1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCK’ê ji Newrozê banga beşdarbûna herî xurt a dîrokê kir
KCK’ê ji Newrozê banga beşdarbûna herî xurt a dîrokê kir,kck,ê,ji,newrozê,banga,beşdarbûna,herî,xurt,a,dîrokê,kir

KCK’ê ji Newrozê banga beşdarbûna herî xurt a dîrokê kir

KCK’ê ji bo Newrozê banga beşdarbûna herî xurt a dîrokê kir

A+ A-

Behdînan - Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê Komkujiya Helepçeyê bi tundî şermezar kir û bal kişand ku komkujiyên li hemberî Kurdan berdewam dikin. KCK’ê got; “Divê hemû welatparêzên Kurdistanî li ser vê helwesta kirêt a hikûmeta AKP’ê baldar bin, li hemberî wê bibin xwedî helwest û ji her demê zêdetir beşdarî Newrozê bibin, bersiva pêwîst bidin. Ji ber vê jî em pêşî bang li gelê Amedê û hemû Kurdistanê dikin ku bi awayeke bi heybet beşdarî Newroza sala 2012 bibin, bi vê yekê peyamê bidin hemû cîhanê û bi agirê Newrozê berxwedanê geş bikin.”

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya da de got; “Em careke din 24. Salvegera Komkujiya Helepçeyê ya ku di 16’ê Adara 1988 de ji aliyê rewjîma Faşîst a Seddam Huseyîn ve hate pêkanîn, bi tundî şermezar dikin û şehîdên Helepçeyê bi rêzdarî bi bîr tînin.” KCK’ê bal kişand ser êrişên nijadperest ên li Kutahya û Helebê yên li hemberî Kurdan pêk hat û diyar kir ku hewldanên qirkirina Kurdan didome. Her wiha, KCK’ê ji bo malbatên Abdulkadîr Atîllayê bedena xwe da ber agir û Gulê Selmoya li Helebê jiyana xwe ji dest da sersaxî xwest.

REJÎMA SEDDAM RASTIYA HEMÛ DEWLETÊN MÊTÎNGER E

Em careke din 24. Salvegera Komkujiya Helepçeyê ya ku di 16’ê Adara 1988 de ji aliyê rewjîma Faşîst a Seddam Huseyîn ve hate pêkanîn, bi tundî şermezar dikin û şehîdên Helepçeyê bi rêzdarî bi bîr tînin.

Komkujiya Helepçeyê di encama polîtîkayên rejîma Seddam ên ji bo nasnekirina vîna gelê Kurd, erebekirina gelekê Kurd, tunekirina gelê Kurd de pêk hatiye. Ev polîtîkayê tunekirinê ne tenê rastiya rejîma Seddam Huseyîn, rastiya hemû dewletên mêtînger ên ku dixwazin li ser Kurdistanê bibin desthilatdar in. Dewletên din ên mêtînger li cih û demên cûda pêkanînên weke vê bi ser Kurdan pêk anîne û gef li hebûna Kurdan xwazine. Dîsa hêzên modernîteya kapîtalîst ên Rojavayî, bi piştgiriya aborî û siyasî ya dane sîstema mêtînger ên li herêmê û bi lîstokên ji bo qirkirina Kurdan bûne mudaxalên komkujiyên li ser Kurdan hatin pêkanîn. Ji ber vê jî, di dema komkujiyê de, ne hêzên navneteweyî ne jî herêmê, li hemberî pêkanînên rejma Seddam dengê xwe nekirin, her wiha hewl dana ku ev komkujî heta roja me ya îro bînin.

Yek ji dewletên mêtîngerên Kurdistanê dewleta Tirk, gelek caran qirkirinên siyasî, çandî, û carna jî qirkirinên fîzîk bi serê Kurdan aniye. Ev polîtîka hîna jî tê pêkanîn û li nava demê belav bûye. Bi taybet dewleta tirk di serdema desthilatiya AKP’ê de her tim hewl dide ku polîtîkayên nijad»erest û faşîst zindî bihêle, her çendî şert û mercên cîhanê guherîbin jî, lê dîsa jî hewldanên dewleta Tirk ên ji bo qirkirinê berdewam in. Ji ber uslumê Serokwezîr û rayedarên din ên AKP’ê yên ku gelê Kurd û tevgera azadiyê dikin hedef, li bajarên Tirkiyeyê êrişên şovenîst ên li ser Kurdan zêde bûne. Herî dawî li Kutahyayê xwestin karkerên kurdan lînc bikin, ev yek jî yek ji mînakên berçav ên hewldana qirkirinê ne.

DIVÊ KURDÊN LI METROPOLAN XWEDÎ TEDBÎR BIN

Divê neyê jibîrkirin ku heta ev zîhniyeta şovenîst neyê derbaskirin, li tu deverê rehetî û hizur ji Kurdan re nahêlin. Dê ji ber van polîtîkayên şoven ên hikûmeta niha li ser desthilatiyê, Kurdên li metropolan dijîn, hin caran bi êrişên faşîst re rû bi rû bimînin. Ji bo ev hewaya qirkirinê ji holê rabe, divê beriya her tiştê, rêvebirê zîhniyeta faşîst dewleta AKP’ê dest ji polîtîkayên şove ên li hemberî Kurdan dimeşîne berd. Ev yek jî encex ger dewleta Tirk hemû neheqî û komkujiyên ji destpêka avakirina Komarê ve li hemberî Kurdan pêk anî, îtîraf bike û bi daxuyaniyeke fermî rabigihîne ku ew dawî li vê polîtîkayê tînin, dest bi çareseriya demokratîk dikin, mimkun dibe. Ana ne dê êrişên bi vî awayî yên li ser gelê me berdewam dikin û mezintir bibin. Ji ber vê jî, bi taybet ji bo hatina Newrozê, divê gelê me yê Kurdistanê, li her deverên ku lê dijîn, xwedî tedbîr bin, divê li heberî êrişên şovenîst xwe bi rêxistin bikin û biparzêin.

JI BO GULÊ SELMO SERSAXÎ

Êrişeke din ên dişibe êrişên li Tirkiyeyê pêk tên, di adarê de li bajarê Heleba Sûriyeyê ji aliyê derdorên şovenîst ên Ereb ve li hemberî meşa gelê Kurd pêk hatiye. Di encama vê êrişa çekdarî de endama Yekitiya Star Gulê Selmo jiyana xwe ji dest daye. Em bi rêzdarî kedkara hêja ya azadiyê jina Kurd Gulê Selmo bi bîr tînin, ji bo malbat û hemû gelê me yê Rojavayê Kurdistanê sersaxî dixwain. Em dixwazin bibêjin ku dilsoziya bi bîranîna Gulêyan re di xurtkirina têkoşîna azadiyê û avakirina Xweseriya Demokratîk a Kurdistanê re derbas dibe.

Gelê Rojavayê Kurdistanê dilsozê doz û şehîdên xwe ye. Ji ber wê jî tu gumana me tune ye ku dê gelê mey ê Rojavayê Kurdistanê heta dawiyê li doz û bîranîna şehîda hêjê Gulê xwedî derbikevin.

Di dema salvegera Komkujiya Helepçeyê ku di asta navneteweyî de weke qirkirin tê hesibandin de, ev êrişên şovenîst li Helep û Kutahyayê li hemberî Kurdan pêk hatin, ev yek jî nîşan dide ku gelê Kurd hîna jî di dorpêça qirkirinê de ye. Ji ber ku zîhniyeta mêtînger hebûna Kurd red dike, di nava demê de polîtîkayên qirkirinê yên li hemberî Kurdan pêk tîne, bi vê yekê dixwazin gelê Kurd bitepisînin.

JI BO ABDULKADÎR ATÎLLA SERSAXÎ

Di 11’ê Adarê de, li taxa Gulbahçe ya Edeneyê ciwanê hêja yê bi navê Abdulkadîr Atîlla bedena xwe da ber agir û li Enqereyê jiyana xwe ji dest da. Destpêkê, tê fêmkirin ku hevalê Abdulkadir ê ji malbateke hêja û girîng, di nava hestên şoreşger-demokratîk-enternasyonalîst de hatiye mezinkirin û ji ber vê jî serî li çalakiyeke wiha daye. Di demeke wiha de, bi hesteke wiha çalakiyeke fedayî pêk aniye, ev yek pir girîng e. Ji ber şehadeta wî em pir xemgîn bûne. Em ji bo malbata vî ciwahê hêja, gelê Kurdistanê û hemû demokratan re sersaxiyê dixwazin û em ê bîranîna wî bi têkoşîna azadiyê re bidin jiyandin. Em careke dubare dikin ku divê tu ciwanên Kurdistanê tu carî serî li çalakiyên wiha nedin, divê baş were zanîn ku ev çalakiyên wiha ji aliyê Rêbertî û tevgera me ve nayê qebûlkirin.

NEWROZ ROJA SERHILDAN Û MEŞA AZADIYÊ YE

Gelê me bi kevneşopiya berxwedana Newrozê li hemberî zîhniyeta nijadperest-qirkirinê, heta roja îro hatiye. Tê zanîn ku Newroz ne tenê ji bo pêkanîna peywira kevneşopiya berxwedanê ya ji bo berdewamkirina hebûna xwe girîng e, ji bo pêkanîna azadiyê jî rojek pir girîng e. Ji ber wê jî, di demek ku li Rojhilata Navîn dikele û qîrînên ji bo azadiyê bilind dibin de, Newroz divê li dijî cûdakarî û polîtîkayên qirkirinê ya li hemberî Kurdan bibe roja serhildan û meşa ber bi azadiyê. Li welêt, an li derveyê welêt, divê gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê, li her derê bi çalakiyaên Newrozê pîroz bikin, ji bo azadiyê biqîrin, helwestek jêhatî nîşanî zîhniyeta faşîst û şovenîst a ku dixwaza azadiyê asteng bike, bidin.

DIVÊ JI HER SALÊ ZÊDETIR BEŞDAR BIBIN

Bi taybet, ligel nêzîkbûna Newrozê, ji bo kêmkirina girseya Newrozê, ji aliyê polîsên AKP’ê ve nûçeyên derew ên weke “Dê di Newrozê de bûyer biqewimin” têne çêkirin, li aliyeke din jî lez didin operasyonên di bin navê KCK’ê de li Kurdistan û Tirkiyeyê pêk tên, hemû Kurdên di siyasetê de aktîf digirin, bi vî awayî dixwazin gelê Kurd beşdarbûneke kêm ji bo Newroza îsal çêbike. Divê hemû welatparêzên Kurdistanî li ser vê helwesta kirêt a hikûmeta AKP’ê baldar bin, li hemberî wê bibin xwedî helwest û ji her demê zêdetir beşdarî Newrozê bibin, bersiva pêwîst bidin. Ji ber vê jî em pêşî bang li gelê Amedê û hemû Kurdistanê dikin ku bi awayeke bi heybet beşdarî Newroza sala 2012 bibin, bi vê yekê peyamê bidin hemû cîhanê û bi agirê Newrozê berxwedanê geş bikin.”

ANF NEWS AGENCY