1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "kefî û êleg cilên rêxistinê ne"
"kefî û êleg cilên rêxistinê ne",kefî,û,êleg,cilên,rêxistinê,ne

"kefî û êleg cilên rêxistinê ne"

Li gorî rêveberiya girtîgehê û dadger "kefî û êleg cilên rêxistinê ne"

A+ A-

Li 2'yemîn Girtîgeha Tîpa T a Şakranê cilên girtiyê bi navê Orhan Çaçan ên weke puşî, êlek û şalvar bi xwe re anîn bi hinceta "cilên rêxistinê ne" û dê li girtîgehê bibe sedema "provokosyonê" destser kirin. Dadgeha Înfazê ya Alîaga jî hinceta girtîgehê bi hinceta "li gorî zagonan e" qebul kir û serlêdana Çaçan red kir.

Girtiyê bi navê Orhan Çaçan ê ku li 2'yemîn Girtîgeha Tîpa T a Şakranê dimîne têkildarî pêkanînên keyfî û binpêkirinên mafên mirovan de ji Komîsyona Girtîgehan a Navenda Giştî ya ÎHD'ê re name hate şandin. Çaçan di nameye xwe de diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkên ji ber pêkanînên keyfî yên rêveberiya girtîgehê pêk tên ên diyalogê bi tecrîd û îzolosyonê bersiv tê dayîn û wiha got: "Li vir hemû tişt di çarçoveya pirsgirêkan de tê destgirtin û mafên me yên bingehîn tên gaspkirin. Dema ku em li hemberî vê yekê der dikevin jî cezayên dîsîplînê li me dibirin. Ji ber ku em li hemberî van pêkanînan derketin rêveberiya girtîgehê der heqê 160 hevalên me de hate niha ji her yekî re zêdehî 10 lêpirsîn vekirin. Ev yek bi gîştî dike hezar û 600 lêpirsîn. Ji ber ku çalakiyên me yên demokratîk dê berdewam bike dê hejmara lêpirsînan jî bi deh hezaran bibore. Em ji we dixwazin ku hûn serî li Pirtûka Rekoran a Guînnessê bidin û daxwaza me keyd bikin." Çaçan, anî ziman ku girtiyên cezayê wan kêmbûn ji ber van lêpirsînan rêkanin girtîgehên vekirî. Çaçan xwest ku ji bo girtiyên mexdur dibin bibin alîkar.

Puşî û yelek li girtîgehê provokasyonê derdixe!

Çaçan, da zanîn ku di 24'ê tîrmehê de ji Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê sirgûnî 2'yemîn Girtîgeha Tîpa T a Şakranê hate kirin û cilên bi xwe re birin ên weke puşî, yelek û şelvar ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatin desteserkirin. Çaçan, anî ziman ku ji ber cilên wî yên hatin destserkirin li Dadgeriya Înfazê ya Alîaga îtîraz kir lê dadgeriyê îtîraza wî red kir. Serlêdana girtîgehê û biryara Dadgeriya Înfazê wisa ye: "Yelek û puşiya Orhan Çaçan a ku di emaneta edlî de tê girtin 'cilên rêxistinê ne' û rêxistin bikartîne. Ji bo li girtîgeha me provokosyon pêk neyê cilên behsa wan tê kirin ji girtî girtin û li depoyê de tên muhafizakirin. Me têkildarî vê yekê de agahî da dadgeriya we. Dadgeriyê ji li gorî lêkolîna daxwaznameyê serlêdana girtîgehê qebûl kir û serlêdana girtî red kir."

(bd)