1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kesên ji aliyê endamên Partiya Hur Davayê ve hatin girtin axivîn
Kesên ji aliyê endamên Partiya Hur Davayê ve hatin girtin axivîn,kesên,ji,aliyê,endamên,partiya,hur,davayê,ve,hatin,girtin,axivîn

Kesên ji aliyê endamên Partiya Hur Davayê ve hatin girtin axivîn

A+ A-

AMED (DÎHA) - 5 kesên ji heman malbatê yên di nav 11 kesên ji aliyê endamên Partiya Hur Davayê di dema serhildanên ji bo Kobanê li Amedê hatin girtin, nîşaneya êrîşên li bajar çawa hatin rêxistinkirine. Kesên li nava kolanê hatin girtin û birin avahiya Partiya Hur Dava ya Amedê destên wan bi ben girêdan û di bodurma avahiyê de li ber qemerayê rastî lêpirsînê hatin. Li gorî vegotinên endamên malbatê kesên lêpirsîna wan kirin ji wan re gotin, "Em navnîşana mal û kargehên hemû xebatkar û serokên DBP û HDP'ê dizanin. Heke em bixwazin em dê hemû serokên partiya we û xebatkarên partiya we înfaz bikin."

Endamên Hîzbullah û Partiya Hur Davayê êrîş li gelê ji bo Kobanê li Amedê rabû serhildanê kirin û di dema bûyeran de 11 welatî di nava kolanan de girtin. Kesên girtin şevê li avahiya Partiya Hur Dava ya Amedê di bodruma wê de hatin girtin. Kesên hatin girtin weke salên 90'an bi ben hatin girêdan û çek dirêjî serê wan kirin û li ber qemerayê lêpirsîna wan kirin. Piştî şevekê li wir hatin girtin teslîmî polîsan kirin. Polîsan kesên hatin girtin şevekê di binçavan de hatin girtin lê kesên dirêjî wan kirin bi rihetî geriyan.

5 kesên ji heman malbatê bi 11 kesên re hatin girtin çawa hatin girtin, rastî çi hatin û li emniyetê çi ji wan hate pirsîn vegotin. Bi hinceta ewlehiyê navê 5 kesan nehate dayîn.

Pêşiya wesayîtan endamên Partiya Hur Dava yên bi çek hate birîn

Pêşiya wesayîta malbata ji Lîceyê ji bo serdana xizmeke xwe yê ji aliyê endamên Partiya Hur Dava û hîzbullahê ve di bûyeran de birîndarkirin hatin li Kantarê endamên Partiya Hur Dava bi çekan hate birîn. Di nava kesên hatin girtin de zarokê 15 salî jî hebûn.

Kesên bi çek ên malbat rawestandin berê xwe da nasnameyên wan û pirsa dê ku ve biçin pirsîn. Kesên di wesayîtê de jî yên li hemberî wan kî ne zanîn û gotin ew dê biçin serdana xizmeke xwe yê ji aliyê endamên Partiya Hur Dava ve hatî birîndar kirin. Li ser vê yekê kesên di destê wan de çek heyî tekbîr anîn û kesên di wesayîtê de anîn xwarê û çek dan serê wan. Li ber çavê wan wesayîta wan dan ber agir.

Gelo avahiya partiyê ye an baregeh e?

Malbata hatin girtin pişt re birin avahiya Partiya Hur Davayê. Endamên malbatê diyar kirin ku di avahiyê de kesên din ên bi çek û rûyê wan girtî hebûn û birin bodurma avahiyê û destên wan hatin girêdan. Pişt re telefonên wan ên berîkê hatin komkirin. Endamên malbatê bi telefona ji birîkirin bibin li xizmeke xwe geriyan û ji wan re gotin ew hatine girtin.

'We li Lîcê pêşiya me girt. We destûr neda me qezenc bikin emdê we hemûyan înfaz bikin'

Endamên malbatê pişt re tiştên hatin jiyîn wiha vegotin:

"Pişt re qemera vekirin û lêpirsîna me ya bi dîmen kirin. Di dema lêpirsînê de pirsên 'Hûn kî ne? Hûn endamên kîjan partiyê ne?' pirsîn. Dema hînbûn ku em ji Lîcê ne gefên 'We li Lîcê pêşiya me girt. We destûr neda me qezenc bikin emdê we hemûyan înfaz bikin' li me xwarin. Telefona bira û pismamên min kom kirin lê bîrkirin telefona min bigirin. Piştî ew derketin ez li birayê xwe geriyam û min jî wî re got em hatine revandin û li kû tên girtin. Dema hatin hûndir ferq kirin telefon cem mîn heye. Pirsa em li kesekî geriyan e an na kirin. Dema min got ez li birayê xwe geriyam û min rewş ji wî re gotiye telefona min girtin û birin. Di bodrumê de 4 ciwanên din jî hebûn. Ciwan hatibûn darpkirin. Nêzî serê sibê 2 ciwanên din jî anîn."

Du ciwan li nexweşxaneyek taybet darp kirin!

Endamên malbatê anîn ziman ku ciwanên ji wan re got li nava kolanê ew girtin û di nexweşxaneyeke taybet de ew darpkirin û pişt re anîn vir. Li gorî vegotinan ciwanên li nexweşxaneya taybet hatin darpkirin pişt re birin avahiya Partiya Hur Davayê.

'Em navnîşan malên hemû kesan dizanin, em bixwazin emdê hemû serokên partiyan înfaz bikin'

Endamên malbatê dan zanîn ku serê sibê disa lêpirsîna wan hate kirin û di dema lêpirsînê de ji wan re gefên: "Hevalên me şehîd kirin. Niha 6 şehîdên me hene. Em jî dê we bikujîn. Dibe ku bi saya me hûn jî biçin bihiştinê. Em kesên di partiya we de dinasin. Em navnîşana mal û kargehên hemû xebatkar û serokên DBP û HDP'ê dizanin. Heke em bixwazin em dê hemû serokên partiya we û xebatkarên partiya we înfaz bikin."

Endamên malbatê destnîşan kirin ku piştî lêpirsînê polîsên TEM'ê ew teslîm wergirtin û di wê demê de polîsan tu kes ji wê partiyê negirtin û lêpirsîna wan jî nekirin.

11 kesên hatin wergirtin pişt re bibin Midûriyeta Polîsan û şevekê di bin çavan de hatin girtin û pişt re serbest hatin berdan.

(bd)