1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KENY: DAIŞ li Mûsilê sivîlan bi kar tîne û derbasî Sûriyeyê dibe
KENY: DAIŞ li Mûsilê sivîlan bi kar tîne û derbasî Sûriyeyê dibe,keny,daiş,li,mûsilê,sivîlan,bi,kar,tîne,û,derbasî,sûriyeyê,dibe

KENY: DAIŞ li Mûsilê sivîlan bi kar tîne û derbasî Sûriyeyê dibe

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) da xuyakirin, ku DAIŞ di operasyona Mûsilê de sivîlan weke mertal bi kar tîne û bang li hêzên di nava operasyonê de cih digirin kir, ku sivîlan biparêzin

A+ A-

CENEVRE - ANF Li ser navê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, ku 15 welat endam in, nûnerê timî yê Senegal Newyorkê Gorgûî Cîss daxuyanî da û diyar kir, DAIŞ di operasyona Mûsilê de sivîlan weke mertal bi kart îne. Cîss bang li hêzên li operasyona Mûsilê de cih digirin kir û ji bo parastina sivîlan bi her awayî tedbîran bigirin.

GEFA DAIŞ'Ê LI SER MÎLYONEK SIVÎLÎ HEYE

Cîss got, "Welatên di nava operasyona Mûsliê de cih digirin, li dijî krîza însanî ya di operasyonê de rû bide, ji koordîneya pêwîst a nabera Neteweyên Yekbûyî û Hikûmeta Iraqê pêk bÎnin, divê destekê bidin."

Cîss da xuyakirin, ku gefa DAIŞ'ê li ser mîlyonek sivîlî heye û anî ziman, DAIŞ dixwaze van zivîlan di vî şerî de derxîne pêşberî hêzên leşkerî yên Iraqê.

DAIŞ SIVÎLAN BI KAR TÎNE Û DERBASÎ SÛRIYEYÊ DIBE

Cîss da zanîn, ku li gorî daneyên Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî, ji 17'ê Cotmehê û vir ve bi qasî 20 hezar sivîlî bajar terikandine û bal kişand ser xeteriya li se sivîlan heye.

Cîss got, "Weke Neteweyên Yekbûyî em gelekî bi fikar in ku DAIŞ sivîlan weke mertal bi kar tîne yan jî bi kar bînin." Cîss diyar kir, endamên DAIŞ'ê ji bo derbasî Sûriyeyê bibin, sivîlan bi kar tînin.