Keleha fuhuş û mêtîngeriya kedê: Wargeha Penaberan a Îslahiyeyê
DÎLOK (DÎHA) – Tê gotin ku li Wargeha Penaberan a li navçeya Îslahiye ya Dîlokê fuhuş û mêtîngeriya kedê gelek zêdebûye û penaberan roj bi 15 TL. li zeviyên îsot, bembû û zeviyên tirî didin xebitandin. Li bajar fuhuş hate astegeke gelek bilind û hate hînbûn ku wergeheke nû ji bo penaberên di demên dawî de li Dîlokê rastî hewildanên lînçan tên tê çêkirin û penaber dibêjin, "Em bimirin jî em naçin wan wergehan"
Hate ragihandin ku li navçeya Îslahiye ya Dîlokê ya bandora şer li gorî bajarên din gelek zêde li çêbû fuhuş û mêtîngeriya kedê gelek zêde tê jiyîn. Nifûsa bajarê gelek zêde fuhuş lê tê kirin jî 40 hezar e. Li navçeyê ligel 10 hezar penaberên li wargehan de dijîn li navenda navçeyê jî 6 hezar panaberên din jî dijîn. Li navçeyê Îslahiyeyê herî zêde hêza kar a erzan tê temînkirin û penaberên li wargehan dimînin herî zêde li zeviyên îsot, bembû û tirî rojê bi 15 TL. tên xebitandin.
‘Çeteyên DAIŞ'ê penaberan bi pere dibin şer'
Tê gotin ku li wargehên penaberan ên navçeyê muxalîfên bi çek jî lê dimînin û muxalîf her roja înê penaberên li wargehê kom dikin heya ber deriyê wargehê bi tekbîran meşê pê didin kirin. Çeteyên DAIŞ'ê li wargehê li hemberî Esad propagandeyê dikin û penaberan bi pere dibin şer. Hate hînbûn ku piştî li Dîlokê êrîşên lîncê yên li hemberî penaberan zêdebûn li Îslahiyeyê wargeheke din tê çêkirin. Wargeha temelên wê nû hatin avêtin kapasîteya wê 25 hezar e û hinek penaber dibêjin li şuna biçin wan wargehan dê vegerin Suriyeyê.
‘Hinek penaber xirab bin nayê wateya hemû penaber xirab in'
Penaberê bi navê Nîzar Huseyîn ê ku ji ber şer 2 sal berê ji Kantona Efrînê ya Rojava hate Dîlokê diyar kir ku li Dîlokê li cem hevalên xwe yên berê nas dike dimîne. Huseyîn, anî ziman ku bi namûs û şerefa xwe dixebite û pere qezenc dike û wiha got: "Hinek penaber xirab bin nayê wateya hemû penaber xirab in. Niha li Dîlokê hemû penaberên li wargehan dimînin dê rewşa dê bibin bajarên din û an jî dê paşve bişînin heye. Ligel vê yekê ji bo me ji bajar derbixin û qewirînin êrîşên berfireh dan destpêkirin. Dixwazin me bibin konan. Em nikarin di konan de bijîn. Li şuna em biçin wir em li qadên şer, şer bikin û bimirin. Ev yek baştir e. Heke kesek sûc bike bila wi bidarizînin. Çima me êrîşê li me hemûyan dikin."
‘Li pişt êrîşan rayedarên dewletê hene'
Penaberê bi navê Îbrahîm Xelîl Mustafa yê ku sal û nîv berê ji Helepê hatî Dîlokê jî diyar kir ku ji ber hinek erebên nîjadperest bi wan re neman. Mustafa, anî ziman ku li hemberî kurdan bê tehemûl in û wiha got: "Di demên dawî de li hemberî penaberên li vir êrîş zêde bûn. Mirov şaş tev digerin. Bêyî mijarê bizanin êrîş me dikin. Li hinek cihan jî polîs êrîşan organîze dikin. Me şahîdîniya vê yekê kir. Yên pereyê wan hebe tu kes destê xwe nade wan û êrîşan li wan nakin. Ji ber vê yêkê hikûmet di bin polîtîkayên Suriyeyê de ma. Niha jî hewil dide bi xwe çareseriyê peyda bike."
(bd)