Keleha Qersê li ber hilweşînê ye
Keleha Qersê ya 1153 sale hatiye çêkirin li ber hilweşînê ye
Keleha Qersê bi fermana Sultanê Saltukluyan Melîk Îzzeddîn di sala 1153'yan de hate çêkirin û li gel ji aliyê Wezareta Çandê ve weke qada sîtê hate îlankirin jî hêj nehatiye restorekirin û bi talukeya hilweşînê re ru bi rû ye.
Keleha Qersê bi fermana Sultanê Saltukluyan ve ji aliyê Vezîr Fîruz Akay ve di sala 1153'yan de hate çêkirin û li bakurê bajar cih digire. Dirêjahiya derdora kelhê 3 hezar û 50 metreye û 220 birçên wê hene. Ji wan birçan tenê 7 ji roja me re man e. Keleha Qersê ji du beşên derve û hundir pêk tê û birçên derve ji 5 rêzan pêktê. Keleh di serdema Tîmur a ku Anatolî dagirkir hilweşiya û di serdema Osmaniyan de jî li ser daxwaza 3'yemîn Sultan Murat ve bi Lala Mustafa Paşa ve di sala 1579'an de çareke din hate çêkirin. Di sala 1606'an de kelh ji aliyê Şahê Îranê 1'emîn Abbas ve careke din hate hilweşandin û di navbera salên 1616'an û 1636'an de 2 caran hate çêkirin. Keleh di şerê di navbera Osmaniyan û Rusan ên salên 1877 û 1878'an de texrîbat dît û hate ber asta reseniya xwe winda bike. Keleh ji aliyê Wezareta Çandê ve weke qada sît hate îlankirin lê ji ber dîwarên xirabûn nehatin çêkirin li hemberî talukeya hilweşînê ye.
(bd)