KCKê li ser bûyera Agiriyê AKP û Akdogan hişyar kir
NAVENDA NÛÇEYAN - ROJNEWS
KCKê derbarê bûyerên duh ên li bajarê Agirî yê bakûrê Kurdistanê de daxuyaniyek nivîskî belav kir. KCKê hikûmeta AKPê û cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Yalçin Akdogan hişyar kir.
Tevayî daxuyaniya hevserokatiya KCKê wiha ye;
Artêşa dagirker ya Tirkiyê ku li çiyayê Tendûrekê operasyon da detpêkirin, li hemberî vê gelê me yê canê xwe danî holê, leşkerên Tirk li hemberî wan gule berdan û di encamê de serokê navçeya Diyadîn yê berê Cezmî Budak jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.
Em şehîdê azadî û demokrasiyê Cezmî Budak bi rêzdarî bi bîrtinin, emê bîranîna wî bi rêbertiyek azad û Kurdistanek azad ve bidin jiyan kirin.
Dema em li daxuyaniyên dawî yên Erdogan û hikumeta AKP’ê di nêrîn, em dibînin ku amadekariya hinek operasyon û provakasyonan tê kirin. Zihniyeta yek dest û otoriter her ku diçe li hemberî hêzên demokrasiyê nêzîkatiyên xwe tuj dikin. Anketên berê yên ku tên ber Erdogan û AKP’ê di wan de tirsek mezin çêkiriye.
Ji ber ku dibînin HDP her ku diçe di civakê de digihije payeke bilind û li hemberî vê ketina xwe dibînin. Ji ber vê yekê wisan har dibin. Erdogan ji bo sistema serokatiyê bîne Tirkiyê û AKP jî ji bo hêza ku windakiriye pêşî li ketina xwe bigre; serî li hemû cûrên provakasyonan didin û çi ji destê wan were yê bikin.
Erdogan dibêje li Tendûrekê 25 gerîla bi artêşa Tirk re şer kiriye. Di rewşekî ku ji bo komeke biçûk a gerîla bi hezaran leşkerên tirk hatine sewqiyat kirin. Her cure teknîkên wek balafirên şer û keşfê têne bikaranîn. AKP ji aliyekî ve bi israr dixwaze pêvajoyeke şer destpê bike ji aliyê din ve jî Yalçin Akdogan bi gotina ku ‘Kesên bi agir dilîzin wê xwe bişewitîne’, tevgera me dike hedef û tê wateya şer. Di bin nêzîknebûna AKP’ê ji muzakereyan re, avanekirina komisyona çavdêriyê û nêzîkatiyên ne rast û bê îrade de pêşxistina operasyonan, êrîş û provakasyon veşartiye. Em Akdogan û AKP hişyar dikin! Ger leyîstina xwe ya bi agir berdewam bike, wê tenê dawî li xwe bînin û wê tenê xwe bişewitînin. Di demekî ku em bi ruhê pêvajoya agirbestê nêz dibin û berpirsyartiyên xwe bicih tînin, dewleta Tirk her roj li ser qadên gerîla balafirên şer û keşfê digerîne. Êrîşên bi obûs û hewanan berdewam dike. Ev hemû êrîş wê di bingehê parastina rewşa de bê bersiv nemînin.
Divê êdî AKP dest ji derew, propagandaya derew û demogojiya ku wê fikrê çêdike, berde. Deshilatdariya AKPê dixwaze ber bi dema hilbijartinê ve, gef û zextê li gel bike, dixwaze bi rêya ruşwet û hêza pereyan, encamê wergire. Gelê Kurdistanê û hêzên demokratîk ên Tirkiyê, di demên ku herî zêde hêza leşkerî û dagirker de, di dema komkûjiyan de, di nîşandana tercîha xwe de gav paş de ne avêtine. Ev hilbijartin ji bo demokratîkbûna Tirkiyê û Kurdistanek Azad, mijarekî jiyaniye. Gelê me wê bi vê zanabûnê li ber xwe bide, xwe birêxistin bike, bixebite û di hilbijartinê de bi ser keve.
Bi vê boneyê em şehîdê azadî û demokrasiyê Cezmî Budak carekî din bi bîrtênin, ji malbat û gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em bang li gelê xwe dikin ku bi deh hezaran cenazeyê şehîdê demokrasiyê oxir bikin.
11.04.2015
Hevserkatiya Konseya Rêveber a KCKê