1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCK’ê Cejna Êzî pîroz kir
KCK’ê Cejna Êzî pîroz kir,kck,ê,cejna,êzî,pîroz,kir

KCK’ê Cejna Êzî pîroz kir

A+ A-

BEHDÎNAN/ANF 20.12.2014 08:30:18 Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê Cejna Êzî li hemû gelê Êzîdî pîroz kir û got: “Hêviya me ev e ku Cejna Êzî ya sala 2014’an bibe wesîleya ku hemû gelê Êzîdî vegerin ser axa xwe û li ser axa xwe xweseriya xwe ya demokratîk îlan bikin.”

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek nivîskî da û Cejna Êzîdiyan pîroz kir. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em di serî de Cejna Êzî li gelê xwe yê Êzîdî yên li Çiyayê Şengalê li ber xwe didin û yên tevî hatin koçberkirin û berê xwe dîsa dan ser axa xwe pîroz dikin.”

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Gelê me yê Êzîdî di alî dîrokî de Kurdbûna xwezayî temsîl kiriye, ji bo çand û baweriya wê bide jiyîn, bi dehan carî rastî komkujiyên mezin hatine û li dijî van komkujiyan bi berxwedanên mezin hebûna xwe parastine. Li dijî her cure zext û zorê, komkujî, sirgûn û asîmîlasyonê berxwedan wek şeklê jiyanê ji xwe re dîtiye. Baweriyek ku kevneşopiya wê ya berxwedana dîrokê evqas bi hêz e, ti car wê serî natewîne. Çanda berxwedanê bi gelê me yê Êzîdî re hişyariyek çandî û neteweyî ya mezin û rêxistinek vekiriye. Rêber Apo ji serî de ji bo parastina hebûna gelê Êzîdî û azadbûna wan têkoşînek mezin daye. Ji bo baweriya gelê me yê Êzîdî azad bijî û wek gel azad bibe her tim perspektîf afirandiye û peywirên şênber daniye ber Tevgera Azadiyê.”

Gelê me yê Êzîdî cejnên xwe yên azad ancax li ser axên azad, bi rêxistibûna xwe ya parastina xweser û xweseriya demokratîk pîroz bike. Hêviya me ev e ku Cejna Êzî ya sala 2014’an bibe wesîleya ku hemû gelê Êzîdî vegerin ser axa xwe û li ser axa xwe xweseriya xwe ya demokratîk îlan bikin.”


Bêjeyên Miftehî