'Kesê cîranê wî birçîbe têr rakeve, ne ji me ye'
Di nimêjên îna sîvîl de malayan bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê û di xudbeyê de gotin "Kesê cîranê wî birçîbe têr rakeve, ne ji me ye."
Her hefte li bajarên herêmê bi hezaran welatî Nimêjên Înê yên Sîvîl dikin. Weke hemû hefteyan vê hefteyê jî bi hezaran welatiyan nimêjên înê kirin. Li Êlihê li baxçeyê şaredariyê, Li Sîlopiyê li baxçeyê li ber avahiya BDP'ê, li Qoserê li Mala Gel a Şeyh Davut Yalçinkaya, li Sêrtê li avahiya BDP'ê, li Midyadê li ber Girtîgeha Tîpa M a Midyadê, li Hezexê li Mala Gel, li Amedê li Suka Binerd a Selahattîn Eyyubî ya Deriyê Çiyê, li Nisêbînê li baxçeyê Navenda Çandê ya Mîtannî, li Cîzîrê li ber avahiya BDP'ê ya Cizîrê, li Serêkaniyê li salona konferansê ya BDP'ê, li navçeya Turgutlu ya Manîsayê li salona konferansê ya BDP'ê, li Wanê li Otoparqa Girtî ya Şardariya Wanê, li Milazgirê li avahiya BDP'ê û li Colemêrgê jî li avahiya BDP'ê bi hezaran welatiyan nimêjên înê kirin. Di nimêjan de melayan bi kurdî weaz dan. Di weazan de melayan bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya ji aliyê girtiyên PKK û PAJK'î ve di 12'ê îlonê de hate destpêkirin. Di weazan de hate diyarkirin ku Îslamiyet û mafên mirovan tên binpêkirin û rastî zilimê tên û ew zaliman hewaleyî xwedê dikin. Di weazan de hate gotin ku divê daxwazên girtiyan demildest bên qebulkirin û wiha hate gotin: "Kesê cîranê wî birçîbe têr rakeve ji me nîn e"
Piştî weazan welatiyan nimêj kirin.
DİHA