1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Kerkûkê Newrozek cuda pîroz kir
Kerkûkê Newrozek cuda pîroz kir,kerkûkê,newrozek,cuda,pîroz,kir

Kerkûkê Newrozek cuda pîroz kir

A+ A-

KERKÛK - Coşa Newroza 2011'an li Başûrê Kurdistanê, ji bajarê Kerkûkê dest pê kir. Bi pêşengiya Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK), pîrozbahiya Newrozê hat kirin.

Bi sedan kesên tevlî pîrozbahiyê bûn, qada Newrozê bi posterên Ocalan û alên KCK'ê xemilandin. Piştî rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, agirê Newrozê hat dadan.

Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê Îraqî Sûfyan Abbas di pîrozbahiyê de axaftinek kir û got, ew di wê baweriyê de ye ku dê Ocalan Newroza 2012'an di nav gelê kurd de pîroz bike.

Serokê PÇDK'ê Diyar Xerîb jî Newroz wekî roja serhildan û berxwedana gelê kurd bi nav kir û li dijî hewldanên qirkirinê îşaret bi girîngiya yekîtiya neteweyî kir.

Di pîrozbahiyê de peyama ciwanan jî hate xwendin. Piştî axaftinan, hunermendên herêmî û komên govendê li pey hev derketin ser dikê.

Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.