KCK'ê li Kantona Efrînê silav kir
BEHDÎNAN/ANF 30.01.2014 10:05:54 Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê îlana xweseriya demokratîk a Kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê silav kir.
Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Şoreşa Rojava, bi îlankirina xweseriya demokratîk li sê kantonan re ne tenê li Sûriyeyê li tevahiya Rojhilata Navîn cara yekemîn sîstemeke siyasî û civakî ya ku gel di rêveberiyê de ye, ava kiriye. Êdî li Kurdisatnê, Sûriyeyê û Rojhilata Navîn mînakeke ku ne serdest lê gel li ser desthilatdariyê ye, heye. Ji ber vê yekê wê mîna berê hêsan nebe ku hêzên desthilatdar li ser gelan serdestiya xwe û mêtîngeriya xwe bimeşînin."
Peyama Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê wiha ye: "Îlana xweseriya demokratîk li kantona Efrînê, biryardariya gelê Kurd a di jiyana azad û demokratîk de nîşanî tevahiya cîhanê da. Pêwîste xweseriya demokratîk a li kantona Efrînê weke israra gelê me yê li hemû parçeyên Kurdistanê ya di jiyana azad û demokratîk de bê dîtin.
Tevî ku gelê Efrînê di bin dorpêçî û êrîşeke her demî de ye jî, yek ji berxwedanên herî mezin ên dîroka şerê azadiyê nîşan daye. Tevî ku ji ber koçberiya ji Heleb û gelek deverên din nifûsa wê du qat zêde bûye jî, bi piştevaniyeke xurt li ber xwe daye û hemû êrîş bêbandor hiştiye. Bi deh hezaran welatiyên Kurd di şûna derketina derve de li Efrînê bi gel re maye, berxwedana hebûn û azadiyê meşandiye û weke xelata vê jî xweseriya demokratîk îlan kiriye.
Efrîn, di polîtîkaya Erebkirinê ya rejîma Baas a li hemberî Kurdan de, ku bi qirkirinê dimeşîne, cihekî pîlot e. Bi çûyîna Rêber Apo bo Rojhilata Navîn re gelê Efrînê xwedî li Rêber Apo derketiye û bi hêzeke mezin beşdarî Têkoşîna Azadiyê bûye. Bi hezaran Efrînî herikîne refên gerîla û li hemû parçeyên Kurdistanê têkoşiyane. Eger şoreşa Rojava veguheriye şoreşeke jinê, di vê de keda mezin a jinên Efrînî heye. Efrînê, xeta azadiya jinê ya Rêber Apo kûrtir kiriye û bi berxwedan û ruhê azadiyê re li dijî hemû êrîşan li ber xwe daye. Bi vê evîndariya azadiyê re, wê xweseriya demokratîk xurtir bike û bibe yek ji hêzên bingehîn ên şoreşa demokratîk a Sûriyeyê.
Şoreşa Rojava, bi îlankirina xweseriya demokratîk li sê kantonan re ne tenê li Sûriyeyê li tevahiya Rojhilata Navîn cara yekemîn sîstemeke siyasî û civakî ya ku gel di rêveberiyê de ye, ava kiriye. Êdî li Kurdistan, Sûriye û Rojhilata Navîn mînakek heye ku ne desthilatdar, gel di rêveberiyê de ye. Ji ber vê yekê wê mîna berê hêsan nebe ku hêzên desthilatdar li ser gelan serdestiya xwe û mêtîngeriya xwe bimeşînin. Rejîmên ne demokratîk wê ji aliyê civakan ve neyên qebûlkirin. Şoreşa Rojava li Rojhilata Navîn serdema şoreşên demokratîk û azadîparêz a jinê daye destpêkirin. Serdemeke demokrasiyê ya ku hemû qewm û civakên olî, hemû beşên civakê bi awayekî azad û demokratîk lê bijîn, hatiye destpêkirin. Li Rojhilata Navîn ku yekemcar dewlet li wir çê bû û krîza herî giarn a sîstema dewletperestiyê li vir xwe da der, civakên li derveyî dewletan wê bi demokrasiyê re hemû pirsgirêkên xwe çareser bikin, di şûna kaosê de Rojhilateke Navîn a aram û aştiyane biafirînin.
Bi vê wesîleyê em gelên Şoreşa Rojava pêkanîne careke din pîroz dikin û destnîşan dikin ku şoreşên xwe dispêrin civaka demokratîk ti carî wê têk neçin. Em banga xurtkirina şoreşa demokratîk û pêşengiya azadiyê ji bo gelên Rojhilata Navîn dikin."