejnên gelekî bedew û xweş pîroz bikin.

Di cewhera hemû bîr, bawerî û olan de aştî, hezkirin, xwişk û biratî hene. Gelê me yê Êzidî di tevahiya serdemên dîrokê de ji bo bi baweriya xwe bijî, li ber xwe daye. Êzidî li dijî ti civatên bawerî û olan, ji bilî hezkirin, aştî, xwişk û biratiyê neketiye nava helwest û nêzîkatiyeke cuda. Lê civata Êzidî, di serî de mêtîngeriya Tirk li her devera lê jiyaye rastî zext û zrodariya dewlet û çandên desthilatdariyê hatiye. Di warê bicihanîna rîtuelên xwe û pêkanîna îbadetên xwe de timî rastî zextê hatine. Gelek caran li ser komkujî, sirgûn û koçberiya bi zorê hatiye ferzkirin. Herî dawî jî komkujiya Şengalê rû da, ku hînê di bîra me de ye. Gelê me yê Êzidî hem ji ber bawerî hem jî ji ber nasnameya xwe ya Kurd ji du aliyan ve di bin zextê de ye. Tevî vê jî baweriya xwe û nasnameya xwe ya Kurd bi berxwedan û dilsoziyeke mezin parastiye.

Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê di vî warî de herî zêde têkoşîna gelê me yê Êzidî ye. Ji ber vê yekê li refên têkoşîna azadiyê, sembola serhildanê Binevş Egal, lehengên mezin ên gerîla Abdûllah Sevgat, Sabrî Hewran, Binevş Êzidî, Xanê û hînê bi dehan hevalên me di karwanê şehîdan de nemir bûne. Azadiya hemû civakên etnîkî û baweriyan, bi pêşketina têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê re dikare pêk were. Ji ber vê yekê Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo û têkoşîna azadiyê hem moral-hêzeke mezin e hem jî derfetên mezin ên rêxistinbûyînê diafirîne. Azadiya rastîn ancax bi yekitiyeke xurt, zanebûneke xurt, rêxistinbûyîn û têkoşîneke xurt dikare were qezençkirin.

Bi vê bîr û baweriyê em cejna gelê me yê Êzidî careke din pîroz dikin; hêvîdar in ku emê cejnên xwe yên pêş di rewşeke azad de bi aştî, hezkirin, xwişk û biratiyê pîroz bikin."