Kes qêrîna girtiyên nexweş dibihîze gelo?
Li girtîgehan ji ber ku girtiyên nexweş nayên dermankirin roj bi roj rewşa wan girantir dibe
11:11 22.02.2014
YASİN KOBULAN
AMED (DÎHA) - Li girtîgehan ji ber ku girtiyên nexweş nayên dermankirin roj bi roj rewşa wan girantir dibe. Li gel ku nexweşxane rapor didin jî dîsa serbest nayên berdan. Li gorî rapora ÎHD'ê ji 544 girtiyên nexweş 160 girtî rewşa wan giran in. Girtiyên nexweş roj bi roj rewşa wan girantir dibe û divê bi lezgîn serbest bên berdan.
Li Tirkiyeye rewşa girtiyên nexweş roj bi roj xerab dibe. Li aliyekî hêjmara girtiyên nexweş zede dibe, li aliyê din girtiyên nexweş nayên berdan. Li gorî rapora ÎHD'ê li girtîgehan 544 girtipyên nexweş hene û jê 160 girtiyên nexweş rewşa wan giran e. Heta niha li gel ku girtiyên nexweş rapor girtin jî dîsa serbest nayên berdan. Li nexweşxaneyan jî ji bo girtiyên nexweş ode tune û girtiyên diçin derman dibin jî bi kelepçeyan tên dermankirin. Girtiyên nexweş ên li nexweşxaneyan tên dermankirin di nava şert û mercên pir xerab de tên dermankirin û rewşa wan xerabtir dibe.
Li gorî rapora ÎHD'ê gritiyên nexweş û nexweşiyen wan wiha ne:
Li Girtigeha Tîpa R a Metrisê
Amhet Saygi: 55 salî ye. Aliyêwî yê rastê felç e. 16 meh şûnde cezayê wî xelas dibe, lê nayê nayê berdan.
Alî Akgun: 27 salî ye. Nexweşê parapleji ye.
Alî Haydar Yildiz: Di sala 2012'an de gule li pişta wî ket û ji piyên xwe de felc e. Bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe temîn bike.
Alî SOz: Piştî gule li pişta wî ket felç bûye. Nexweşê doşekê ye.
Devrîm Burakmak: Nexweşê Şizofrenê ye.
Emrah Alîşan: 23 salî ye. Berî ku bê girtin qeza derbas kir û ji qorika xwe ve felç bûye. Ji ber girtiyê nexweşê doşekê ye hestiyê pişta wî derketiye derve.
Fatîh Gul: Nexweşê Tiberkulozê ye û nexweşî lê pir giran bûye. Dive taybet xwedi bibe.
Firat Ozçelîk: Mejiyê wî mezin dibe. Nexweşiya mîdê pêre heye.
Hakan Golunç: Heta niha 12 caran emeliyat bûye. Di mejiyê wî de tumor heye. Di 20'ê Îlona 2012'an de timor 17x11 mm mezin bubû. Dîsa nexweşiya zerikê ji pêre heye. Rayedaren girtîgehê derman nade wî.
Hasan Kaçar: Bi nexwşiya Ankilozan Spondilitê ye. Ji ber vê nexweşiya hesti nikare bimeşe.
Îmam Çelikdemir: Hişê xwe winda kiriye. Bi alîkariya hevalê xwe li girtigehê pêdiviyen xwe dibîne. Dema ku xwarin nedin wî ji bîr dike ku birçî ye.
Mehmet Başçi: Di 4'ê cotmeha 2007'an de di teqînekê de ji sedî 40 şewitî. 2 piyên xwe wina kirine û ji sedî 66 astengdar e.
Nihat Bektaş: 58 salî ye. Nexweşê KOAH'ê ye. Li benda rapora ATK'ê ye.
Salîh Çitirik: 65 salî ye. 9 salin piyê wî yê çepê felc e. Bi zahmetî pêdiviyên xwe dibîne.
Şukru Ersoz: Ji sala 2004'an heta niha ji 2 piyên xwe de felc e. Bi sandalyaya teker dijî. Niha ji bo dermankirinê li Girtîgeha Metrisê ye.
Tamer Yildirim: 33 salî ye. Nexweşê doşekê ye. Nikare bi serê xwe pêdiviyên xwe bibîne.
Turgut Kok: Di şert û mercên girtigehê ne nikare derman bibe.
Yahya Goktaş: Nikare bimeşe. Dîsa nexweşiya ruhî jî pêre heye. Ji bo dermankirinê anîne Metrîsê.
Yusuf Gun: 40 salî ye. Bi nexweşiya ankilozanspondilitê ye. 3 mehin li benda rapora ATK'ê ye.
Girtiyên Girtîgeha Tipa F a 1-2 a Kandirayê:
Abdulkadir Sune: Berî bê girtin qeza derbas kiribû. Mejiyê wî xesar dîtiye. Lê nayê dermankirin.
Abdullah Kalay: Nexweşê Wernicke-Korsakoffê ye. ji sedî 25 nabihîze. Nexweşiya mîde û roviyan pêre heye. Rapora ATK'ê heye, lê nayê berdan.
Ali Teke: Nexweşê Wernicke-Korsakoffê ye.
Ergul Çiçekler: Nexewşê Wernicke Korsakoffê ye.
Samî Ozbil: Nexweşê Wernike-Korsakoffê ye. Divê di şert û mercên girtîgehê de neyê hiştin.
Girtîgeha Tîpa F a Boluyê.
Abdurrahman Yildirim: Bi çekê birîndar bûbû. Di serê wî de perçeyê şerapnalê heye.
Mevlut Bayraktar: Girtiyê nexweşê doşekê ye.
Nesîm Ozkan: Nexweşiyên Epilepsi, Konversiyon, Gastroözefagial reflu, Hipertansiyon û Koroner Arter pêre heye.
Ufuk Keskin: Rojê 4 caran dersiya insulun lê dixin. Nexweşê Şekir e. Bi tena serê xwe nikare bijî.
Yilmaz Soncak: Ji sala 1993'an heta niha girtî ye. Bi nexweşiya romatizmasa movik, sinuzit, kronik faranjit, hemoroid, kallentrol, astim, ulser, reflu ye.
Girtîgeha Jinan a Gebze ya Kocaeliyê:
Afyon Korkmaz: Di piyê wê de protez heye. Ji ber 10 salin nehatiye guhertin zahmetiyê dijî.
Guneş Tekîn: Di şer de birîndar bû. Di kezeb û parsuyê wê de şarabnel heye. Ji ber rîskê nikare emeliyat bibe. Bi zahmetî dijî.
Gitîgeha Tîpa F-1 a Kocaeliyê.
Bulent Ozdemîr: Nexweşê Wernicke-Korsakoffê ye. Di piyê wî de gule heye.
Girtîgeha Tipa E ya Orduyê:
Aydin Çubukçu: Nexweşiya sirozê ya zêde heye. Çaveki xwe winda kiriye. Bi nexeşiya Hepatit B ye.
Hasan Aslan: 76 sali ye. Nexweşiya fatreşkê pêre heye. Disa nexweşê hepatit B. û KOAH'ê ye.
Îdris Çalişkan: Ji sedî 80-90 pişt û qirika wî şewitiye. Nikare bêhnê bistîne. Nikare xwarin jî bixwe.
Girtîgeha Jin a Bakirkoy
Angel Mtswenî: nexweşiya wê ya HÎV Pozîtîf heye.
Dîlek Oz: Ji ber êşkenceyê di hin hestiyên wê de lîf qut bûne. Fitqa wê ya pişt û stû heye. Pirsgirêkên wê yên dil hene. Astima wê heye û bi pençeşêra Pelîp e. Fatma Tokmak: Pirsgirêka dil, hestiyên wê dihelin û ji ber dermanên bi kar tîne mîdeya wê diêşe. Tansiyona wê heye. Li tevayî bedena wê şewateke varies (veguher) û damaran heye.
Girtîgeha Kastamonu ya Sergirtî Tîpa E
Aydin Degîrmencî: Di sala 1997'an de pençera rojiyên stûr pêre çêbû û 12 cm. Roviya wê hat jêkirin. Torbe bi nava wê ve hatiye girêdan û bi vî awayî pêdiviya xwe ya tuvaletê bi cih tîne. Dibe ku ev nexweşiya wê careke din pêş bikeve. Li girtîgehê nikare bê têdawîkirin.
Girtîgeha Edîrne ya Sergirtî Tîpa F
Azîz Bayin: Nexweşê şîzofrenê. Mecbûr e her roja derziyên Dîazem Algînaton bi kar bîne. Dema bi kar neyne, zerarê dide xwe û derdora xwe. Bekîr Şîmşek: Nexweşê Wernîcke-Korsakoff. Raporek jêre hatiye amadekirin ku nikare di girtîgehê de bimîne, lê di nexweşxaneyê jî cezayê wî nayê înfazkirin. Di lingê wî de gulle heye.
Tekîn Donmez: Pirsgirêkên wî yên derûnî hene. Tê diyarkirin ku du caran hewl daye xwe bikuje. Dibe ku her kêlî zerarê bide xwe.
Taylan Balataci: Ji ber rojiya mirinê nexweşiya Wernîke Korsakof û nexweşiya roviyan a kronîk pêre çêbûye. Pirsgirêkên wî yên mîde, astim, çav hene. Têkildarî van nexweşiyan rapora wî heye. Girtîgeha Umraniye ya Sergirtî Tîpa T
Ergîn Aktaş: Du destên wî tune ne. Pêdiviya wî bi protezê heye. Bi tena xwe di mijara bicihanîna pêdiviyên xwe yên jiyanî de zehmetiyan dikişîne.
Gorgun Oktar: Li gor encamên muayaneyê di kezaba wî de pirsgirêk heye. Di nefesstendinê de zehmetiyan dikişîne.
Girtîgeha Gîresun a Sergirtî ya Tîpa E
Mansur Tekîn: Li gor muayeneyê di serê wî de ûr heye.
Haci Aksoy: Bi pençeşêra kezebê ye.
Resul Kocaturk: Li gor muayeneyê, nexweşiya sendroma wernicke-korsakoff û astim pêre heye. Divê li cihekî ku klînîka norolojî lê heye bê tedawîkirin.
Girtîgeha Denîzlî ya Sergirtî Tîpa L
Hayatî Kaytan: Di serê wî de ûr heye. Hatiye ragihandin ku nexweş nikare li girtîgehê bê tedawîkirin.
Mehmet Emîn Akdag: Di sala 1996'an de travmaya serî pêre peyda bûye.
Girtîgeha Maltepe ya Sergirtî
Mehmet Tapar: Nexweşê Tuberkîloz, nexweşiya wî pêş ketiye. Tedawiya wî nayê kirin.
Resul Guler: Bi pençeşêra kolon e.
Tamer Kapucu: Bi teşhîsa pençeşêra prostat tê tedawîkirin.
(yş/mae)