Kela berxwedanê li Bakur silav kir
SOZDIL EHMED
KOBANÊ – Şêniyên Kobanê destnîşan kirin ku ew amade ne bi hemû hêzê piştgiriya gelê Bakurê Kurdistanê bikin û gotin: “Çawa gelê Bakur alîkariya me kirin, em ê jî alîkariya Şoreşa Gel a Bakur bikin”
Şêniyên kantona Kobaniyê têkildarê şoreşa Bakurê Kurdistanê û serhildana gel ya li dijî hikûmeta AKP’ê gotin ew amade ne bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin gelê Bakur. Têkildarî mijarê jina ciwan a 18 salî Axîn Îbrehîm diyar kir ku gelê kurd li her çar perçeyên Kurdistnaê yek dest û di hemû şert û mercan de li dijî planên dijberan derketine û ev tişt anîn ziman:”Dijminên gelê kurd dê nikaribin vîna me têk bibin, gelê kurd yek dest û yek rih e, di berxwedana Kobanê de hemû kesî çek rakir û nîşan dan ku ew amade ne şerê hemû dijminan bikin, niha jî em amade ne wekî çawa pişgiriya me hate kirin, em bi hemû hêza xwe piştgiriya şoreşa gelê xwe ya Bakur bikin.”
Jina bi navê Nazê Mihemed Seyîdî ya 55 salî jî çeka xwe li milê xwe kiribû û parastin dikir piştgiriya xwe bi gelê Bakurê Kurdistanê re anî ziman û ev tişt anîn ziman: “Di serî de em xwerêveberiya gelê Bakur silav dikin, serekftina Rojava bi saya yekîtiya gelê kurd a hemû parçeyan pêk hat. Berxwedana Bakur jî dê bi saya berxwedana gelê me ser bikeve, berxwedana azadiyê dê bi beşdarbûna hemû beşên civakê bighêje encamê.”
Welatiyê bi navê Mehmûd Bender ê 60 salî derbarê mijarê de wiha axivî: “Bi sedan ciwanên Bakurê kurdistanê beşdarî berxwedana Kobanê bûn, niha jî di qadên şer de cihê xwe digirin. Bi xwîna xwe xaka Kobanê av dan herêm ji çeteyan rizgar kirin. Em jî wekî gelê Kobanê amadene bi hemû hêxa xwe piştgiriyê bidin şoreşa gelê xwe yê Bakur û em berxwedan wan ji dil silav dikin. Bakur wê wekî Kobanê biser bikeve.”
Di dawiya axaftina xwe de Bender got ku bila hemû dijberên kurdan bizanin ku gelê kurd ji bo azadî û rûmeta xwe li dijî hemû planan derdikeve û dê serekeftinê mayînde misoger bike.”
(dc/xê)
ANHA