KCK'ê ji Erdogan re got: Dest ji dijminatiya Kurdan berde!
BEHDÎNAN 12.10.2014 12:11:21 Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, nerazîbûneke tund nîşanî şîdeta dewletê û daxuyaniyên Serokkomar Erdogan ên rojên dawî da û got, "AKP, bi tenê ji bo hurmeta li rastiyê be jî divê êdî dest ji dijminatiya Kurdan berde û hurmetê nîşanî statu û vîna demokratîk a gelê me ya li Rojava bide. Naxwe ne pêvajoya çareseriyê dikare bimeşe, ne jî gelê me wê dest ji berxwedanê berde. Kobanê ewqasî girîng e."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, bûyerên dawî û helwesta dewleta Tirk nirxand. KCK'ê diyar kir ku pêvajoyeke krîtîk tê jiyîn û ragihand ku eger di dewleta Tirk de guhertinek bingehîn a zîhniyetê nebe, ji bo pêkanîna vê wê li her qadê têkoşîn were xurtkirin. KCK'ê destnîşan kir ku zîhniyet û zimanê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan dûrî muzakere û çareseriyê ye.
ZIMANÊ ERDOGAN DÛRÎ MUZAKERE Û ÇARESERIYÊ YE
Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî ye: "Tirkiye û Kurdistan di pêvajoyeek girîng û krîtîk re derbas dibin. Dewleta Tirk, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ya wê guhertineke bingehîn a zîhniyetê bijî, yan jî wê ji bo vê yekê li Tirkiye û Kurdistanê li her qada jiyanê têkoşîn bi xurtî dewam bike. Zîhniyet û zimanê rayedarên AKP'ê û Erdogan, dûrî muzakere û çareseriyê ye. Timî zimanekî êrîş û gefxwarinê bikar tîne, di her firsendê de dijminatiya Kurdan dike. AKP careke din zext û polîtîkayên tundiyê yên salên 90'î li ser gelên me ferz dike. Li pêşberî berxwedana gelên me yên li Tirkiye û Kurdistanê ji bo xwedîderketina li berxwedana Kobanê, di rojên dawî de bi dehan mirovên me bi guleyên polîsan hatin qetilkirin. Ev rewş nîşaneya berbiçav a vê yekê ye.
DIVÊ HIKÛMETA AKP'Ê ÎSTIFA BIKE
Li kîjan welatî mirov bi fîşekên polîsan bi bêrehmî bihata qetilkirin û birîndarkirin, wê hikûmet yekser îstifa bikira. Îstifa li aliyekî hikûmeta AKP'ê her roj tedbîrên zêdetir ên ewlekariyê, biryara operasyon, binçavkirin û kuştina mirovan werdigire. Li pêşberî mirovên di êrîşên hêzên dewletê de jiyana xwe ji dest dan nerazîbûneke biçûk jî nîşan nade, lê belê her kesên mafê xwe yê berxwedana demokratîk bikar tîne, terorîst îlan dike. Wateya vê, her kesên li dijî zext, tundî û neheqiyê li ber xwe didin û têkoşîna mafdariyê dimeşîne, kuştinê heq dike û wê were kuştin, e.
PÊVAJOYA BÊÇALAKÎTIYÊ RAST NEHAT NIRXANDIN
AKP di zîhniyeta xwe ya faşîzan û totalîter de israr dike û ji vê tawîzê nade. Ji ber vê yekê pêvajoya bêçalakîtiyê rast nenirxandiye. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û pêvajoya çareseriyê ti gav neavêtiye. Bi tenê demagojiyê dike. Hewl dide di nava raya giştî de têgihiştinekê biafirîne û di ser vê yekê re pêvajoyê îdare bike.
Gelên me, şoreşger, demokrat û dostên gelê Kurd ên li ber xwe didin, bêguman wê li dijî van polîtîkayên bêdengkirin û teslîmgirtinê yên AKP'ê berxwedana xwe bidomînin. Divê polîs û hêzên emniyetê bi awayê neheq û kêfî kesî negire binçavan. Pêwîste her binçavkirin weke sedema berxwedanê bê dîtin, li dijî van rêbazên zordar ên AKP'ê nerazîbûnên rewa û demokratîk bên bilindkirin.
KOBANÊ RÊVEÇÛNA PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ DIYAR DIKE
Çawa dibe ku dewleta AKP û Erdoagn hînê têkiliya yekser a Kobanê bi pêvajoya çareseriyê re nabîne, yan jî nedîtî ve tê? Rewşa li Kobanê di wê astê de ye ku rêveçûna pêvajo û çareseriya pirsigrêka Kurd bi misogerî diyar dike. Ev yek ji aliyê wijdanî, exlaqî, însanî, sosyolojîk, nasname û têkiliya xizmî ve jî bi vî rengî ye. Gelê Kurd û dostên wan bêguman wê qewimînin li Kobanê, êrîşên faşîzan ên DAIŞ'ê û berxwedana lehengî bi ruhê lehengî yê gelê Kobanê bibînin, bişopînin û helwesta xwe di asta herî bilind de nîşan bide. Daxwaza bêdengbûyînê ya ji Kurdan, ji koledariyê jî wêdetir tê wateya destberdana ji mirovbûyîn û nasnameya xwe ye. Ev yek heqareteke mezin li Kurdan û dostên wan ên li ber xwe didin e.
DEWLETA AKP'Ê BIXWAZE JÎ NEXWAZE JÎ RASTÎ EV E!
Kurd û dostên Kurdan wê berxwedana li Kobanê weke berxwedana xwe bibînin û bêyî tawîzê bide wê berxwedana xwe dewam bikin. Heta ku êrîşên hêzên faşîst ên DAIŞ'ê dewam bike, wê berxwedan mezintir bibe û bênavber bidome. Ji ber ku ev yek hem wezîfeyeke hem mafê berxwedana rewa ye hem jî têkoşîneke rûmetê ye. Ti hêz nikare li hemberî vê têkoşîn û mafê berxwedanê yê esîl ê gelê Kurd bisekine. Kêfxweşî, êş, hêvî û berpirsyariyên Kurdan li nava sînorên mêtîngeriyê bi zorê li ser wan ferz kiriye, asê namînin. Kurdan ev dîwarên sînor ên mêtîngeriyê di meşî û dilê xwe de ji mêj ve ji holê rakirine, ji bo pêkanîna azadî û parastina hebûna xwe, bûne yekwicûd bûne yek. Dewleta AKP'ê bixwaze jî nexwaze jî rastî ev e. AKP, bi tenê ji bo hurmeta li rastiyê be jî divê êdî dest ji dijminatiya Kurdan berde û hurmetê nîşanî statu û vîna demokratîk a gelê me ya li Rojava bide. Naxwe ne pêvajoya çareseriyê dikare bimeşe, ne jî gelê me wê dest ji berxwedanê berde. Kobanê ewqasî girîng e."