Kes dengê erdhêjzedeyan nabîhîze!
10:31 01.11.2013 1 / 8 WAN (DÎHA) - Çalakiya greva birçîbûnêya erdhêjzedeyên ku ji hêla Walîtiya Wanê ve ceyrana wan hatiye birîn û di mercên zivistanê de di tarîtiyê de hatine hiştin ketiye roja xwe ya 66'emîn. Erdhêjzedeyan bang dikin ku çareseriyek ji pirsgirêkên wan re bên dîtin, li benda destê dirêjê wan bê kirinê ne.
Ligel di ser erdhêjên Wanê de 2 sal derbas bûye jî heta niha rayedaran tu çareseriyek ji pirsgirêkên erdhêjzedeyên ku ji hêla Walîtiya Wanê ve ceyrana wan hatiye birîn û di mercên zivistanê yên dijwar de terkê mirinê hatine kirin re nehatiye dîtin û berxwedana erdhêjzedeyan jî berdewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê ya erdhêjzedeyên ku ev 74 roje ceyrana wan hatiye birîn û di tarîtiyê de mane di roja 66'emîn de ye. Ya dawî li Wanê konteynirên Anatoliyê, Kayaçelebî û Tahirpaşa mane, di van de jî nêzî 150 malbat dimîn in. Çalakiya greva birçîbûnê yên di Konteynira Anatoliyê de dimîn in ketiye meha 2'emîn lê rayedaran di vê mijarî de tu gavek navêtiye. Erdhêjzedeyên di Bajarê Konteynira Anatoliyê de dimîn in diyar dikin ku niha jî dê konteynirên di Kayaçelebî dê bînin kenta konteynira Anatoliyê û vir jî dê penaberên ji Suriyê hatine bi cih bikin û dê wan bi zorê derbixin.
Erdhêjzedeyan, anî ziman ku di tarîtiyê de jî bimîn in dê erdhêjzedeyan ji konteyniran derbixin û penaberên Suriyeyî bi cih bikin, ew tirsa dê zivistanê de li derve bimîn in. Piştî ziyareta Serokwezîr Erdoğan a Wanê pêkûtiya psîkolojîk a ji hêla Walîtiya Wanê ve jî her zêde dibe. Ji aliyekî ve bi neçarî sekinîne ji aliyekê din ve jî çalakiya xwe ya birçîbûnê ya ji bo ji pirsgirêkên wan re çareseriyek bê dîtin dane destpê kirin, berdewam dikin.
'Êdî xwedî li van mirovan derkevin'
Berdevkê erdhêjzedeyên di Bajarê Konteynira Anatoliyê de dimînin Alî Ahî, diyar kir ku bila demildest ji vê rewşa wan re çareseriyek bê dîtin. Ahî, bang li saziyên sivîl û partiyên siyasî re jî kir û xwest alîkarî bidin erdhêjzedeyan. Ahî, wiha got: "Ma li vir dê zarok bimirin piştre pirsgirêk çareser bibin? Bê zarok ji sermayê hişk bibin û bimirin ev pirsgirêk nayê çareserkirin? Zarok êdî ji ber sermayê îdare nakin. Ev mirovan 74 roj in di tarîtiyê de ne. Ji bo xwe germ bikin tu derfetên wan tune ye. Ev ne bes e çewsa psîkolojîk jî li ser wan pêk tîn in. Walîtî ji bo van mirovan rencîde bike propagandaya reş dike. Ez ji vir bang li mirovên xwedî ûjdan dikim; êdî bes e, xwedî li van mirovan derkev in."
(ea/mae)