1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ´Kes baxê bê strî diyarî me nake´
´Kes baxê bê strî diyarî me nake´,kes,baxê,bê,strî,diyarî,me,nake

´Kes baxê bê strî diyarî me nake´

Kişanak: Kes baxê bê strî diyarî me nake

A+ A-

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, tev li şeva Rêxistina BDP'ê ya Wanê bû û diyar kir ku ew ji pêvajoya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daye destpêkirin bi hevî ne û wiha got: "Birêz Ocalan baweriya xwe bi vî gelî anî û ev pêvajo da destpêkirin. Bê guman rîskê vê pêvajoyê jî hene. Tu kes baxê gulan ê bê strî diyarî ne nake."

Rêxistina BDP'a Wanê lie Hotela Elite World Vanê şeva piştevaniyê pêk anî. Di şevê de Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Parlamenterên BDP'ê yên Wanê Nazmî Gur, Hevserokên BDP'a Wanê Musa Îtah jî di navde bi sedan kes amade bûn. Hevserokê BDP'ê Musa Îtah, axivî û wiha got: "Em bi biryar û rêxistin dê vê pêvajoyê bi serkeftî bi encam bikin. Divê her kes vê yekê wisa zanibe. Em dibêjin em dê bi Newrozan bêtir azad bibin û ev bahar dê bibe bahara gelê kurd."

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, jî anî ziman ku 20 kevneşopiya partiya wan heye û bi bedelên mezin hatine heta îro û wiha got: "Di vê pevajoya ku hevdîtin tên kirin hem fikarên me hene, hem jî em bi hevî û bawerin. Biryara me û têkoşîna me vê baweriya me xurttir dike. Em dê bi têkoşîn û biryara xwe destûr nedin ku ev pêvajo ber bi aliyên din ve biherike. Gelê me di fikarên xwe de mafdar in. Lê bila zanibin ku Birêz Ocalan pir alî fikiriye û ev pêvajo daye destpêkirin.

'Em dê li hemberî rîskan tedbîrên xwe bigirin'

Kişanak, anî ziman ku di vê pêvajoya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daye destpêkirin rîskê wê jî hene, lê bê rîsk jî nabe û wiha berdewam kir: "Dema em li hemû pêvajo û mînakên cîhanê dinerin yên pirsgirêkan çareser dikin gel in. Birêz Ocalan ji gel baweriya xwe anî û ev pêvajo da destpêkirin. Gelê me dê vê pêvajoyê serkeftî bi encam bike. Hem Kes baxê bê sitrî diyarî me nake. Em dê li hemberî vê pêvajoyê tedbîrên xwe bistînin. Niha em di pêvajoya destpêka muzakereyan de ne. Em wekî BDP'ê dixwazin van muzakereyan bikin awayekî fermî. Em bigelê xwe bawerin Em dê bigelê xwe re heta dawî bi biryar û bi rêxistin tev bigerin. Divê îsal gelê me bi awayekî hîn xurtir tev li Newrozan bibe."

(mae)