1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCK: Êrîşa li Dîlokê bi kêrî AKP’ê hat
KCK: Êrîşa li Dîlokê bi kêrî AKP’ê hat,kck,êrîşa,li,dîlokê,bi,kêrî,akp,ê,hat

KCK: Êrîşa li Dîlokê bi kêrî AKP’ê hat

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê êrîşa li Dîlokê şermezar kir

A+ A-

Behdînan - Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê êrîşa li Dîlokê şermezar kir û ji bo malbatên kesên di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane û gelê Dîlokê sersaxî xwest. KCK’ê got; “Kê vê bûyerê kiribe, encamên wê bi aşkereyî li ber çavan in. Ev bûyer bi kêrî hukûmeta AKP’ê ya ku şer bi rê ve dibe hatiye.”

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê der barê teqîna di 20’ê Tebaxê de li Dîlokê pêk hat û di encamê de 9 kes jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes birîndar bûn de daxuyaniyek da û ev bûyer şermezar kir. KCK’ê bal kişand ser hesabên hukûmeta AKP’ê yên li ser vê bûyerê.

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye; Êrîşa ku di roja duwem a Cejna Remezanê de li Dîlokê rû da civaka me hemû xistiye nava şînê. Ji ber vê bûyerê em pir xemgîn bûn û ji malbatên mirovên me yên jiyana xwe ji dest dayîn, gelê Dîlokê û gelên me sersaxiyê û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazîn.

Di derbarê bûyera tirsnak a li Dîlokê de Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî dabû û ji rayagiştî re aşkera kiribû ku, bi tu awayî têkiliya wan bi bûyerê re tune ye. Li rexmî vê jî dewleta AKP’ê ji demjimêra ev bûyer rûdayî heya niha bêy ku tiştek di dest de hebe, bi hemû hêza xwe hewil dide biavêje ser stûyê Tevgera me. Lê belê Tevgera Azadiya Kurdistanê ku îro gihiştiye asta encamgirtinê, dixwaze hemû mafên gelê Kurd bi dest bixe û armanc dike ku qismek mezin piştgiriya rayagiştî ya Tirkiyeyê bigire pişt xwe. Pir zelal e ku, tevgerekî di nava hewildanên bi vî awayî de û xwe kilîda encamgirtinê kiriye, ne gengaze ku bûyerek wisan plan bike. Tevgera me ferman daye hemû yekîneyan ku bi taybet li cihên sivîl lê heyî û rojên cejn de çalakiyan li dar nexin. Her wiha di 18’ê Tebaxê de di peyama cejnê ya weşandî de jî ji rayagiştî re hatiye gotin ku, “Ger neçar nebin dê di rojên cejnê de ji pevçûnan dûr bikevin.

Hukûmeta AKP’ê ya ku weke hukûmetek a şer rol wergirtiye, helwesta xwe ya dijminane ya li hemberî gelê Kurd bi vê bûyerê gihand asta herî jor û hewl da ku bi hinceta vê bûyerê weke hemleyekê li hemberî Tevgera Azadiya Kurdan pêk bîne û ji bo civaka Kurdan biçewisîne, bitirsîne rê da êrîşên nijadperest û kampanyayên lîcên siyasî.

AKP NIKARE BERPIRSYATIYA XWE VEŞÊRE

Hukûmeta AKP’ê ya ku li ber çavê her kesê di 29’ê Berfanbara 2011 de li Roboskiyê piraniya wan zarok 34 mirovên me qetil kir û heta niha hesabê wê nedaye, nikare bi berevajîkirina bûyera li Dîlokê sucê xwe yê şer veşêre û nikare xwe paqij bike. AKP niakare polîtîkayên şer ên sîstematîk bi bûyera li Dîlokê vêşere û nikare berpirsyariya xwe veşêre.

Kê vê bûyerê kiribe, encamên wê bi aşkereyî li ber çavan in. Ev bûyer bi kêrî hukûmeta AKP’ê ya ku şer bi rê ve dibe hatiye. Hukûmeta AKP’ê ya li hemberî daxwazên mafdar ên gelê me bêçare maye, dixwaze bi vê bûyerê piştgiriya civakî werbigire, şovenîzmê gurr bike. Berpirsê vê bûyerê hukûmeta AKP’ê ya li welêt û derveyê welêt welat ber bi şer ve dibe ye.

Em vê bûyera dilşewat şermezar dikin. Her wiha em êrîşên faşîst ên rêxistinkirî yên li hemberî gelê Kurd, nunerên wan ên siyasî û teşkîlatên partiyê, zimanê êrîşkar ê AKP’ê, helwesta wê ya dijminane, şermezar dikin. Ev yek jî dê bibe sedema pevçûnên civakî û mirinên nû. Li aliyekê zimanê herî tund bi kar tîne û hestên şovenîst dide civakê û li aliyeke din jî banga xemsariyê dike ev yek jî durûtiyek mezin e.

Hukûmeta AKP’ê ya ku li hundir û derve pêngav bi pêngav konsepta şer pêk tîne, têkiliyên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi Sûriye û Îranê re çêdike û dixwaze bike hedefa hêzên navneteweyî; li hundir jî dixwaze bûyerên weke Dîlokê bi kar bîne û bike hedefa beşên nijadperest-şoven. Siyaseta hukûmeta AKP’ê ya ku dixwaze li Rojhilata Navîn rolek werbigire dimeşîne, Tirkiyeyê ber bi kendalan ve dibe, dahatûya aşitiyane ya Rojhilata Navîn jehrî dike, derbe li têkoşîna ji bo demokrasiyê dixe û aloziya çareseriya pirsgirêka Kurd kûrtir dike.

TEDBÎRÊN XWEPARASTINÊ PÊŞ BIXIN

Di vê rewşê de hemû gelê Kurdistanê pêwîste li cihên ku lê ne, rêxistinên xwe bi hêztir bikin û ji bo tedbîrên xweparastinê pêş bixin. Pêwîste gelê me li hember hemû êrîşên paşverû-faşîst bi pêkhateya xwe ya rêxistinkirî mafê xwe yê parastina rewa bikar bîne, li dijî her cure êrîşan paşde pêngavan neavêje û pêwîste tekoşîna xwe ya azadiyê ya mafdar bilindtir bike. Tu kes nikare gelê Kurd bi tundî û kampanyayên lînc kirinê yên faşîst nikare bitirsîne, dîl bigire û gelê me yê welatparêz ji doza azadiyê dûr bixe.

Hêzên me yên gêrîlayan ku li dijî polîtîkayên faşîzan, bê statû û bê maf hiştina Kurdan ya dewleta tirk bi awayek fedekarî di serî de li Zagros-Botanê li tevahî Kurdistanê tevgera şoreşgerî didominin û dê ji vir pê ve jî mezin bibe û pêş bikeve. Em dê tucaran destûr nedin ku bûyerên provokatîf sihê li ser tekoşîna me ya mafdar bike. Hemû gelê me yê welatparêz û dostên me û hemû demokratên alîgirên biratiya gelan; Em bang dikin ku li dijî polîtîkayên şerê psîkolojîk û komkuj ên AKP’ê têkoşîna aştî û çareseriya demokratîk bihêztir bi rê ve bibin.”

ANF NEWS AGENCY