KCK'ê ji bo Arjen Arî peyamek weşand
Behdînan - Serokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê ji bo helbestvan û nivîskarê Kurd Arjen Arî ku duh çû ser dilovaniya xwe peyameke sersaxiyê weşand. Di peyamê de hat gotin: “Em ji bo malbat û xizmên kedkarê mezin ê Ziman û Wêjeya Kurdî, milîtanê têkoşîna li dijî qirkirina çandî û mînaka rewşenbîriya welatparêz Arjen Arî sersaxiyê dixwazin.”
Serokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê ji bo nivîskar û helbestvanê Kurd Arjen Arî û nivîskarê Azadiya Welat ê ku bi nexweşiya penceşêrê ket û çû ser dilovaniya xwe peyameke sersaxiyê weşand.
Di peyamê de hat gotin; “Mêtîngeriya Tirk dixwaze bi qirkirina çandî hemû gelê Kurdistanê yê ku bi qirkirina fîzîkî re rû bi rû ye, ji holê rabike. Ji ber vê çendê, têkoşîna li hemberî qirkirina çandî ya li hemberî berxwedana neteweyî ya li Kurdistanê pêk tê, xwedî cihek hêja û girîng e.
KCK’ê diyar kir ku wana bi xemgînî agahiyê wefata hebestvan-nivîskar Arjen Arî bihîstiye û got; “Em ji bo malbat û xizmên kedkarê mezin ê Ziman û Wêjeya Kurdî, milîtanê têkoşîna li dijî qirkirina çandî û mînaka rewşenbîriya welatparêz Arjen Arî sersaxiyê dixwazin û em êşa wan parve dikin.”
Çavkanî