KESK'ê biryara gireva gişti da
A+
A-
Navenda Giştî ya KESK'ê daxuyanî da û diyar kir ku hikûmet bi pêşniyara zema 3+3" qerfên xwe bi kedkarên cewaweriyê dike. KESK'ê da zanîn ku biryar girtin ku di 23'ê Gulanê de gireva giştî pêk bînin.
Di hevdîtinên navbera Wezîrê Ewlehiya Civakî û Xebatê Faruk Çelîk û konfederasyonên karkeran de hevdîtin pêk hat û di hevdîtinê de Wezareta Maliyê pêşniyara zema 3+3 kir. Konfederasyona Sendîkayên Kedkar (KESK), der barê hevdîtin û peymanê de diyar kir ku hikûmet bi vê pêşniyarê qerfê xwe bi wan dike û li hemberî vê helwestê biryar girtin ku di 21-25'ê gulanê de çalakiya gireva gişti pêk bînin. KESK'ê der barê helwesta xwe de daxuyanî da û diyar kir ku dê di 23'ê gulana 2012'an de biryara girereva tevahî dan.
(mae)
Bêjeyên Miftehî kesk,ê,biryara,gireva,gişti,da