1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCKê silav li berxwedana jinan kir
KCKê silav li berxwedana jinan kir,kckê,silav,li,berxwedana,jinan,kir

KCKê silav li berxwedana jinan kir

A+ A-

ANF09:43 / 07 Adar 2012 BEHDÎNAN - Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyamek weşand û 8’ê Adarê li hemû jinên Kurd û cîhanê pîroz kir. KCK’ê got; “Em di şexsê jinên kurd de hemû jinên li ber xwe didin û têkoşer silav dikin.Jiyan dê bi jinan re azad bibe, serkeftina jinan serkeftina gelê me ye.”

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyamek weşand û got; “Têkoşîna jinên kurd ku bandoreke kûr li ser civaka kurd kiriye, hemû civak xistiye di bin bandora xwe û guhertinên xurt pêk anîne. Têkoşîna jinê ku pêşengiya têkoşîna azadiya gelê kurd dike ji her demê zêdetir vê rola xwe dilîze.”

KCK’ê got; “Em di şexsê şehîdên me yên mezin ku 8’ê Adarê bi têkoşînê kirine wekî xeta berxwedanê Şehîd Çîçek, Şehîd Ruken, Şehîd Berfîn, Binefş de hemû şehîdên Kurdistan û şoreşê bi minetdarî bi bîr tînin.”

KCK’ê wiha domand; “Metîngerî û têkçûyîna civakê bi têkçûyîna jinê dest pê dike. Pirsgirêka demokrasî, wekhevî û azadiyê heta pirsgirêka jinan neyê çareserkirin, çareser nabe. Ji bo vê li hemberî qalibên ehlek, kirin û feraseta cînsiyetparêziyê bi her avayî têkoşînek divê. Modernîteya kapîtalîst herî zêde li ser jinê dilîze.”

KCK’ê bal kişand ser tekoşîna Ocalan ji bo jinê û got; “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi xebata azadiya jinê û şoreşa jinê temelên modernîteya kapîtalîst hejandiye. Ji ber vê hemû dinya li dijî wî derket. Sedemek komploya navneteweyî jî ev nêzîkatiya Rêber Apo ya li hemberî azadiya jinê ye. Ji ber ku jinên kurd ev rasti baş zaninek ku dibêjin “Azadiya Ocalan azadiya me jiyana wî jiyana me ye”

KCK’ê got; “Têkoşîna jinên kurd ku bandoreke kûr li ser civaka kurd kiriye, hemû civak xistiye di bin bandora xwe û guhertinên xurd pêk anîne. Têkoşîna jinê ku pêşengiya têkoşîna azadiya gelê kurd dike ji her demê zêdetir vê rola xwe dilîze. Jin ku herî zêde daxwaza azadiyê tînin ziman di sedsala me de nûnerên aştî û edeletê ne. Aştî û îstikrar wê bê tekoşîna jinan were Rojhilat Navîn û Kurdistanê. Rojhilata Navîn wê bi têkoşîn jinan ronî bibe. Hêzên dewletparêz, hêzên milîtarîst ên serdestiya zilam, nijadperestî, cudakarî u tundiyê li hemberî jinê bi kar tîne.”

Daxuyaniya KCK’ê wiha didome; “Di dema desthilatiya AKP’ê de kuştinên jinan, êrîş, pêkutî, îşkence û polîtikayên şerê taybet derketiye asta herîz êde. Di sala 2011’an bi polîtîkayên cur be cur qirkirina jinê hatiye domandin. Wekî di komkujiya Robosikê de gelek êş bi serê jinan anîne.”

KCK’ê got; “Tevgera Jina Kurd îsal 8’ê Adarê ji bo azadiya Rêberê xwe bi berxwedan û têkoşînê pêşwazî dike. Çalakiyên greva birçibûnê û çalakiyên 8’ê yên di çarçoveya hamleya “Em Rêber Apo azad bikin, dawî li Qirkirinê bînin” de hatine destpêkirin, li her derê welat belav bûne. Em çalakiyên girtiyan yên di pêşengiya parlamenteren BDP’ê Selma Irmak û Faysal Sariyildiz de hatine destpêkirin û berxwedana jinan ya bi şîara “Edî Bes e! An azadî an azadî” hatine destpêkirin silav dikin.

Jinên kurd ji destpêka PKK’ê heta niha li hemberî hemû zilm û zordariya dewletê paşve gav neavêtine. Berevajî vê li hemberî hemû êrîşan ew li dora rêberê xwe bûne yek. Em di şexsê jinên kurd de hemû jinên li ber xwe didin û têkoşer silav dikin.Jiyan dê bi jinan re azad bibe, serkeftina jinan serkeftina gelê me ye.”

ANF NEWS AGENCY